Min bikujin, ho hevalên min,
ji ber di mirinê tenê de jiyana min e!
Erê, di jiyanê de ji min re mirin tenê ye,
û di mirinê de jiyana min e.
Bi rastî, xweşiya herî bilind ew e,
Bi xwe vemirî ko merov bi hewa keve
û wekû herî nebaşiyê ez dibînim,
Mirov bi xurtayî bi vî laşî ve bê girêdan.
Ji can re pênexweşî ye,
Li vir hîn di têkçûnê de ko bijî.
Min bikujin, erê, û min bişewitînin,
Piştre di ber bermayan re herin,
Di ber tirban re, vala ji jiyanê:
Divê hûn veşarê hevalê min
Ji hinavên jibermayan rahêjênê.
Binerin, ez, yek ji yên kevnar,
yên daxwazên wan cihên herî li jor in,
Aniha bûme zarokek,
Tenê pêsîrên dayikê danêyê,
Aram di zemîna şor de
Û di tirbên kûr ên tarî de!
Pirr baş e, ko diya min
Jiyan da bavê xwe
Û ko keçikên min ên qîz
Li dora min in aniha wek xwihan.
Ne şikenandina mêrûjinbûnê ye, yan guhertina deman e
Ko ev tişt çêbûne!
Perçên min gişa bidin hev
Ji pûrt û nimûşên ronahî dikin,
Ji ba û ji êgir,
ji kaniya hênik ya li kêlekê!
Wan di zemînê de bi hajêbûn biçînin,
ya ko hîn rast û bi toz e,
û wê şil bikin, ho hevalno,
Bera tas bi giroverî bilind bibin û bigerin!
Bera keçberdest dagirin,
Bera avê wek nafûreyên digerin bilind bikin
Binerin, piştî heft rojan wê
Li vê derê gihayekî hêja şîn bê!
***
Yekî ji Hellac pirs kir:"Hezkirin çi ye?" wî bersiv da: "Tê îro û sibe û dusibe bibîne." û di wê rojê de destên wî jêkirin û lingên wî, di roja din de ew daliqandin, û di roja sisiyan de ariya wî dan ba.