Serrûpel Hejmar 54, tîrmeh 2004

Naverok
  • Diyarî
  • Nivîsar
  • Helbest
  • Pexşan
  • Weşan
  • Nûçe
  • Zarok
  • Ziman
  • Gelêrî
  • Mizgînî
  • Name
  • Pozname

  • Nirxandin
  • Dr. Felat Dilgeş: Bang bo yekkirina alfabeya kurdî
  • Serhad Bapîr: Başûrê Kurdistanê û alfabeya kurdî-latînî
  • Eyibê Milî: Andrew Collins û mîtolojiya Kurdistanê
  • Hekar Findî: Dengê her zindî: Tehsîn Teha
  • Lorîn Hêvîdar: Kongra-Gel dîsan tûşî dijwariyan
  • Bûbê Eser: Roj hatiye, dem derbas dibe!
  • Fuad Sîpan: Doza Metin Kaplan û hiqûqa siyasîbûyî

  • Nivîsek Beravêtî:
    Andrew Collins û li ser mîtolojîya Kurdistanê
    Eyibê Milî: eyibemili@yahoo.co.uk
    Hezîran, 2004 - Amed


    Destpêk

    Di nav projeyên min de nîvisek wiha tunebû. Ev nivîsa bêhemd ji destê min derket. Hûnên bibên çawa? Ez dê ji we re bibêjim.

    Di Festîwala Çand û Huner a Amedê ya 4. de gelek mêvanên hêja hebûn. Ji mêvanan yekî hêja jî alternatîf dîrokzanê îngilîz Andrew Collins bû. Collins di 30 yê Meha Gulanê de li salona Belediyê ya Şano de konferansek li ser “Dirok û Mîtolojî” yê pêkanî. Ji guhdariya konferansa Collins şûn de min hahinga hewce dît ku nivîsek wiha îcab dike. Çimkî min dixwest ez hinek dîtinan li gotinên wî zêde bikim û hinek dîtinên wî jî bi min nerastbûn, lê derfeta min û wexta axaftinê tunebû. Loma min ev nivîsa nivisî û navê vê jî ‘Nivîsek Beravêtî’ danî.

    Ta nuha 3 pirtûkên Collins ji hêla Weşanxana Avesta’yê(li Stenbolê) de li Tirkiyê bi zimanê Tirkî hatine weşandin. Xwedê ji Andrew Collins razî be ku di kitêba xwe ya bi navê ‘Meleklerin Küllerinden’ ê de di rûpela 7 an de wiha dinivisîne: “Bu kitap, uygarlýðýn temellerini atan Kürdistan halkýna adanmýştýr. Umarým sonunda layýk olduðunuz baðýmsýzlýk ve barýşa kavuşursunuz.” Ev gotina Collins bi kurdî wiha ye: ‘Ev pirtûka ji Gelê Kurd re diyarî ye ku wan asasê medeniyetê danîne, ez di wê baweriyê de me ku di demek pêş de hûnê di dawiyê de bigihîjin serxwebûn û aşitiyek layiqê we’.

    Em werin ser konferansa wî. Collins ji bo axaftina xwe nêzîkê çil slaytî amade kiribû. Ev slaytanan hinek wêneyên xeyalînbûn, hinek jî ji lêkolînên bermahiyên Kurdistanê afirandîbûn. Collins berê slayt derdixistin ser perdeyê û paşê der heqê wan de şirowedikir. Hemû materyal aîdê Kurdistan û hawirdora wê bû.

    Min qiseyên Collins bêje bi bêje negirtin. Di nav re hinekên bala min kişand û min pêwîst dîtin not girtin ku ez dê nivîsa xwe li ser van gotin û dîtinên wî ava bikim.

    Andrew Collins di Axaftina Xwe de Çi Got?

    1. Bihûşt a ku gorayê Xrîstaniyetiyê û Cihûtiyê tê tarîfkirin, Kurdistan bi xwe ye.

    Ciyê Adem û Hewa yê lê jiye Kurdistan e. Çimkî Bihûşt a ku Adem û Hewa yê tê de jiye wesfên wê wiha tên dayin; bi dahl, bi daristan, sewzî û mêwe yên xwezayî, bi kulîlk û gulan xemilandî, li herderê avî û kanî diherikin.

    Di tofana Hz. Nûh de keştiya wî li serê Çiyayê Cûdî bi cî bûye. Pê tofanê re welatê Hz. Nûh lê jiye Kurdistan e.

