Çavên min vemirîn: ez karim te bibînim,
bihêl ko guhên min bên girtin: ez karim li te guhdar bikim
û bê nig ez karim bêm cem te,
û bê dev jî ez karim te sûnd bixwim.
Milên min bişkîn, ez karim bi te bigirim
Bi dilê xwe wek ko bi destekî,
bi dilê min zeft bigire, û wê hêşê min lêxe,
û ko tu şewitandinê bavêjî hêşê min,
ez wilo dê te li ser xwîna xwe rahêjim
Rojek payizê
Seyda: aniha dem e. havîn gelekî mezin bû.
Sîkên xwe li ser rokên saetan deyne,
û li ser korîdoran bêhêle ko ba bên berdan.
Fermanê bide ko berên dawî tije bin;
du rojên din yên başûrî bide wan,
wan bi ber miştdawiyê de bajo û nêçîriya
şêrînbûna dawî di şeraba giran de bike.
Ê ko xaniyê wî tunebe, dê tu xaniyî ji xwe re êdî lêneke.
Ê ko aniha tenê be, dê wilo bi dirêjahî bimîne,
dê şiyar bibe, bixwîne, nameyin dirêj binivîsîne
û wê di rêdaristanan de bi vir û wir de
bê tebat here û were, dema ko pel li ber ba difirin.