MEHNAME – HELSINKI / STOCKHOLM. Bi mehan e ku bi berdewamî namedanka me ya elektronîkî bûye hedefa tîşkenameyên (emailên) bi barên giran ên vîrusan barkirî.
Li ser navên dost, nivîskar, hevkar û xwendevanên me yên nas nameyên sexte ji me re tên.
Pirraniya van nameyên sexte bi kurtenivîsek îngilîzî û pêvekên nêzî 100 KB ne. Lê di hin nameyan de kurtetekstên kurdî ji derekê hatine wergirtin û bi nameyê ve hatine zeliqandin daku em bawer bikin ku name ji kesên em nas dikin hatiye.
Carinan di rojê de zêdeyî bîst nameyên wisan ji me re tên. Du rojan namedanka me venemaliştî bimîne, hemî kapasîteya wê têt dagirtin û cî ji berhemên nivîskarên me dişînin û nameyên ji me re tên namîne.
Lê ne tenê ev. Herwiha nameyên sexte li ser navê me ji kesên em nas dikin û ta yên em nas nakin re jî diçin. Gelek kes ji me re dinivîsin û xwe aciz dikin ji ber ku bawer dikin ku me xwestiye bi van vîrusan zerer û ziyanê bigihînin wan.
Li jêr em mînakekê didin. Kesekî li ser navê nivîskarê me birêz Lokman Polat ji kesekî ji wî re nenas nameyên bi vîrusan dagirtî şandine:
Lokman,
Besa te ji mi re viruse disine bese ji tera
ti famnaki besa besa ji tera
Jwan Muhamed
BERSIV:
Mesela şiyandina Virusê
Ciwan,
Bawer bike ne ez te nas dikim û ne min ji te re virus şiyandiye. Hinek
li
ser naven min dişinin. Qet haya min jê tune.
Ma ez ê chima ji te re nivisê bişinim. Ez te nas nakim û tu problemeke
min
bi te re nîn e.
Nizanim gelo tu min nas dikî?
Di malperên kovara MEHNAME, AVESTA, AMUD -NIVIS û ROJNAME -Com de
nivîsên
min hene.
Min tu car ji te re mail neşiyandiye. Û ez nizanim ku tu kîyî jî.