Serrûpel Hejmar 54, tîrmeh 2004

Naverok
  • Diyarî
  • Nivîsar
  • Helbest
  • Pexşan
  • Weşan
  • Nûçe
  • Zarok
  • Ziman
  • Gelêrî
  • Mizgînî
  • Name
  • Pozname

  • Nirxandin
  • Dr. Felat Dilgeş: Bang bo yekkirina alfabeya kurdî
  • Serhad Bapîr: Başûrê Kurdistanê û alfabeya kurdî-latînî
  • Eyibê Milî: Andrew Collins û mîtolojiya Kurdistanê
  • Hekar Findî: Dengê her zindî: Tehsîn Teha
  • Lorîn Hêvîdar: Kongra-Gel dîsan tûşî dijwariyan
  • Bûbê Eser: Roj hatiye, dem derbas dibe!
  • Fuad Sîpan: Doza Metin Kaplan û hiqûqa siyasîbûyî

  • Lêgerînek li nav baxê Wêjeya Kurdî li Cizîra Binxetê
    Konê Reş koneresh@hotmail.com


    Dema roj mirina sinbilên genim bi çavê serê xwe dibîne bê hemdî xwe hêsrên zevîyan bi tîrêjên xwe ziwa dike, di şikeftên salan de cih dizên û bang dikin... bi hêz li zarokên xwe yên xerab radibin ewên ku rojên wan çirandin û dîwarên wan herifandin û bênderên wan wêran kirin...; ji aliyê din ve landika zaroyên xwe yên çê û wefadar dihejîne, ewên ku hewl didin xwe ji bo avakirina her cihekî wêran û pînekirina her çihekî çiryayî, ewên ku çelengî û mêraniyê li her derî diçînin û ronahiyê li her goşeyên reş belav dikin, da ku karibin bidin pey armancên hêja û qenc ew armancên ku dikevin xizmeta jiyan û mirovantiyê.

    Cizîra Binxetê devereke bi hêz û qewîne di nav cihan de, ronahîyê li ser bênderên xwe dicivîne, rengên kulke zêrîn di asmanê xwe de belav dike û peyvên ku ji hinavê wê derdikeve li ser peravên demên kûr û dûr dûrêzî hev dike, ew demên ku tîrêjan ji rokê didize ji bo xemilandina wan pênûsên ku basa xaka ku leheng anîne û asmanê ku barana serkeftinê barandiye; eve wêjeya Kurdî li Cizîra Binxetê, radihêje qamçiyê xwe û her sibeh û her êvar bi vî qamçî li êş û birînên me dide.

    Her wêjeyek destpêk û qonaxên wê yên renge... reng hene, em dibînin ku rewşa rewşenbîriya Kurdî bi zor xwe li ser lingan digre, nû tena... tena dimeşe û li vir ez dixwazim destpêk û qonaxên bingehîn ji rewşenbîriya Kurdî li Cizîra Binxetê vekolim, ew destpêkên ku di qonaxên giring û bi ber di dergehê dîrokê de derbas bûn; bi rêka van destpên ronîdayî emê derbasî nav rûpelên tevgera rewşenbîriya îroyîn bibin.

    Destpêka wêjeya Kurdî ya nivîsandî li weşadina kovara Hawar ê vedigere ewa ku Mîr Celadet Alî Bedir-Xan weşand di sala 1932 ê li bajarê Şama şerîf û li nav Kurdên Cizîrê jî dihat belav kirin; belê akam û bandora yekem bi saya dîwanên Melayê Cizîrî û Mele Ehmedê Xanî û bi saya tekiyên olî ku ku bajar û bajarokên Cizîrê di wê demê de belav bûn wek Xizna, Til Merûf, Hilwe, Êndîwerê, Amûdê û Qamişlo; hem jî rol û akama dengbêjan pir mezin bû di parastina zimanê Kurdî de wek Silo Koro, Omerê Kor, Demir Elî, mala Şêxê Nado, mala Remo... û tev dengbêjên kilasîk li devera Cizîrê; pişt vî nifşî re rola nifşekî din hat ew jî ne kêmî rola pêşîn bû wek Rifet Darî, Aramê Dîkran, Seîd Yûsif, Mehmûd Ezîz, Mihemed Şêxo... û gelekên din ku peyva Kurdî ya resen di nav têlên dengê xwe de parastin.

