Serrûpel Hejmar 54, tîrmeh 2004

Naverok
  • Diyarî
  • Nivîsar
  • Helbest
  • Pexşan
  • Weşan
  • Nûçe
  • Zarok
  • Ziman
  • Gelêrî
  • Mizgînî
  • Name
  • Pozname

  • Nirxandin
  • Dr. Felat Dilgeş: Bang bo yekkirina alfabeya kurdî
  • Serhad Bapîr: Başûrê Kurdistanê û alfabeya kurdî-latînî
  • Eyibê Milî: Andrew Collins û mîtolojiya Kurdistanê
  • Hekar Findî: Dengê her zindî: Tehsîn Teha
  • Lorîn Hêvîdar: Kongra-Gel dîsan tûşî dijwariyan
  • Bûbê Eser: Roj hatiye, dem derbas dibe!
  • Fuad Sîpan: Doza Metin Kaplan û hiqûqa siyasîbûyî

  • BAŞÛRÊ KURDISTANÊ Û ALFABEYA KURDÎ YA LATÎNÎ
    Serhad Bapîr: serhed@otenet.gr


    Kurd di dema me da, qenebî bi du alfaban dinivîsînin. Li rohilat û başûra Kurdistanê bi alfaba kurdî a bi tîpên erebî, li bakûr, li başûra piçûka Kurdistanê û li komarên Sovyeta berê jî, alfaba kurdî a bi tîpên latînî bi kartînin.

    Bi karanîna du alfaban, di warên danûsitandin, agahdarî, parvekirina berhemên edebî û hunerî, zanyarî û sîyasî da pirsgirêkên mezin derdixe pêş neteweyê Kurd. Kurdistana ku bûye çar perçe, di alîyê alfabê da jî bûye du perçe. Kurd nikarin bi hêsanî ji hev fêhmkin, dema ku kurd baş ji hev fêhmkin, hingê ê zûtir bibin xwedî hizrekî netewî. Di rewşekî da ku, li çarmedorê welatê me da dewletên xêrnexwazên dagirker bi nexşe û plan dixwazin berbanga azadîya Kurdistanê li başûrê welatê me da vemirînin; hewcedarîya Kurdan bi yekbûnê û jihev baş fêhmkirinê heye.

    Li bakûra Kurdistanê, polîtîkaya asîmîlekirina zimanê kurdî a dewleta Tirka ev 80 salin ku didome. Lê belê zêdetir jî, ji salên 1980 yan pê ve, bi awekî giştî, bi ketina televîzonê di nav malên piranîya kurdan, çerxa hêrandina ziman û kesayetîya kurdî bi leztir zivirî. Ev polîtîka ya ne mirovane, ji salên 1990 an pê ve, bi şewitandin û wêrankirina bi hezaran gundên Kurdan, bû xwedî derfetên nû. Gund cîyên ku dewleta tirka lê herî qels bû, îmkanên dewleta Tirkan tunebû ku çewa ku li bajarên Kurdistanê dikir; polîtîkaya asîmîlasyonê li gundan da jî bajo. Lokomotifa zimanê kurdî, gund û qesebeyên kurdistanê bû. Piştî salên 1990 î, bi mîlyonan gundîyên kurd, bi darê zorê ji warê xweyên bav û kala hatin derxistin. Zimanê kurdî jî, ji rayên xwe yên jîyanê ber bi qutbûnê va diçe.

    Tevgera netewî a Kurdî ku di salên 1970 yan pê ve şax veda, giringîya pêdivî neda zimanê kurdî. Rêber û qadirên asimîlebûyî; xortên kurda bi zimanê tirkî jibo doza marksîzmê û Kurdistanê perwerde dikirin. Vêca Kurd destpêkiribûn xwe bi xwe asîmîle dikirin. Bê guman hin kesên zana û xwedî xîret hê ji wê çaxê va, li ser hîmê bingehîn a netewa Kurd, li ser zimanê kurdî dixebitîn. Ev polîtîka çewt a Kurdan di dawîya salên 2000an gihîşte wê sosretê ku piranîya qadir û endamên tevgera netewî a Kurda, ku ew 10, 20 û hinkî jî 30 salbûn ku di nav refên tevgera kurdî da bûn, lê belê bi zimanê xwe nizanibûn an jî nikaribûn bi zimanê xwe, xwe îfade bikin. Dema ku halê Kurdên ku bi Kurdbûna xwe hisîyane wusa be, îca emê ji Kurdên ku hê bi Kurdbûna xwe nehisîyane çi lomeyan bikin.

