Miletê Kurd, li gel çar sînorên ku ew ji hev qetandine, bi sê sînorên din jî ji hevdû hatiye dûrkirin: Sînorên Alfabê. Herwekî tê zanîn, hê ji Kurd bi sê alfabeyên cihê diwxînin û dinivîsin. Ev alfabe Latînî, Erebî û Krîlî ne. Sê alfabeyên cihê, hem xesareke mezin didin zimanê Kurdî, hem jî rê li ber ji hev fêmkirina Kurdan digirin; çiqas diçe devok û zaravayên Kurdî ji hev dûr dikin.
Ev alfabeyên cihê, ji her çar sînorên ku bi zora dijmin hatine danîn bêtir Kurdan ji hev dûr dixin û xesareke mezin didin yekîtiya zimanê Kurdî û bi taybetî jî yekîtiya civata Kurd. Vê radeya ku zanîn û teknolojî gihiştiyê û di warê ragihandinê de sînor rabûne, ya ku me Kurdan ji hev dûr û bêhay dihêle, ji sînorên dijmin bêtir, hebûna alfabeyên cihê ne.
Bihesibînin, eger em Kurd, xwedan alfabeyeke yekbûyî bûna, kitêbên me, rojnameyên me, heta her cûre çalakiyên me yên nivîskî bi vê alfabê bihatana weşandin, li dibistanên me yên heyî ev alfabe bihata xebitandin, îro emê hê bêtir nêzikî hev bûna û li hember bûyerên ku netewa me eleqedar dikirin, meyê jî bi yek dengî helwest bigirta, hesasiyet û ruhîyeta me ya mîllî xurttir bûya. Di rewşeke weha de, rojnameyeke ku li Erbîl, Mahabat an li Silêmaniyê derdiket, di eynî rojê de dikaribû li Diyarbekir, li Stenbolê û li hin navendên Ewrûpa jî derketa. Riya Teze ya ku li Erîwanê derdiket, eger ji ber sedemên ekonomîk me nikaribûya li Diyarbekir û derên din derxista jî, bi riya Înternetê ewê jî di xizmeta gelê Kurd de bûya.
Îro em ji kirinên weha bêpar in, çimkî sînorê alfabê di navbera me de ye. Li Kurdistana Başûr, li yekem perçê welatê me yê azad jî, li vê dera ku zimanê me zimanê dewletê ye, em Kurdên perçeyên din, em dikarin di kuçe û kolaneke Zaxo de jî hunda bibin. Ji ber cihêtiya alfabê, bi ser ku bi zimanê me hatine nivîsîn, em nikarin navê kuçe an kolanekê jî bixwînin.
Ji her sê alfabeyê cihê, tenê alfaba Latînî bersiva dengên zimanê me dide û li zimanê me tê. Ne alfaba Erebî û ne jî ya Krîlî li bejn û bala zimanê Kurdî nayê. Ev alfabe zimanê me teng û stewr dikin; xweşî, geşî û dewlemendiya zimanê me bi van alfaban dernakeve meydanê. Ev alfabe, wek kirasekî teng û bi pîne, wek kirasekî bi deyn û emanet, bi xweşî, geşî, bedewî û dewlemendiya zimanê me nakevin.
Dîsa ev alfabe, me ji dinya hemdem dûr dixin. Me li derveyî gerdûnîbûn û globalîzbûna dinyayê dihêlin. Alfabe Erebî, wê hergav me di bin bandûra dinya Ereban de bihêle. Sedemên dînî, siyasî û dîrokî, dikare Ereban hişk bi vê alfabê ve girê bide, lê ji bo me tu sedemek weha tune. Em çiqas zûtir ji vê alfabê xelas bibin, emê ewqas zûtir yekîtiya xwe pêk bînin û bi dinya hemdem re bibin yek.
Çimkî riya yekitiya netewî, di yekîtiya alfabê re derbas dibe. Heta ku em Kurd sînorên ku bi van alfabeyan di navbera me de hatine danîn ranekin, emê nikaribin bibin yek. Çimkî ev sînor, ji sînorên ku bi têl û bi keviran hatine danîn û bi mayinan hatine dagirtin asêtir in. Bêtir xesarê didin yekîtiya me û bêtir me ji hev dûr dikin, me ji hev re xerîb dihêlin.
Dewleta Tirk, di sala 1928an de, bi biryareke siyasî dev ji alfaba Eerbî berda û di her eynî salê de derbasî alfaba Latînî bû. Bi ya min ev şoreşa Tirkan a herî mezin bû. Tenê havîna sala 1928an, ji bo dema amadekarî û derbasbûna alfaba Latînî têr kir.