    Piştî vê qonaxê rola pênûsan tê, ku peşdarî di ronîkirina rûpelên kovara Hawar ê de kirin bi rêka rist û helbestên xwe wek Cegerxwîn, Osman Sebrî, Qedrî Can, Dr. Nûrdîn Zaza, Mele Ehmed Namî û Reşîdê Kurd û gelek kesên din; lê mixabin piştî ku kovar rawestiya gelek kesan ji van rewşenbîr û helbestvanan dev ji karê wêjeyî berdan û dest bi karê sitasî kirin û hin kesan jî ji ber tirsê dev ji karê xwe berdan û gelek kesan jî ji ber feqîrtiyê û bi destxistina gepa nanê rojê devê pênûsên xwe girtin, lê Cegerxwîn ji ber akama êş û birîna miletê xwe berdewamî di afirandina xwe de kir bi wêrekbûn, bê tirs û bê xem meşiya û li kesekî nesekinî giha ku derê û nivîsand, li ser dîwarên mala xwe, li ser dîwarên zindan û girtîgehan, li ser rûberê balgeha bin serê xwe... ta roja dawîn ji jiyana xwe wî pênûs ji dest xwe berneda ji bo karibe her êş û birînan, kêf û şadiyan... her tiştê ku pêrgî wî bê bigre û nema berde...; weha ta em digihêjin nifşê melan ewên ku ketin bin akam û bandora Melayê Cizîrî û Melayê Xanî û Feqehê Tîran wek Mele Nûrî Hesarî, Mele Ehmedê Palo, Mele Ehmedê Zivingê, Mele Ebdiselam Nacî, Mele Tahir, Şêx Ehmedê Şêx Salih û gelekên din; piştî vî nifşî em dighêjin nifşê van helbestvana Tîrêj, Yûsif Berazî, Omerê Lelilê, Keleş û Konê Reş...; li vir seydayî Cegerxwîn hewl da xwe ku wê valahiya rawestandina kovara Hawar ê bigre û dest bi weşandina kovarakê kir bi navê Gulîstan di sala 1968 ê de, û ji vê pêngavê pêngavên din çêbûn, wek Mecîdê Haco û Mele Tahir kovara Gelawêj weşandin di sala 1979 ê de û Mele Hesenê Kurd kovara Agahî weşand di sala 1980 ê de, lê mixabin ku ev kovar tev ketin û di weşandina xwe de berdewam nekirn, nikarîbûn wê valahiyê dagrin û wêjeya Kurdî li Cizîra Binxetê bighînin asteke bilind.

    Di destpêka sala 1980 ê, karwanên rewşenbîrî ji Kurdistana bakur û başûr ji ber zilm, zor û sitemkariyê xwe berdan Sûriyê û li vir qonaxekê din roleke taybet di hola wêjeya Kurdî li Cizîra Binxetê lîst, gelek ji qatên ekteletul û enteljinisya Kurdî, xwediyên xwendina bilin xwe berz kirin, hingê wêjeya Kurdî ji vejiya û geş bû, û bi rengekî taybet piştî vegera rewşenbîrên ku li dervî welat dijyan ku bi livandineke rewşenbîrî rabûn û berî her tişt dest bi hînkirina zimanê dê kirin ew jî bi rêka weşandina kovara Stêr, hingê helbestvan, nivîskar û rewşenbîr şad û bextiyar bûn bi vebûna dergehekî nû li ber wan, li dora Stêr ê civiyan û ji bo berzkirin û eşkerekirina dengê wêjeya Kurdî bi rêka dengên wan, bi saya vê kombûnê hêz û navtêdan bi Rezo Osê û Zagros Haco re çêbû ku korsên zimanê Kurdî li nav rewşanbîrên Cizîra Binxetê vekin; ji aliyekî din ve kovara Pêşeng bi zimanê Kurdî û rojnameya Gel bi zimanê Erebî ji rex şehîdê nemir mamoste Samî Ebirehman hatin weşandin, bi vê kovar û rojnameyê akam û navtêdan dan Kurdên Cizîrê û xwendin û nivîsandin bi wan şêrîn kirn û ew serwextî gelek ode û goşeyên rewşenbîriya Kurdî kirin.

    Bi rengekî berfireh û cidî em karin bibêjin ku hatina rewşenbîrên Kurd ji komara Ermînya – Sovyata berê – qonaxeke giringe û roleke wê ya mezin hebû, helbestvan û nivîskarên Kurd yên ku ji Ermînya hatin Cizîrê rolek qewîn lîstin di şiyarkirina rewşenbîrên Cizîrê de, ew hay kirin ku çavên wan li pêmayên bav û kalên wan be li kultur û floklorên wan be û şîreta wan ya herî buha û zêrîn ku guhdariyê li zimanê Kurdî bikin û ji wan Dr. Celîlî Celîl, Ordîxan Celîl, Tosinê Reşîd, Eskerê Boyîk, Teymûr Xelîl Miradof, Şeref Aşîriyan û Elî Ebdirehman û gelekên din.

    Romannivîs Bavê Nazê rolek wî ya berçav hebû bi rêka çîrok û romanên wî û bi taybetî romana Çiyayên Bi Xwînê Avdayî; bê goman em nikarin rola stiranên hunermend Şivan Perwer yên netewî û Kurdperwerî ji bîr bikin.

    Lê di sala 1984 ê de mirina Seydayê nemir Cegerxwîn birînek kûr di dilên rewşenbîrên Kurdan de vekir lê birîna rewşenbîrên Cizîra Binxetê ji ya tevan xedar û dijwartir bû, bi hezaran xort, keç, kal, jin, mêr û zarok di kolan û sikakên Qamişlo bi laşê wî de herikîn, akama vê serboriyê cihekî kûr di derûna rewşenbîran de kola, piştî nirx û qedrê Cegerxwîn dîtin û piştî ku her sal bîranaîna wî ya salane li dar diket, bi xwe hisiyan û bi dilkî gerim li pênûsên xwe vegeriyan.