    Li başûra piçûk a Kurdistanê jî, her çiqas dîmenê zimanê kurdî hewqas xirab nînbe jî, jiber qedexeya li ser zimanê kurdî, rê li ber pêşveçûna zimanê kurdî hatîye girtin.

    Başûra Kurdistanê ku niha gihiştîye statukekî baş, dikare mil bide Bakûr û başûra piçûk a Kurdistanê. Kurdên başûr bi zimanê dibistan û zanîngehên xwe, bi radyo û televîzyonên xwe, bi rojname û kovarên xwe dikarin werin hewara me. Li Kurdistana Federal da, zimanê resmî kurdî ye, li ser pere, pasaport û ewraqên resmî yê Îraqê, li kêleka zimanê erebî ê zimanê kurdî jî hebe. Jibo ku, em Kurdên ku di bin xetera asîmîlasyon û tunebûnê dane ji van destkeftîyên ziman, xwenasîn û nasnama kurdî siûd werbigrin divê ku Kurdên başûra Kurdistanê derbasê alfaba kurdî a bi tîpên latînî bibin. Dema Kurdên başûr derbasê alfaba kurdî a latînî bibin; ew bayê ziman û serbestiya kurdî ê xwe zûtir bigihijîne bakûr û başûre piçûk a Kurdistanê û bi mîlyonan Kurdên dervayê welat. Dema ku demekî kin da hinkî aramî were heremê; ê her roj bi hezaran Kurdên ji bakûra Kurdistanê jibo karên ticaret, naklîyat û turîzmê herin Kurdistana Federal. Dema ewraq, navên tişt miştan û weşan bi kurdîya latînî bin; hingê sefera wan kurdan dibe wek sefera dersên zimanê kurdî. Ê hingê Kurd baştir ji xwe û zimanê xwe bawerbin. Ê hingê li bakûra Kurdistanê baştir û hêztir doza azadîya ziman û nasnama xwe bikin. Divê ku em jî bîrnekin; dema ku %99 ên Kurdên bakûr alfaba kurdî a erebî dibînin, ew qet pê dernaxin ka ev nivîs kurdî ye an erebî û farisî ye. Gelek caran hatîye gotin ku ferbûna alfaba kurdî a bi tîpên latînî, ji a bi tîpên erebî hem hêsantire û hem jî ev alfabe bi teknolojîya nûjen ra lihevhatî ye, lê mebesta vê nivîsa min ne van alîyên alfaba kurdî a latînî ye.

    Ji nîvî zêdetirê Kurdan li bakûr û başûrê piçûk a Kurdistanê dijîn û jiber polîtîkayên qedexeker ên dewletên dagirker, zimanê kurdî di bin xetera man nemanê da ye. Bira yên meyên başûra Kurdistanê divê werin hewara me. Em dixwazin destkeftîyên wan parvekin. Em dixwazin bi rêya destkeftîyên wan werin ser xwe û ji mirina zimanê kurdî bifilitin. Ê hin kes bipirsin, ma bi heman awayî Kurdên rojhilata Kurdistanê jî, bi rêya alfaba kurdî a bi tîpên erebî ji başûra Kurdistanê siûd wernagirin? Bê guman ku wusa ye. Lê li wir herçiqas perwerdeya bi zimanê kurdî tunebe jî, bi karanîna zimanê kurdî ne qedexe ye, navên Kurd û Kurdistanê ne qedexe ne, bi dehan radyo û TV nên heremî ên dewletê bi kurdî weşanan dikin, ya herî giring jî, li wir sîyasetekî nemirovane wek ya dewleta Tirkan a li himber ziman û nasnama kurdî bi dirêjîya 80 salan da nemeşîya ye.

