Serrûpel Hejmar 54, tîrmeh 2004

Naverok
  • Diyarî
  • Nivîsar
  • Helbest
  • Pexşan
  • Weşan
  • Nûçe
  • Zarok
  • Ziman
  • Gelêrî
  • Mizgînî
  • Name
  • Pozname

  • Nirxandin
  • Dr. Felat Dilgeş: Bang bo yekkirina alfabeya kurdî
  • Serhad Bapîr: Başûrê Kurdistanê û alfabeya kurdî-latînî
  • Eyibê Milî: Andrew Collins û mîtolojiya Kurdistanê
  • Hekar Findî: Dengê her zindî: Tehsîn Teha
  • Lorîn Hêvîdar: Kongra-Gel dîsan tûşî dijwariyan
  • Bûbê Eser: Roj hatiye, dem derbas dibe!
  • Fuad Sîpan: Doza Metin Kaplan û hiqûqa siyasîbûyî

  • Kongra-Gel dîsa tûşî dijwariyan
    Lorîn Hêvîdar: lhevidar@ikurd.com


    Dîrok

    Bo gelek kesan, yên ku zindî ji televizyonên tirkan li berevaniya Abdullah Öcalan ya ji girava Îmrali temaşe dikir, rehetbûna bi dîtina ku serokê wan sax e paşî daqulipî dilşkestinek kûr ji ber ku wî têkoşîna kurdan ya ji bo azadiyê di berevaniya xwe de neparast. Zêdeyî pênc salan di ser wê roja felekî re borîne û dixwiye ku PKKê (niha Kongra-Gel) hema ti nekiriye daku tevgera xwe pêşve bibe. Têkoşîna kurdan ya Bakur derbeyek giran xwariye û, li şûna dîtina raguhastina têkoşînê ji alî siyasî û dîplomatîkî ve, em dibin govan û şahidên desteserbûna wê li gel bibandortirîn pêşengê wê.

    Ne ji mêj e me dest pê kiriye nîşanên diyar yên wan pirsgirêkan bibînin yên ku dê bivê-nevê bidana pey hindê ku PKKê biryar da ku li dû fermanên serokê xwe yê zindankirî bimeşe. PKK (û Kongra-Gel) bi berdewamî "Apo" wek giyanek azad hesibandiye ku bedena wî belkî girtî be lê ramanên wî nehatine tewizandin bi rewşa dijwar û tenê ya ku ew tê de ye. Bi rastî jî, carinan ew ne wek goşt û hestî lê çêtir wek efsane tê salixdan. Digel ku vê yekê moral daye mirûdên PKKê, wê yekê hema kalîteyek super-mirovî daye wan daxwiyaniyan yên ku Abdullah Öcalan di dema pênc salên borî de ji hicreya zindana xwe dane. Ev daxwiyanî ji dil hatine taqîbkirin û bi dijwarî hatine parastin. Hemî guhartinên stratejîk yên ku PKKê di van pênc salên dawîn de kirine daku xwe raguhêze şêweyê îroyîn ango Kongra-Gel, encamên pêşniyazên - na, fermanên - yek zelamî ne. Herçi dewleta tirk e, pirr dilxwaz bûye ku rê bide hevpeyivînên Öcalan yên li gel avokatên wî. Ev avokat rola peyamberiyê dilîzin û fermanên bo kurdan belav dikin.

    Hin Kurdên Bakur bûn heyranî wê fikrê ku "komarek demokratîk" dikare di navbera kurdan û tirkan de bêt bidestxistin. Ew qayil bûn ku Abdullah Öcalan danûstandin bi rayedarên tirkan re dikirin û ku kurd dê di nêz de bigihin mafên xwe. Ji gotinên Öcalan bi xwe diyar dibe ku bi rastî jî gotûbêj di navbera Öcalan û rayedarên leşkerî yên tirkan de hebûn, lê niha zelal e ku armanca gotûbêjan bi ti awayî ne çareserkirina pirsgirêka kurdan bû. Kongra-Gel bi xwe jî ev yek anî ziman dema dawî li agirbesta xwe anî ji ber ku dewleta tirk ti reformên watedar li ser kurdan nekiribûn. Gelo armanca rastîn ya gotûbêjan çi bû?