    Belê serborîya herî reş û mezin ku giyanê her Kurdekî qelaşt û derşna wî hejand... erê her Kurdek li seranserî dinyayê bê cudaahî, birîna Enfalên deng pîs û kujtara Helepça şehîd di sala 1988 ê de, di vê salê de rewşenbîrên Kurd li Cizîrê ev êş û birîn kirin bumbeyên ber teqandinê bi rêka pênûs û peyva dijwar ji karibin van serboriyên reş pirotesto bikin, dest bi li darxistina şevbuhêrkên helbestan kirn û di hevdîtinên rewşenbîrî de li hev kom bûn û kuştin, wêranî, zilm, zor û setemkarî bi rêka dengên helbestvan û nivîskaran pirotesto kirin.

    Hem jî weşandina kovar û rojnameyên serbixwe û yên partiyên siyasî bû alîkar ji van dengan re û ji geşbûna rewşenbîriya Kurdî re wek kovara Xunav 1986 ê, kovara Gurzek Gul 1989 ê.

    Piştî serhildana melyonî ya pîroz li Kurdistana başûr, wêjeya Kurdî li Cizîrê derbasî qonaxekê nû û ewarte bû, qonaxeke ku ji hemû qonaxên berê akam, hêz û navtêdan da rewşenbîr û nivîskaran û rê li ber nivîskarên cidî vebûn li her bajar û bajarokên wê li Qamişlo ewên ku bi zimanê Kurdî dinivîsin wek Rezo Osê, Konê Reş, Ferhad Içmo, Dildar Mîdî, Xelîl Sasûnî, Derwîş Derwîş, Hadî Behlewî, Ebdilbaqî Huseynî, Qado Şêrîn, Ferhad Çelebî, Mihemed Şêxo û Hefîz Ebdirheman...

    Û ewên ku bi zimanê Erebî dinivîsin wek Ibrahîm Elyûsiv û Koma Hevdîtina Sêşemê, Ehmed Ismaîl, Ibrahîm Mehmûd, Taha Xelîl, Mişel Temo, Elî Elcizîrî...

    Li bajarê Hesekê
    Seydayê Tîrêj, Salihê Heydo, Mehmûd Sebrî, Dr.Mihemed Bekiro, Rêwî û Ebidrehman Alûcî....

    Li bajarê Serê Kaniyê
    Yûsifê Berazî, Lawkê Hajî û Dîlan...

    Li bajarê Dirbasiyê
    Xemgînê Remo, Fethela Huseynî û Mahîn Şêxanî...

    Li bajarê Amûdê
    Deham Ebidilfetah, Helêm Yûsif, Mala Huseynî, Luqman Mehmûd, Imad Elhesen...


    Li bajarê Tirbe Sipiyêbr> Tengezar Marînî, Kamîran Haco, Zagros Haco, Ezîz Tûma û Hoşeng Biroka... li bajarê Dêrikê Ehmedê Şêx Salih Êndîwerê , Omerê Leilê, Salih Cango, Cemal Welî, Mihemed Qasim, Mehmûd Ebdo...

    Di dawiya vê lêgerînê li baxê wêjeya Cizîra Binxetê bi geşbûn û reşbûna wê ez dikarim gotineke sermed li şûna dawîyê deynim gotineke ku bibe piraktîk wê ne bi tenê rewşa wêje ya Kurdî geşbîn bibe wê reşa Kurdan di hemo waran de bê guhertin belê her û her barê giran li ser milên rewşenbîrane, û piraktîkbûna vê gotinê ji wan jî tê xwestin bi berek fireh, gotin ya Mîrê zimanê Kurdî ye Mîr Celadet Alî Bedir-Xan e dema got Kurd ji hev cuda dilopên baranê ne, cihê têne daqurtandin. Ko gihane hev dibin lehî, lehîke boş, tu kes, tu tişt li ber wan nikare bisekine. Felata welatê me di rabûna vê lehiyê de ye.

    Berdest
  • Hejmara nû
  • Hemû hejmar
  • Hemû pirtûk
  • Hemû nivîskar
  • Werger
  • Nûdem
  • Ferheng
  • Lînk


  • [ Mehname | Ev hejmar | Diyarî | Gelêrî | Helbest | Mizgînî | Name | Nirxandin | Nûçeyên çandeyî | Pexşan | Weşan | Pozname | Ziman | Zarok | E-mail ]

    Ev malper herî baş bi INTERNET EXPLORERê tê dîtin. This site is best viewable with the INTERNET EXPLORER.

    Têkilî: mehname@yahoo.com
    Contact us: mehname@yahoo.com

    Copyright ©1999- MEHNAME. Hemû maf parastî ne. All rights reserved.