    Bê guman li başûra Kurdistanê bi xwe da gelek pirsgirêkên din jî hene ku bi zimanê kurdî va girêdayî ne û hêvîya çareserkirinê ne: Wek pirsa perwerdeyê li navçe û bajarên ku nû hatine rizgarkirin... Her çiqas zimanê kurdî yek ji du zimanên fermî yên Îraqê hatibe qebûlkirin jî; heta niha tu serok û wezîrên Kurd di organên rêvaberîya Îraqê da, li pêş Erebên Îraqê, bi zimanê kurdî nepeyîvîye û ramanên xwe bi rêya wergeran negihandîye Erebên Îraqê. Her wusa di danûsitandinên nav dewletan da jî vî mafî bikarneanîne. Wexta mafekî di pratîkê da nayê bi karanîn; ew maf li ser kaxid dimîne. Em bala xwe didinê Kerkuka ku ji alîyê Parlementoya Kurdistanê va wek paytexta Kurdistana Federal hatîye îlankirin da; Encumena rêveberîya bajêr ku heta niha ji 50 carî zêdetir civînên xwe çêkirîye, di civînan da tenê zimanê erebî hatîye karanîn, bi gotinekî dinê, endamên Kurd ên encumenîya bajêr jî bi zimanê kurdî beşdarê civînê nebûne û bi erebî axaftine...Li herema Kurdistanê piştî 13 salan hê jî piranîya tabela, navên dikan û şîrketên ticarî bi zimanê erebî ne. Eşya û malên ku ji Tirkîye û ji Ýranê tên bazara Kurdistanê, bi ambalajên zimanên tirkî û farisî, bêy ku tu agahdarîyên bi zimanê kurdî jî li ser hebe tên firotin. Kurd bi qanunekî parlementoya xwe, dikarin hemu tabela û navên şîrketan têxin bi zimanê kurdî, herweha ew mal û eşyayên ku li bazara Kurdistanê da tên firotin; divê bi mecbûrî agahdarîyên bi zimanê kurdî jî li ser wan hebin. Kurd divê lîberalîzma aborîyê bi kêrî zimanê xwe bînin. De vêca ku alfaba kurdî a bi tîpên latînî li wir were qebul kirin, hingê coxrafya û demografîya xwezayî a Kurdistanê ê bi alfabekî ku ji ya Ereban cudaye, were tekuz kirin.

    Pirsa alfaba kurdî a bi tîpên latînî tercîhekî ye. Ango Kurdên başûra Kurdistanê gelo ê bixwazin rê li ber têkçûn û wendabûna zimanê kurdî li bakûra Kurdistanê bigrin an na? Gelo ê bixwazin bayê azadîyê û hişê Kurdbûnê ku li wir xwirt geş dibe, derbasî bakûra welatê wan jî bibe an na?

    Şertên dîrokê îroj vî barî dayê ser milên Kurdên başûr da ku bi alfaba kurdî a latînî alîkarîya birayên xwe bikin, birayên wan yên ku di alîkî da, di rojên zehmet û dijwar da her bi wan ra bûne û di alîyê dî da, bi sîyaseta xwe ya çewt, ji ziman û çanda kurdî dûr, bûne bela serê wan.

    Serhad Bapîr, 7/6/2004.

    Berdest
  • Hejmara nû
  • Hemû hejmar
  • Hemû pirtûk
  • Hemû nivîskar
  • Werger
  • Nûdem
  • Ferheng
  • Lînk


  • [ Mehname | Ev hejmar | Diyarî | Gelêrî | Helbest | Mizgînî | Name | Nirxandin | Nûçeyên çandeyî | Pexşan | Weşan | Pozname | Ziman | Zarok | E-mail ]

    Ev malper herî baş bi INTERNET EXPLORERê tê dîtin. This site is best viewable with the INTERNET EXPLORER.

    Têkilî: mehname@yahoo.com
    Contact us: mehname@yahoo.com

    Copyright ©1999- MEHNAME. Hemû maf parastî ne. All rights reserved.