Serrûpel Hejmar 54, tîrmeh 2004

Naverok
  • Diyarî
  • Nivîsar
  • Helbest
  • Pexşan
  • Weşan
  • Nûçe
  • Zarok
  • Ziman
  • Gelêrî
  • Mizgînî
  • Name
  • Pozname

  • Nirxandin
  • Dr. Felat Dilgeş: Bang bo yekkirina alfabeya kurdî
  • Serhad Bapîr: Başûrê Kurdistanê û alfabeya kurdî-latînî
  • Eyibê Milî: Andrew Collins û mîtolojiya Kurdistanê
  • Hekar Findî: Dengê her zindî: Tehsîn Teha
  • Lorîn Hêvîdar: Kongra-Gel dîsan tûşî dijwariyan
  • Bûbê Eser: Roj hatiye, dem derbas dibe!
  • Fuad Sîpan: Doza Metin Kaplan û hiqûqa siyasîbûyî

  • TEHSÎN TEHA: Ew Dengê Herdem Zindî
    Hekar Findî: hekarfindi@yahoo.com


    Serkirde û rêber di dîrokê de tenê kesên siyasî û leşkirî nîne. Belku dîrok hinek ji van serkirdan bi zulim û zor dide nasîn lê çi caran dîrokê rewşenbîr, zana û hundermend bi navê zalim û zordariyê ne dane nasandin. Berevajî desthilatdarên siyasî û hakimên sitemkar, dîrokê mirovên ku dikevin nava vê çînê bi paktirîn mirov li qelem dayine.

    Gelê Kurd ji wan netewaye yên ku bi sedeha rewşenbîr û hunermend jê rabûne , lê birastî hunermendên Kurd taybetmendiya xwe hebûye. Ji ber ku zêdebarî karê xwe yê hunerî bûye dengê millête xwe û keftîye di nava qada xebata neteweyî de.

    Nimuneyên wiha di vî warî de pirin. Hunermendê mezin Tehsîn Teha yeke ji wan hunermendên ku jiyana xwe terxankir ji bo doza milletê xwe. Ew bi kul û kovanên gelê xwe re jiya û mir.

    JIYANNAMA HUNERMEND TEHSÎN TEHA

    Navê wî yê sê rastîn Tehsîn Mihemed Selîm e. Ew sala 1941ê li gundê Bîtbu ji dayik bûye û xwendina xwe ya destpêkê heya sala çarê seretayî li wir domandiye. Ji sala pêncê û pêde xwîndina xwe li bajarê Duhokê û şeşê seretayî jî li Zaxo dewam kir. Qunaxa navincî li Duhokê û Amêdîyê xwendîye û li sala 1958 - 1959 ê xwendina xwe bi dawî anîye.

    Tehsîn Teha li sala 1960 ê li Peymangeha Hunerên Bedew/ li bajarê Bexda - para şanoyê hate pejirandin û li sala 1964ê xwendina xwe li wê peymangehê bi dawî anîye. Pştre ew wek mamosta li xwendingeha Mexmur ya seretayî, dest bi dersbêjiyê dike.

    Li sala 1968ê T. Teha hate vegûhaztin bo parêzgeha Hewlêrê û karê xwe yê mamostatiyê li xwendigeha Erbîl El-Ula (ya seretayî) dirêjî pê daye. Sala 1975 ê careke din hate vegûhaztin bo rêveberîya çalakîyên xwendingehan li Hewlêrê. Li wê salê jin jî anî(zewicî) û niha 4 zarokên yên kur hene û mezinê wan VEHÊL e.

    JIYANNAMA TEHSÎN TEHA YA HUNERÎ

    Jiyannama T. Teha ya hunerî vedigere bo çaxê zarokatiya wî. Ew salên ku hê 8-9 sal bû. Tehsîn ji temenê zarotiyê bi zarvekirina starnbêjên wî serdemî radibû. Stranên hunermendên mîna Mihemed Arifê Cizîrî, Hesenê Cizîrî... û hwd, şev û rojan li ser zimanê Tehsînê nûgihştî bûn. Ev pêngava yekê bû ku wî di qada hunerê da da destpêkirin.

    Yekemîn ezmuna wî ew bû ku li Mangêşkê/Duhok mîkrofon girt destê xwe û strana (Xezal Xezal) ya hunermendê mezin Mihemed Arif Cizîrî bi dengekî bilind stirî.