    Niha

    Ta vê dawiyê, tenê çendek kesan ji rayedarên payebilind yên PKKê, KADEKê yan Kongra-Gel wêrîbû eşkere rêberiya Abdullah Öcalanê zindanî bidin ber pirs û gumanan. Wek ku roja 16ê gulanê hat ragihandin, Mizgîn Şena cîgira serokê Kongra-Gel, seroka Partiya Jina Azad (PJA), û peyvdara berê ya PKKê li Ewropa, bû yekem jin ya ku eşkere dengê xwe yê nerazîtiyê bilind kir û got ku yek ji sedemên îstîfabûna wê ji partiyê ew e ku wê êdî bawerî bi Öcalan nemaye. Bersiva bo îstîfaya wê diyar dike ka çima tenê çend kesan berî wê wêriye berevaniyê ji bîrûbaweriyên xwe bikin ango nerînên xwe biparêzin. Ji dema îstîfanameya wê ta niha ti hay jê nîne, û tê ragihandin ku Kongra-Gel ew girtiye. Reaksiyona Abdullah Öcalan dijî îstîfaya xanim Şenê xwiya dike ku metirsî heye Şen bikeve ber miameleyek xirab. Di notên hevpeyivîna 12ê gulanê de, Öcalan pirr tund û tûj e û dibêje ku divê fermanek xwekujî bêt bicihanîn dijî wan rayedarên payebilind yên ji partiyê vediqetin yan yên nirxên partiyê dixapînin. Öcalan ravedike ku divê tifekekê bidin wan kesan û ew kes xwe pê bikujin, mîna fermanên generalê romî Patus. Ta niha jî ne diyar e ka Mizgîn Şen bi çi ser çû.

    Dê bêt bîra xwendevanan ku berî Mizgîn Şenê, komek temam ji rayedarên Kongra-Gel, bi serkêşiya cîgirên serokê partiyê Osman Öcalan û Nizamettin Taş, ji partiyê veqetîbû. Derveyiyan kêm agadarî hebûn bo ku sedemên şeqbûnê hilbisengînin, ji bilî hindê ku têkoşînek hêzî di nav konseya serokatiya Kongra-Gel de hebû. Öcalan bertek da parçebûnê û bang li Osman Öcalan û koma wî kir ku vegerrin Kongra-Gel û parastina wan misoger kir lê di heman demê de Cemil Bayik, Riza Altun, Duran Kalkan û yên dî bi dijwarî rexne kirin. Di hevpeyivînek xwe ya bi rojnameya Özgür Politika re, serokê niha yê Kongra-Gel, Zübeyir Aydar, tekîd kirin ew galegot ku Osman Öcalan û Nizamettin Taş dîsa ji Kongra-Gel veqetîne. Di hevpeyivîna vê hefteyê de, avokatan Öcalan agadar kir ji hindê ku birayê wî Osman Öcalan (bernav Ferhad) û herwa Nizamettin Taş (bernav Botan) di nav wan rayedarên partiyê de ne ku vê dawiyê zewicîne û niha li herêma bin destê Yeketiya Niştimanî ya Kurdistanê ne. Avokatan hin sedemên reh û rîşên pirsgirêkê xwiya kirin: "Ew dijî siyaseta tirkandinê ne. Di nirxandinên xwe de, Ferhad hevbendiya li gel hêzên çepgir yên tirkan bêkêr dibîne û wê dişibîne bazara li gel bazirganên îflaskirî. Li şûna vê, ew dibêje ku hevbendiyek li gel eşîrên kurd dê mifadartir ba. Di heman demê de, di nirxandinên xwe de wî sempatiyek mezin bo Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê heye."