Desthilatiya siyasî ya Kurdistana Başûr, bêyî ku bi derengî bikeve vê havînê dikare bi biryareke siyasî alfaba Kurdî ya Latînî qebûl bike û têke jiyanê. Di warê teknîkî de şertên îro, hezar qat ji yên sala 1928an çêtir in. Ji bo vê yekê, tenê îradeyek xurt û biryardarî pêwist e. Qet şik tune ku gaveke weha pîroz û manîdar, wê ji alî dinya hemdem ve jî bê destekkirin.
Divê mafê Dewleta Federe ya Kurdastanê hebe ku alfaba zimanê xwe bibijêre. Heta do, rejîma Bexdayê ji bo vê yekê behane dihat nîşandan, lê îro êdî ev bahane jî rabûye. Lomo divê îdara Kurd bi lez û bez vê biryara dîrokî bistîne. Bawer bin ev biryar bi qasî îlankirina dewleteke serbixwe grîng û manîdar e. Biryareke weha, wê bi milyonan miletê Kurd şa bike û ji alîkî ve jî sînorên siyasî yên navbera wan jî sist û bêkêr bike.
Divê tu tişt, ji bo avêtina vê gava dîrokî sedem û behane neyê nîşandan. Ev mesele pirseke jiyanî, pirseke netewî ye. Çimkî her milet bi zimanê xwe milet e, gava ku zimanê wê hebe heye. Ji bo sitandina biryareke weha, mîrasa bi Erebî nivîsandinê jî tu car nikare wek behane were nîşandan. Tirkên ku 500-600 salan ev alfabe di tecrûba xwe ya Împaratorî de xebitandin dev jê berdan, çima em Kurd nikarin dev jê berdin?
Hê ji beriya şerê Cîhanê yê Yekem ve, hin ronakbîrên Kurd pirsa dev ji alfaba Erebî berdan û ji bo Kurdî xebitandina alfaba Latînî anîbûn ziman. Ji ber ku Kurdan di warê siyasî de şikest xwar, ev proje, li gel hewildana Celadet Bedirxan a salên 1930î jî, di nav tevahiya Kurdan de bi ser neket û li hin perçên welatê me bi qasî sed salan dereng ma. Ji îro pê ve ev kar, çiqas bi derengî bikeve, wê ewqas bêtir miletê Kurd biêşîne û birîndar bike.
Banga min li desthilatiya siyasî ya Kurdistana Başûr e. Vê havînê, hê ku wext derbas nebûye li hev rûnên û biryara qebûlkirina Alfaba Kurdî ya Latînî ya ku Mîr Celadet Alî Bedirxan li netewa me diyarî kir, bigirin û bi lez bez têxin jiyanê. Bila payizê zarûkên Kurd bi alfaba Latînî dest bi dibistanên xwe bikin. Di vê navê de bila her Kurd navê avahî, dukan û karên xwe, hukûmet navê kuçe û kolanan bi Kurdî binivîse; lewheyên li ser riyan bi alfaba Latînî bên amadekirin. Televizyonên Kurd, nûçeyên xwe, di ekranê de, bi alfaba Latînî bi nivîskî jî bidin. Hemû kovar û rojname bi alfaba Latînî bên derxistin. Li seranserê welat seferberiya alfaba Latînî bê lidarxistin. Ji bo bikompîtûrkirina dibistanên Kurdistanê, li Ewrûpa kampanyayên alîkariyê bên vekirin.
Ev bang, di serî de ronakbîrên Kurd, li tevahiya miletê Kurd e jî. Werin em van sînorên şermê yên ku li pêş yekitiya me ya netewî bûne asteng, ji navê rakin. Bes e ev tarûmarî, bêserîtî û bêpergalî. Madem em miletek in, madem zimanê me yek e, bo çi em hemû bi alfabeyekê nexwînin û nenivîsin? Ji bo çi emê roj bi roj ji hev dûr bikevin û hev fêm nekin, ji bo çi emê ji hev perçe bi perçe bibin û bi ser nekevin? Îro, tenê zimanek yekbûyî dikare li hember êrîşên li ser netewa me raweste. Riya vî zimanê yekbûyî jî di yekîtiya alfabê re derbas dibe.
Werin em çareyeke esasî ji vê tevlihevî, serêşan û sergêjiya alfabê re bibinin. Berpirsiyariya dîrokê, qebûlkirina afabeyeke yekbûyî, li ser tevahiya miletê Kurd ferz dike. Desthilatiya siyasî ya Kurdistana Başûr, bi tu awayî nikare ji vê berpisiyariya dîrokî bireve. Roj roja gavavêtinê ye. Divê em baş biznibin ku yekîtiya ziman di yekîtiya alfabê de, yekîtiya netewî jî di yekîtiya perwerdehî de derbas dibe.