    Li sala 1958 ê strana (Eşkera Nakim ) berhev kirîye ku ji peyv û awazên wî ye. Lê belê ev stran nehate tomarkirin heya ku derfet jêre çêbû ku li sala 1973 ê bo radioya Kurdî li Bexda tomarkir. Lê pêwîste ev rastî jî bê gotin ku yekemîn strana wî ya bi navê (Derdu) li sala 1961an li îzgê Kurdî li Bexda hatîye tomarkirin ku ew jî sranek fulklorî ye. Li pey wê re stranên: Dengê Porê, Bila Ez Bimrim û ... hwd li radiyoya Bexda tomar kirine.

    Tehsîn Teha ji ber hestên xwe yên neteweyî li sala 1966 ê hatiye zîndanîkirin li zîndan (Xeif El-sede) li Bexda û ji vê mêjoyê û pêve neşîya(nekarî)ye strana bêjît.

    Ji ber rûdav û eger(sedem)ên siyasî heya sala 1970 ê komeka stranan bo êzgê dengê Kurdî(radioya Bexda) tomarkirin. Stranên mîna: Gula Min Werîya Bi Tinê, Çav Belek, Amêdîkê Bilind e, Bîka Behdîna, Rabe Cotyar, Dilêrên Welatî û hwd ji wan berhemên wî yên hêjane ku di wan salên tejî rûdanên siyasî de, çêkirin.

    Di salên 1960an da komeka stranên neteweyî berhevkirin, lê ji ber sedemên siyasî ew stran nehatine tomarkirin û ji vê yekê Tehsîn Tehayê hunermend rêbaza xwe ya di gotina stranê da gûhert ji bo ku li ser gotina stranê berdewam be û rêbaza wî di gotina stranê da bo rêbazek (remzî). Ew li ser vî zarî û vê rêbaza nû berdewam bû heya sala 1991 ê. Hindek ji wan stranên ku bi (remzî) gotine, evin: (Bihêre Distar, Min Tu Nevêyî, Ey Felek, Bîka Kurda, Karwanê Me, Xewin).

    Ji encamê têkelîya wî bi hunermenda re, wî karî komeka hunermend û stranbêjan mîna Gulbihar, Eyşe Şan, Seîd Gabarî, Salim Helebî, Erdewan Zaxoyî, Elbirt Nayîl û gelekên din li dor xwe kombiket.

    Hunermendê xwedê jê razî Tehsîn Teha li sala 1985 ê dest bi vehûnandina hozanê kirîye û gelek stran ji hozanêt xwe jî gotîne. Herwiha gelek stran bo îstgeh û têlevizyona Kurdistan tomarkirîne û hinek ji wan jî li derveyî welat tomarikirîne.

    Hunermend Tehsîn Teha serederî bi van hozanvanan kirîye û hozanêt wan kirîne stran: Dr. Bedirxan Sindî, Feysel Mistefa, Dr.Nafî' Akreyî, Rêkêş Amêdî. Zêdebarî van, hozanêt babê xwe (Teha Mihemed Selîm) û herwesa hozanêt xwe jî kirine stran.

    Tehsînê nemir, hunermendê têrnestrî, roja 28/05/1995 ê gîyanê xwe li nexweşxaneka welatê Holenda ji dest didet û digehîte cîhana nemiran.

    Li dawîyê dê bejîn: Tu her dê mînî stêreka geş di esmanê hunerê Kurdî da û hizar silav li te bin Tehsînê deng xweş.


    "Gorrê hunermendê kurdperwer Tehsîn Teha"

    Berdest
  • Hejmara nû
  • Hemû hejmar
  • Hemû pirtûk
  • Hemû nivîskar
  • Werger
  • Nûdem
  • Ferheng
  • Lînk


  • [ Mehname | Ev hejmar | Diyarî | Gelêrî | Helbest | Mizgînî | Name | Nirxandin | Nûçeyên çandeyî | Pexşan | Weşan | Pozname | Ziman | Zarok | E-mail ]

    Ev malper herî baş bi INTERNET EXPLORERê tê dîtin. This site is best viewable with the INTERNET EXPLORER.

    Têkilî: mehname@yahoo.com
    Contact us: mehname@yahoo.com

    Copyright ©1999- MEHNAME. Hemû maf parastî ne. All rights reserved.