Bû du roj Medya Tirkîyê bi xetên qalindên sor, peywendîyên Kurdan û
Îsraîl ji manşetê didin. Pisporên eskerî yên Îsraîl, eskerê Kurdan perwerde dike, ji perwerdeyê zêdetir, ji bo operasyonan perwerde dike, Medya Tirk dibêje. Meselekî heye dibêjin; "fikrên Şex çibe wê zikrên Şex jî ew be."
Nûçegihanê Kovara New Yorkerê, Seymour Hersh, di nivîsek xwe de dibêje;
Pisporên eskerî yên Îsraîl li Kurdistanê, eskerê kurd perwerde dike. Medya Tirkîyê ji gotina operasyonê pêve girêdaye û dibêjin; Îsraîlî Kurdan ji bona operasyonan li Îran û Sûryêyê bikin, perwerde dike. Bi gorî Medya Tirkîyê, Emerîkî û Îsraîlî nikarin li wan devera operasyonan bike, li benda alîkarîya kurdan maye!
Dema balefirên Îsraîl diçin nêzîkê Şamê bombe dike, pêwîstîya wan bi alîkarîya Kurdan tune, çima niha kurdan ji bo operasyonan perwerde dike. Ji bilî Îsraîl, kesek din tune ku eskerê Kurdan perwerde bike... Dewleta Tirk ji ruxandina rejma Sedam Husyîn virde, dibêjin; Îsraîla duyemîn li bakûrê Îraqê çêdibe.
Gelo ji bilî Kurdan, dewletên din pêywendîyên wan bi Îsraîl re tune?
Bi kêmasî her mehê carê rayedarên Filistîn û yê Îsraîl, bo li hev hatin rûdinên. Hemî dewletên Ereb û yên Musulman ji bilî Îranê, peywendîyên wan bi dewleta Îsraîl re hene û tu kes behsa vî yekê neke.
Dewleta Tirk yek ji wan dweletên herî pêşî ye ,ku dewleta Îsraîl
naskirî û hevkarîya Tirkîyê û ya Îsraîl di warê eskerîde, di dereca herî bilindaye, lê tu kesekî behsa vî yekê nake.
Dewleta Tirk, xwedî dek û dolabên genî ye. bi vê helwesta xwe ya qirêj,
Dixwaze Miletê Kurd di nava gelê Musulman de bi tenê bihêle. Dewlewta Tirk bi nave Îslama Pîroz bi tayîbetî dujminatîya Îsraîl xistîye mejûyê Kurdên Musulman û bi belavkirina van nûçeyan, di xwaze Kurdan li dijî Kurdan fît bike.
Kurd jî wek her Miletî, xwedî ax û welat û esker e. ji bona perwerdeya
eskerî çi pêwîst wê bike. Gelê Kurd di rojhilata navîn de dijîn û divê Kurd li gel ciranên xwe di aramî û aştîyê de bijîn û wê peywendî wan li gel her welatî hebe û yek ji wan welatan jî Îsraîl e.
Ger peywendîyê Kurdan û Îsraîlîyan hebe, Divê Tirk û Ereb û Faris ji
xwe bipirsin, çima Kurd têkilî bi Îsraîl re datînin? Ji polîtîka xwe ya înkar û tunekirinê bipirsin, ji wêrankirina gund û bacarên Kurdan bipirsin, ji qetlîamên hovane bipirsin...