Serrûpel Hejmar 54, tîrmeh 2004

Naverok
  • Diyarî
  • Nivîsar
  • Helbest
  • Pexşan
  • Weşan
  • Nûçe
  • Zarok
  • Ziman
  • Gelêrî
  • Mizgînî
  • Name
  • Pozname

  • Nirxandin
  • Dr. Felat Dilgeş: Bang bo yekkirina alfabeya kurdî
  • Serhad Bapîr: Başûrê Kurdistanê û alfabeya kurdî-latînî
  • Eyibê Milî: Andrew Collins û mîtolojiya Kurdistanê
  • Hekar Findî: Dengê her zindî: Tehsîn Teha
  • Lorîn Hêvîdar: Kongra-Gel dîsan tûşî dijwariyan
  • Bûbê Eser: Roj hatiye, dem derbas dibe!
  • Fuad Sîpan: Doza Metin Kaplan û hiqûqa siyasîbûyî

  • Doza Metin Kaplan û hiqûqa siyasîbûyî
    FÛAD SÎPAN (AKPINAR)


    Almanya, 30.05.2004

    Almanya bi salan e di pirsa Metin Kaplan de digevize û dike nake ji tengasiya hiqûqa xwe dernayê û nikare Metin Kaplan ji Almanya derîne. Çîrok gelek dirêj e, lê ji ber ku niha dîsa ev mijar him li Almanya û him jî di qada navnetewî de kete rojevê, ez dixwezim bi kurtayî hinekê li ser bisekinim û nêrînên xwe li ser bêhiqûqiya Almanya û tesîra siyaseta Almanya li ser hiqûqê çawa têye kirin binivîsînim.

    Dema mirov qala bêhiqûqiya Almanya dike, bêguman nikare hemû hiqûqa Alamanya bi carekî red bike. Lê hin tiştên siyasî hene, ku hiqûqa Almanya çiqas jî dijî wê be, dîsa jî siyaset tiliya xwe di nav re dike, lê serî û ba dide, ku heta xwe bigihîne armanca xwe. Loma li alîkî ve jî mirov nikare bêje, ku hiqûq li Almanya sedî sed serbixwe ye.

    Wek tê zanîn, Metin Kaplan li Almanya di sala 2000î de ji dadigeha bilind ya Almanya li Düsseldorf hate mehkeme kirin, di dawî de 4 sal ceza lê hate birîn û wî ev 4 sal cezayê xwe heta roja dawiyê di zîndana Düsseldorf de kişand û di pê re serbest hate berdan.

    Ji ber ku ez di dadigehê de 10 mehan wek werger (tercûman) beşdar bûm, loma ez ji nêzîk de vê meselê dizanim. Ez bi destûra dadigeha bilind li Düsseldorfê wergerê Metin Kaplan bûm.

    Lê hewceyî gotinê ye, ku ji aliyê xwe ve tiştekî zelal bikim. Ez ne mirovek dîndar im û ne jî îdeolojiya tu kesî diparêzim. Îdeolojiya kê dibe bila bibe û ji kîjan alî dibe bila bibe, eleqederî min nake û ez ji bilî demokirasiyê tu tiştekî din napejirînim. Cîhanbîniya min ya serbixwe heye û armanca min ew e, ku wek nivîskarekî Kurd tenê di warê hiqûqê de rastiya ku min di pêvajoya dadigehê ya eşkere de dît û bihîst bînim ziman.

