Ji min nepirs?!
ku te xwest
ezê te
bi destên xwe,
ji kûrahiya dilê xwe
dahêjim deryaya evîna xwe.
..............
Ezê...... ji te re
çar findan vêxim
û zengilekî….
li ber serê xwe û te
deynim.
Finda yekê
ji bo awirê çavên te
ya didiwa
ji bo pêvedana lêvên te
ya sisiya
ji bo hinarkên riwê te
û têwerdana peyvên yar bi xwe
bi ser nivîna bextê te
ya çaran
ji bo ji ser hişçûna min û te
û sitrana te!
ji bilbilê şeva me.
Ku em razan
xewê me girt
wê ew zengil
ji xwe ve
bêyî me
her çar findan vemrîne.
………..
Dizanim!!
ku xewna te
wekî ya min
bê pîvan,
bê paxav,
li evîneke mîna evîna min
digere.
………….
Ku te bihîst?
yan tû hat?
dizanim tê bi xwe,
xwe di dadgeha evîna min de
dadgeh bike.
……….
Her ku ez
xwe di ava tede dişom
ne tenê ez
pê berz dibim
lê tu jî bi xwe
pê berz dibe.
………..
Ez evîneke
guneh,
bê ziyan bûm
bi ser de jî
evîna te
bêyî te
xwe li min
û evîna min
rapêça.
………
çiqas ku ez
xwe ji te vedigrim
dûrî te dikevim
ta ku....
bi tenha hinekî ez
di westayîna evîna te de
vehesim,
li xwe
guhdar bikim.
Lê evîna min
bi ser tede
dîn û har dibe
û bi alî teve!
bê hempa bazdide.
………
Ava ku îroj
tû pê xwe dişo
niha tû têde avjeniyê dike
min berî te,
ji boyî te
têde avjenî dikir
îroj… ez wê avê
li ser herdû lêvên te
dibînim.
................
Ji te dixwazim
tû nade min!!
Ji te dikirim
Tû nafroşe min!!
……….
Li cem te
dîsa dibim wekî xwe
û ez diçým cîhana te
têde min bêriya te dikir.
Navê min!
û yên hemû demsalên min
dibûn bêrîkirin!!!!!
...............
li cem te
rengê te!
di nava destên min de
winda dibe
ez jî mîna dan
li ber bayê evîna te
dihatime hêrandin.
................
Êdî....
wê çawa ji te
hez neke dilê min
xwe nû neke
evîna min.
..........
Ez ji te
hez dikim
û hîna jî...
hezkirina min
ji boyî te
bi dawî nebûye
û ne dibe!!!!