Îsal li Elmanyayê û li bajarê Muhinê bi navê guhdarikirina çandên cûda çalakiyek ji terefê belediyê de ji 25.11.2002an heta 01.12.02an hate li darxistinê. Di vê çalakiyê de zêdeyê sed miletan bi çanda xwe tevî vê bû bûn. Li ser navê kurdan û bi gazîkirina nivîskar Bûbê Eser, KOMKAR (Verein zur Forderung ethische Minderheiten) jî bi du civîn û bi hevdîtinekê di vê de cih girti bû.
Armanca vê çalakiya ku ji terefê Belediya Munihê ve hatibû amadekirin ew bû ku çandên cûda nêzîkî hev bibin da ku hevdu binasin. Lê di vê çalakiyê de tu komeleyên Tirkan nehatibûn gazîkirin. Vê jî bala gelekan dikşand.
Di civînên ji bona danenasîna çanda kurdî ku KOMKAR-Muhih amade kiri bû, nivîskar Bûbê Eser hatibû dawetkirin. Civîna yekem di 27.12.2002an de, Komkarê û Komeleya mala Grekiyan (Yunaniyan) bi hevre li mala Grekiyan amade kirin.
Civîn bi xêrhatina mêvanan bi Grekî hate vekirin. Bûbê Eser jî piştî xêrhatina mêvana kir. Ew bi aweyekî berfireh li ser rewşa çanda kurdî rawestiya. Her weha wî behsa rewşa kurdan ya îro kir, tade û zehmetiyên ku kurd têde ne jî anî zimên. Bûbê Eser li ser rewşa zindana Diyarbekir ku bi navê 5 nolî bû jî rawestiya. Ji ber ku ew bi xwe jî şahîdekî zindî yê wê demê bû. Wî agahdariya pirtûka xwe ya bi zimanê Grekî ku li ser zindana Diyarbekrê bû, hatibû weşandinê, da. Dema wî behsa lêdan û îşkencên girtîgehê dikir, gelek ji beşdarên Grekî şok bûn û fikirîn ku di vê demê de hîn îşkencên weha hene. Gelek ji beşdaran teda û zehmetiyên ku di dema cûntaya leşkerî de (12 îlon 1980) li kurdan hatibû kirin taze dibihîstin. Bi vê bihîstinê gelekî êşiyan û piştgiriya xwe ya ji dil rêdan. Civîn bi kurdî, elmanî û Grekî bû.
Di civîna mala Grekiyan de: Ludwig Worner Parlementerê Sosyal Demokratan ku niha li îktîdarê ne. Endamê Meclisa belediya Munihê Yaşar Fincan jî hazir bûn.
Civîna duyem di roja 30.12.2002an de li Komkar-Munih pêk hat. Di vê civînê de ji her çar perçên kurdistanê beşdar hebûn. Nivîskar Bûbê Eser li wir jî him li ser çanda kurdî û him jî wî hin agahdarî li ser pirtûka xwe ya bi kurdî û bi navê GARDIYAN ku bi zimanê Grekî jî hatibû weşandin da. Wî got: “Pirtûka GARDIYAN, ji romanekê zêdetir, weke belgenameyeke zîndana Diyarbekirê ye”. Ji ber ku ev roman rewşa zindana Diyarbekirê ya di dema 12 îlona 1980ê ji bona ciwanên kurdan hatibû amadekirin, dianî zimên. Di vê romanê de gelek serboriyên nivîskar bi xwe jî hebûn. Civîn tenê bi kurdî bû. Piştî civînê Bûbê Eser pirtûkên xwe ji bona kesên ew kirîn, îmze kir.
Di herdu civînan de jî Bûbê Eser li ser tade û îşkencên ku ciwanên Kurd dîtibûn sekinî û li ser gelek şoreşên kurdan jî rawestiya û hin ji sedemên nebiserketina wan anî zimên.
Roja 30.12.2002an de jî Bûbê Eser li gel, gelek nivîskarên cihanê bûne mêvanê Serokê Belediya Muhinê. Li wir nivîskaran hevdu nasîn. Bi hevre xwarin xwarin. Ev jî bû sedem ku Bûbê Eser li wir, ji nivîskarên beşdar re behsa çanda kurdî, tade û zehmetiyên li kurdan têne kirinê, kir.
Bi rastî, KOMKAR-Munih, bi vê çalakiya xwe karekî baş û delal kir. Çanda gelê me di nava çanda cihanê de cih girt. Bi gazîkirina nivîskar Bûbê Eser û bi alîkariya Metin ku tercumantî dikir, çanda me bi gelek nivîskarên cihanê re hate danenasîn.