    Wek tê zanîn, bavê Metin Kaplan, Cemaletin Kaplan berê li Tirkiyê miftiyê bajarê Edenê bû. Ji ber ku nakokî di navbera wî û dewletê de derket, ew di sala 1981an de hate Almanya û li vir îltîca kir. Cemaletin Kaplan di despêkê de bi Milli Görüş re yanê rêxistina Necmettin Erbakan ya li Almanya re kar kir. Ji ber ku nakokî di navbera wî û N. Erbakan de jî derket, Cemalettin Kaplan ji wan qetiya û bi hin hevalên xwe ve di sala 1985an de rêxistineke din bi navê ICCB damezirnad û xwe wek Emîr îlan kir. Cemalettin Kaplan di sala 1992an de jî Dewleta Xîlafet li Almanya damezirand û xwe jî wek Xelîfe îlan kir. Di pê wefata wî re di 15.05.1995an de kurê wî Metin Kaplan ket dewsa bavê xwe. Ji ber ku Metin Kaplan di pê wefata bavê xwe re, xwe jî wek Xelîfe îlan kir, loma nakokî kete nav wan û yekî bi navê Îbrahîm Sofû li Berlinê, wî ev bûyer nepejirand û got, ku Xelîfetî mafê wî ye; û ji ber ku ev daxwaza wî nehate pejirandin, loma wî jî xwe wek Xelîfe îlan kir. Di pê vê bûyerê re herku diçe di navbera wan de nakokî zêde dibe û Metin Kaplan di sala 1997an de li Berlinê di dawetekê de Hadîseke Hizretî Pêximber li ser Xelîfetiyê dixwîne. Di vê Hadîsê de Hizretî Pêximber wiha dibêje, ”ger Xelîfeyek li jiyanê hebe û yekî din jî derê xwe wek Xelîfe îlan bike, divêt serê wî bêye jêkirin” di pê xwendina vê Hadîsê re, ku Metin Kaplan di dawetê de li Berlinê dibêje, demeke din Îbrahîm Sofû li Berlinê di mala xwe de têye qetilkirin. Lê heta roja îro jî nehatiye tespît kirin, ku Îbrahîm Sofû bi destê kê an jî ji aliyê kê ve hatiye kuştin. Kaplancî di wê baweriyê de ne, ku MITa Tirkan ji nakokiyên di navbera wan de îstîfade kiriye û qetilkirina Îbrahîm Sofû karê MITê ye.

    Mahkemeya bilind li Almanya li Düsseldorfê jî di dawî de ji wê baweriyê bû, ku Îbrahîm Sofû li ser gotina Metin Kaplan hatiye kuştin. Loma ew wek sûcdar hate pejirandin û 4 sal ceza lê hate birîn. Yanê bi kurtayî sedî sed tespît tune ye. Cezayê hate dayîn jî li ser şûbhê ye.

    Belkî hin kes bawer in, ku li Almanya şaşiyên hiqûqê nabin. Lê ez dixwezim bûyereke ku di serê min re jî derbas bû, wek mînak bidim, da ku baş bêye fêhm kirin, ku dema tiliya siyasetê li Almanya dikeve nava hiqûqê, çawa hiqûq jî ji bo hin berjewendiyan bi kar têye anîn.

    Ez di 20.03.1999an de li bajarê Bielefeld di meşa Newrozê de beşdar bûm. Di destpêka meşê de min ji polêsan pirsî, ku ka ji meşê re destûr hatiye girtin an na. Polêsan ji min re gotin, ku destûr hatiye girtin û ti problem tune ye. Meş bi awayekî aramî derbas bû û di dawî de her kes bi kêf vegeriya mala xwe. Du mehan şûnde ji hemû beşdarvanan re, yên ku di meşê de di kamera pêlêsan de hatibûn naskirin name hat, ku der mafên wan kesan de tehqîqat hatiye vekirin. Ez jî ji wan kesan yek bûm, ku li dijî min jî tehqîqat hate vekirin. Di dawî de dadigeha Dortmundê ya herêmê di 11.11.1999an de 35 roj ceza da min. Sedema cezadayîn derheq min de ev e:

    “Ji ber ku Fuat Akipanr di meşa Newrozê de bihîst, ku li wê derê sloganên wek ‘bijî PKK’ û ‘bijî serok Apo’ hatine avêtin û di heman demê de meş terk nekiriye, loma jî sûcdar e.”

    Belê di birayrê de nayê gotin, ku min slogan avêtine, tenê ji ber ku min bihîstiye, slogan hatine avêtin, loma dadê ceza da min. Jixwe ez tu carî sloganan navêjim û ji sloganan jî nefret dikim. Wê rojê yek armancek min tenê hebû, ew jî cejna Newrozê bû. Ez wê roja Newrozê di 20.03.1999an de bûm qurbana siyaseta Almanya û kesên ku slogan avêtin. Ez bi pê vî neheqiyê ketim û ev bûyer kete rojeva Almanya û gelek çapemeniya Almanya û siyasetmedarên wan li ser vê bûyerê gengeşî kirin. Ez naxwazim ku di vî nivîsê de bi dûr û kûr li ser bisekinim. Armanca min ew e, ku bi kurtayî çewtiya hiqûqê û tiliya siyaseta Almanya bînim ziman, ku bila pirsa Metin Kaplan jî baş bêye fêhm kirin.