    Welatê ku Hz. Îbrahîm û Hz. Eyib jê derketiye jî Kurdistan bi xwe ye.

    Yanê Bihûşt, navbera herdu çemê mezin Ferat û Dîjlê ye.

    Bi rastî jî gava merû li xwezayiya erebîstanê difikire ku hemû çol û qûm e. Lê jiyîn zahmet e. Li yek deran waha hene, lê belê ciyên pirr tengin û bi xwezayiya Kurdistanê nayê şibandin. Kurdistan bi çar çemê mezin: Ferat, Dîjle, Zap û Aras, bi çemên biçûkên diherikin ser van çemên mezin, bi her mezinayê gol, bi her mezinayê kanî, bi flora xwe, bi heywanetê xwe, bi dahlên xwezayî, bi kulîlkên xwezayî, bi sewzî û mêweyên xwezayî, bi sirûşt, newş û nemaya xwe, bi şewq û şemala roja xwe, bi çiya û deştên xwe li cem erebîstanê mîna cenetê ye. Ma ne rast e ?

    2. Bi gotina Collins ku bihûşt Kurdistan be û milaket jî ji wir derketine.

    Camêr di axaftina xwe de got: “Madam ku bihûşt Kurdistanê, milaket jî ji Kurdistanê derketine û ev kesên nuha di vê salonê de temaşe û guhdariya min dikin jî hinek ji wan neviyên milaketan e.”

    Guhdarên Collins tera gotinên wî ne bi agahî bûn. Dîsa jî hinek kenyan, hineka dest li xwe pelan hila rast melek in an na.

    Bi gotin û dîtinên Collins têkiliyek çandî di nav cûreyê însên û milaketan de hebûye. Gorayê hinek baweriyan, însan bi milaketan re zewicîne. Hîn jî pê mirinê re her mêrekê ku biçe bihûştê, heyştê melekê herdaîm bakîr di emrê wî de be. Jixwe pesnê Bihûştê wiha tê dayin. Ji veya çêtir xêra Xwedê ye. Kî naxwaze biçe cenetê?

    Em werin ser melekan. Fizyonomî û fenolojiya kurdan ji ereban gelek cûdatire. Ereb ji esmerê vekirî ta reşikan bi her rengî heye. Lê kurd ji zer ta esmerê tarî bi her rengî heye.

    Bêyî viya li Kurdistanê carna hinek însanên albîno heye. Di nava hinek gundên kurdan de ji bo zewacê qîzan nadin der û ji der jî qîzan naxwazin. Di gundên wisa de mitleqe du-sêk albîno tên dîtin. Rengê canê wan mîna pembeyê bi spî vekiriye. Porên wan mina berfê spî ye. Tamarên xwînê li ber palikên çavan xuya dike. Çavên wan li ber şewqa royê ji hev venabe. Ruhiyeta wan sakîn, herdem mûnîs û nerm in. Êrişker nînin. Aliyê rindiyê ne. Ê ji xwe milaket jî ne wisa ne?

    3. Di navbera cihû, filîstînî, asûriyan û kurdan de têkiliyên dirokî, çandî û irsî heye.

    Gorayê lêkolînên arkeolojîk bermahiyên mezopotamyayê rê dide kû şoreşa neolîtîk berê li navenda Kurdistanê çêbûye ku di warê zanistî de navê vê herêmê Hîvika Adan (Fertile Crescent) (2) hatiye danîn, paşê pê bi pê bervî Filîstîn(Welatê cihûyan) û Mezopotamya ya Jêrin(Welatê asûriyan) çûye û li dinê bela bûye. Di vê çûyinê de kurdan rolek mezin lîstiye, çimkî ew bi xwe çûne û cihû û asûrî ji çûyina wan sadir bûne.

    Di eslê xwe de zanyarê ûrisî Pavel Dolukhanov û zanyarê kurd Mehrdad Îzady vê mijarê rind şirove dikin. Bi gotinan wan him di dema merûyên neanderthal’de û him jî di dema şoreşa neolîtîk de di navbera xelkên hindî-ewrûpayî û samî de, di navbera xelkên kurd, asûrî, filistînî, erebîstanî de herikandina genên irsî çêbûye. Loma di tuxubê ereb û ewrûpayiyan de, bi taybetî li Sûriyê, li Lubnanê ji ereban porzer, çavhêşin û can spî hene. Di kurdan de jî çav reş, por reş û can esmerên tarî hene.

