Hozanê çi qûnax û
Tuxûb nînin
Ne soz û ne peyman
Di gel kesê nînin
Car serê berçemkî
Digrît
Car ji reşkiras e
Di zemarê weriyaye
Ser û sîma
Di lêk badayî ne û hemî
Di şîn in
Hozan, bêderek e,
Danebaya wê ji hemî la ye
Li dûv hatin û çûna ba ye
Car li jor e û car li jêr e
Car jî li rojhelat e
Car jî berev rojava ye
Caran jî belgê livînê nalivît
Mismit e û di cih da rawestiyaye
Rewşa hozanê çerx û felek e
Ger lê bêxît vajî bû mîna Sindî (1)
Dê bêjît: "Çi bikim ez?"
Ger bire xewn û xeyala
Wek Mizûrî (2)
D^w bêjît: "Eger ez"
Çaxê ket mil milanê
Bo gêra dan û stanê
Netirse, xwe li benda
Kûviya dihilavêt
Weke Cigerxwînî
Ji binê piya diket
Qêrî û dibêjit: "Kîme ez"
Hozanê û dem û dewran,
Li işq û evînê
Mem û Zînê
Ji bilindiyê
Zozik û Hindrinê (3)
Ji xemê ra
Helpêçaye zamdar û pirbirîn e
Wesan, hozan
Ne xatûna bejna kirasekê ye
Ne agirê çirayekê ye,
Ne li hêviya babelîsk û bayekê ye
Ne qelem û kaxeza
Destê helbestvanekê ye
Hozan, xetîr e
Agrê wê tariyê
Direvînît
Hozan, xwe dike
Direw û bêbxtiya
Diçemînît
Xweyêt wana digirît
Serî lê diçemînît.
Her bijî hozan
Li gera hemî derava
Divejînît û xwe dihelavêt
Bêy seng û kêşana û pîvana wê
Kes neşêt pê xwe bavêt.
Kes neşêt pê xwe bavêt.
Aram Duhokî
_____________________
Nîşeyên Mehnameyê:
* Hozan: Birêz Aram Duhokî peyva "hozan" bi wateya "helbest, şiîr, şi'r" bi kar aniye.
1. Sindî: Bedirxan Sindî helbestvanek kurd bû. Navdartirîn helbesta wî "Ey felek bo te dinalim bo çi nêrgiz çilmisî" ye ku nemir Mihemed Şêxo ew kiriye stran jî.
2. Mizûrî: Evdirehman Mizûrî / Muzûrî: helbestvanek e ji Başûrê Kurdistanê.
3. Zozik û Hindirên: du çiyayên Kurdistanê ne.