    Rêxistina Kaplanciyan bûye wek dirik û di çavê dewleta Tirk re dihere. Çumkî Kaplancî Kemalîzimê red dikin. Jixwe kîn, nefret û diminahiya dewleta Tirk li dijî Kaplanciyan bi taybetî li ser mijara Kemalîzmê ye. Ji ber ku Kaplancî Kemalîzmê red dikin û Misto Kemal wek kafir û bê bav dibînin, loma dewleta Tirk hemû hebûna xwe daye ser vî tiştî, ku Metin Kaplan jî bibin Tirkiyê, wî îşkence bikin û di pê re jî mehkemeyeke bi derewan li darbixin û wî jî wek Apo bînin ser hîza Kemalîzimê. Û ji ber ku Kaplancî di çapemenî û malpera xwe ya înternetê de biryareke dadigeha bajarê Selanîkê di 1882an de belav kirine, ku bavê kalê Tirkan tune ye, ewê ku bi biryara parlemena Tirkan navê xwe kiriye ”Atatürk” û dema kalê Tirkan Misto Kemal hatiye dinayê, wê hingê diya wî di ûmûmxanê (k...xanê) de bûye. Bûyerên wiha dewleta Tirk li ser Kaplanciyan diha zêde dîn û har dike û loma Tirkan zoreke wisa daye ser Almanya, ku ew Metin Kaplan şûnde bişînin Tirkiyê.

    Rayedarên hukumeta Almanya û çapemeniya Almanya dibêjin, ku ger Metin Kaplan bişînin Tirkiyê, ji ber ku ew popûler e û baş di raya giştî de hatiye naskirin, loma dê Tirk wî nedin îçkencê. Gotinên wiha ji bo Abdullah Öcalan jî dihatin gotin. Baş têye zanîn, ku Tirkan bi çi halî Abdullah Öcalan bi teyarê revandin Tirkiyê. Tenê derziya narkozê ku bi zorê lêdan bi serê xwe îşkence bû. Lê pir mixabin ku Abdullah Öcalan wisa bê pirensîb bû, ku roja derket pêşiya dadigeha Tirkan, got ku ew qet nehatiye îşkence kirin. Bi van gotinan, ku ew nehatiye îşkence kirin, wî qet ji deh hezaran alîgirên xwe yên bi salan e di zîndanên Tirkan de bi awayekî bê perwa û hovane têne îşkencekirin, fedî nekir.

    Çiqas paradoks e, ku di pirsa ji Almanya avêtina Metin Kaplan de, ji bilî hin kesan qaşo çepên Almanan, keskên wan, lîberalên wan muhafezekarên wan û faşîstên wan hemû di vê mijarê de bûne yek. Ez bawer im, di dîroka Almanya de mînake wiha tune ye, ku demokratên Alman û faşîstên wan di mijarekê de bibin yek. Bûyereke wiha di faşîzma Hitler de jî çênebûye. Çumkî li dijî faşîzma Hitler gelek demokratên Almanya yên wek Willi Brand, Berthold Brecht û hwd. Bi camêrtî li dijî faşîzmê derketine. Bi bîr û baweriya min di binê vî mantiqî de tenê dijminahiya îslamiyetê heye.

    Ewropî her dem qala fanatîzimê dikin û wek benîşt di devên xwe de dicûn, lê fanatîzima xwe qet nabînin.

    Berdest
  • Hejmara nû
  • Hemû hejmar
  • Hemû pirtûk
  • Hemû nivîskar
  • Werger
  • Nûdem
  • Ferheng
  • Lînk


  • [ Mehname | Ev hejmar | Diyarî | Gelêrî | Helbest | Mizgînî | Name | Nirxandin | Nûçeyên çandeyî | Pexşan | Weşan | Pozname | Ziman | Zarok | E-mail ]

    Ev malper herî baş bi INTERNET EXPLORERê tê dîtin. This site is best viewable with the INTERNET EXPLORER.

    Têkilî: mehname@yahoo.com
    Contact us: mehname@yahoo.com

    Copyright ©1999- MEHNAME. Hemû maf parastî ne. All rights reserved.