    4. Dayikên kurdan serê dergûşên pêçekê bi paçan wer grêdane û pêçane ku serê zaroyên wan bi serê maran bişibe.

    Collins got: “Di wa demên kevn de dayikên dergûşên kurdan ji bo serê zarên wan mîna serê maran tûj û drêj bibin, bi paçan grêdidan û dişidandin.” Bi gotina wî mar heywanekî xurt û bi jahrî bû. Însan jê ditirsiyan. Dayikan jî bi wê baweriya zaroyên wan xurt bûn û ruhberê dora wan ji wan bitirse loma serê wan bi şidand û pihît girêdidan.

    Rast e, wekî hemû dayikên dinê dayikên kurdan jî dixwazin zaroyên wan xurt bin, bi çalak bin, jêhatîbin, jîrbin, di nav hevalên xwe de bi nav û dengbin, ji dujminên xwe netirsin. Lê dayikên kurdan serê zaroyên xwe grêdidin, ne ji bo serê wan bi serê maran bişibe. Bi min Collins di vir de di şaşiyê de ye. Kurd inya serê dergûşên xwe yê kiçik, ji ber ziya dê hatgirtin şûn de bi paçan, qimtikan, destmalên mezin grêdidin. Serê zaroyên mezin re jî kulih û kuman çê dikin. Gorayê dîtina min ser grêdayin û pêçan û kum lê kirin ne ji bo serê zaroyan mîna serê maran bibe. Ji bo du armancan serê zaroyan grêdidan. Yek: ji bo qiçik, pitik bi êşan nekeve; wek sorikê, halmewtê, xuriyê nekeve, sermê negire û wekî din. Ya dudya jî serê zaroyan li ser beriyê pan nibe. Hestiyê qafê zaroyên biçûk nermin, di hêlkanê de teşeya hêlkanê digre. Bi xilbe serê di hêlkanê de mezin bûbin li ser beriyê pan in û ji paş re kort in. Serê dergûşên darîn jî wisa ne. Ew hinekîn din ji yên hêlkanê grovertirin.

    Welhasil dêyên zaroyan serê zaroyên xwe yê pêçekê serên wan pirr pan nibe û bî êşan nekeve loma grêdidin û dinixêmin. Hîn jî wisa ye.

    5. Pirozbûyina Marê reş û Melekê Tawûs

    Collins di nava axaftina xwe de got: “Li kêleka deriyê Laleşa pîroz wêneyê marê reş heye. Marê reş gorayê êzidiyan pîroze.”

    Collins di axaftina xwe de têkiliya mar û Melekê Tawûs şirove nekir, yan jî tercûman gotinên wî rind wernegerandin.

    Îcar gorayê kitêba Collins (Meleklerin küllerinden) Marê Adenê tê Bihûştê û sêvekê diyarî Hewa yê dike. Ku ez ne şaş bim, gorayê bîr û baweriya Ola êzîdîtiyê marê reş(Marê Adenê) di bin zimanê xwe de Melekê Tawus(şeytan) derbasê Bihûştê dike û şeytan sêvek xweşik diyariyê Hewa yê dike. Hewa sêvê dixwe, çavên wê berê girtî ji hev vedibe, sêvê diecibîne û êw jî sêvekê diyariyê Adem dike.

    6. Ziyayê heftserî û li Kurdistanê cûreyên maran

    Collins got: “Min îro bihîst ku di nav efsane û mîtolojiyan kurdan de ciyê mar û ziyayan heye. Gorayê efsaneyek ku ez nuh pê hesyam, li paş hinek zinarên asê de ziyayek heftserî hebû ye û şervanan bi wî re şer kiriye.”

    Camêr xêra Belediya Amedê ev efsana nuh bihîst, heçku zarotiya me bi guhdariya van efsananan derbas bûbû. Ta nuha min di nivîsa kurdan de ev efsana nexwendiye. Beyî viya jî çi efsane hene li benda nivîsandinêne.

    Kurdistan ji hêla cûreyên maran de dewlemend e. Loma di çanda kurdan de ciyê maran pewîste. Di ‘Kovara Mehname’ yê de di nivîsa xwe ya bi navê ‘Mar û Ekolojî’yê de min bi dorfrehî qala maran kiribû û navên famîlya û 37 cûreyên maran dabûn. Ev nivîs di hejmara 53 an de hat weşandin.