    Reaksiyona Abdullah Öcalan vê carê zirr-sempatîk bû: "Em dibêjin, werin em bi gelê tirk re hev bigirin. Bandora netewetiya Celal Talebanî [li ser wan] heye. Ew bêqîmet û kembax in. Ew dixwazin netewetiyê [= neteweperweriya kurdan] gurr bikin. Ez li vir di dijwariyan de dijîm lê dîsa jî em ne dijminê gelê tirk in. Van mirovan herwa gelê tirkmen jî xirab kir... Barzanî û Talebanî pirr xeternak û wehş in. Netewetiya Erefat ji ya wan binirxtir e. Netewetiya Barzanî û Talebanî netewetiyek paşvemayî ye... Mîrasa min nabe li ser bingehê netewetiyê bêt bikaranîn..."

    Dijberiya siyaseta Abdullah Öcalan, ku serekiya xwe ji Îmraliyê digire, niha belav bûye nav hin rêxistinên din jî yên kurdî. Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) bi hêviyên mezin hatibû damezrandin daku mîna dezgehek siyasî ya di ser partiyan re be ku ji nûnerên her çar parçeyên Kurdistanê pêk hatibe bi armanca mafê rewa yê çarenivîsê bo kurdan. Di pratîkê de ew di destê PKKê de bû lê dîsa jî rê dida ronakbîrên kurd yên hemî parçeyên Kurdistanê ku di bin banê yek dezgehê de bixebitin. Piştî girtina Abdullah Öcalan û siyaseta destberdana ji daxwaza serxwebûnê bo kurdan, bendên endamên KNKê bi hev ve girê didan pirr sist bûn. Di civînek awarte de ku 5 û 6ê pûşberê li ser banga serokê KNKê, profesor Îsmet Şerîf Wanlî hat lidarxistin, çendîn endamên bilind yên KNKê, mîna Musa Kaval, Cebar Qadir, M. Emîn Pencewînî bi fermî ji karên xwe îstîfa kirin. Di nav îstîfakiriyan de serokê dezgehê Wanlî bi xwe jî heye. Tê zanîn ku endamên mayî di çembera navîn ya PKKê de ne. Sedema îstîfayê qebûlnekirina siyaseta nû ya Abdullah Öcalan e û ew biryar e ku Öcalan vê dawiyê daye û Kongra-Gel dest bi bicihanîna wê kiriye ku dê KNKê û Kongra-Gel bihelînin nav hev, ango bikin yek. Profesor Wanlî dûr û dirêj siyaseta nû ya Öcalan rexne kir. Pirtûkek wî dê di nêz de bêt weşandin û dê bi awirek hindirrîn sedemên pirsgirêkên di nav KNKê de ron bike.

    Xwiya dibe ku gelê kurd yek bi yek dest pê dike şik û gumanan ji hişmendiya meşîna li pey fermanên serokekî bike ku di destê dijmin de ye. Hilbijartinên vê dawiyê peyamek xurt bû ku gelê kurd êdî ne piştevanê wê siyasetê ye ku PKK / Kongra-Gel dimeşîne. Wek bersivekê bo hindê ku Dehap banga Öcalan ya tirkbûnê û hemêzkirina kemalîzmê bi cih tîne, gelê kurd ew partî bi tenê hişt û derbeyek mezin pê ket. Di nêz de em dê hê jî bûyeran bibînin ku pêşbîniya jihevketina tevgereke carekê xurt bû dikin. Gelo divê çend kesên din jî nerazîbûna xwe diyar bikin ta ku Kongra-Gel fermanên serokek zindankirî red bike û dîsa dest bi xebata bo azadiya kurdan bike?

    Berdest
  • Hejmara nû
  • Hemû hejmar
  • Hemû pirtûk
  • Hemû nivîskar
  • Werger
  • Nûdem
  • Ferheng
  • Lînk


  • [ Mehname | Ev hejmar | Diyarî | Gelêrî | Helbest | Mizgînî | Name | Nirxandin | Nûçeyên çandeyî | Pexşan | Weşan | Pozname | Ziman | Zarok | E-mail ]

    Ev malper herî baş bi INTERNET EXPLORERê tê dîtin. This site is best viewable with the INTERNET EXPLORER.

    Têkilî: mehname@yahoo.com
    Contact us: mehname@yahoo.com

    Copyright ©1999- MEHNAME. Hemû maf parastî ne. All rights reserved.