    Mixabin mar li hinek derên wek habîtata xwe, cî û warê xwe, wek ciyê hêlîn û çêlikên xwe di parêzin û hinek mar hinek ciyan wek qûçan wek zinaran bi taybetî ji xwe re dikin milk û mekan, nahêlin tu heywan û însan nêzîkê wê derê bibin. Hinek cûreyên maran bi têr xwarinî û berînî mezin dibin, ji xwe razîne, carisin û bitirin. Gava çavên wan li heywan û însanan dikevin berra wan didin û ew marên êrîşker li ber çavên însên pirr mezin dibin. Dibe ku bi hinek însan jî vedabin û însan gelekî jê xof girtibin û tirsiya bin, taliyê wer mezin kiribin û kiribin ziyayê heftserî.

    Sûcê Collins nîne ku nuh ev efsana bihîstibe. Gava min guhdariya Collins kir ez gelekî jî xemgîn bûm ku me hîn mîtolojiya xwe nenivisandiye. Ji xwe Collins got: “Hevalekî min î kurd heye navê wî Prof. Dr. Mehrdad Izady ye.” Rast e, Prof Dr. Izady him kurd e û him jî dirokzanekî kurdan e. Min divêt li wê salonêProf. Dr. Izady li kêleka Collins ba û wî qala diroka Kurdistanê bikira, Collins jî qala mitolojiya Kurdistanê bikira wê xweştir biba. Hêviya min ewe ku di paşerojê de em guhdarî û temaşa Izady jî bikin, li Amedê. Dîsa hêviya min ewe ku hinek dirokzanên kurd wê mîtoljiya Kurdistanê binivisînin.

    7. Gorayê lêkolînên bermahiyan hunerê kurdan şopên modernîtê û razberi yê bi xwe re tînin.

    Bi rastî di nava bermahiyên Kurdistanê de pêykel û rolyefên ser keviran hatine derxistin û dîtin him modern in û him jî razber in.

    Collins di slaytên xwe de hinek pêykel û hinek rolyef rêdan. Pêykel însanên bi maran, bi masiyan dişibiyan bûn.

    Rolyefekî rovî pirr bala min kişand. Wer bi pîvan û xweşik hatibû çêkirin merû digot belkî rovîyê rastî ye û hima dike bireve. Min di romana Dewrêşê Evdî de roviyê xaşdaşiyê xwendibû, lê min nizanibû çiye. Wexta min di slaytê Collins te li bermahiyên Gobeklitepe(20 km. nêzîkê Ruha yê ye) li ser kevirê stûna mabetê wêneyê rovî dît, hat bîra min ku roviyê haşdaşiyê ev roviya ye(wêne yê3.).

    Encam

    Kurdistan bi dewlemendiya xwezayiya xwe Bihûşta derewîne(rastîne). Divê em bi hesûdî wê biparêzin, wê geş bikin.

    Ji bo zanyaran Bihûşta lêkolîn, lêgerînê ye. Bi rastî Kurdistan û hawirdora wê ji edebiyatê re, ji dirokê re, ji hemû beşen zanyari re ji hêla dewlemendiya mijaran de mîna cenetekê ye. Carna merû difikiri û dibêje: “Gelo çima em nekarin berhemên wiha amade bikin û biaxifin?” Hêvî û bawer dikim dê bibe.

    Ji her alî û hawayî de materyalê Kurdistanê bêhêd, bêpîvan û bêhesabe. Li benda zanyarên ji malê ye. Dest bavênê.

    Çavkanî

    Izady, Mehrdad, 1992. THE KURDS: A concise Handbook. Taylor&Francis, Inc. Washington. YDE.
    Dolukhanov, Pavel.1998. Eski Orta-Doðuda Çevre ve Etnik Yapý. Ýmge Kitabevi. Ankara.

    Berdest
  • Hejmara nû
  • Hemû hejmar
  • Hemû pirtûk
  • Hemû nivîskar
  • Werger
  • Nûdem
  • Ferheng
  • Lînk


  • [ Mehname | Ev hejmar | Diyarî | Gelêrî | Helbest | Mizgînî | Name | Nirxandin | Nûçeyên çandeyî | Pexşan | Weşan | Pozname | Ziman | Zarok | E-mail ]

    Ev malper herî baş bi INTERNET EXPLORERê tê dîtin. This site is best viewable with the INTERNET EXPLORER.

    Têkilî: mehname@yahoo.com
    Contact us: mehname@yahoo.com

    Copyright ©1999- MEHNAME. Hemû maf parastî ne. All rights reserved.