Serrûpel Hejmar 38, adar 2003

Naverok
Diyarî
Nirxandin
Helbest
Pexşan
Weşan
Zarok
Nûçe
Gelêrî
Ziman
Name
Mizgînî
Pozname

Helbest

Sîmar Masîcanik: Ha-hî-ha
Sedran C. Newadar: Gelo
Rainer Maria Rilke: Çavên min vemirîn
Goran Hozan: Jiyan
Serkeft Botan: Kemîn
Husên ibn Mensûr el-Hellac: Min bikujin
Rondik Amêdî: Barkirin
Aram Dihokî: Hozan


GELO

Sedran C. NEWADAR: sedrano@yahoo.com

Saeta li ser zenda min
Ya bi qelemê xêzkirî 
şikest !..
Gelo yê şikest
Zaroktiya min bû

Pinpinîkên biharê cî tunebû xwe têxista
Ji derdê berrêdayîna min
Min kuliyan digirtin bi lepan
Êdî ew jî jimin direvin
Gelo yê direviyan
Ciwantiya min bû

Ez têr nedibûm ji tehmên xweş
Rojek qîma min nedikir
Ji bo kêfê, ji bo eşqê..
Min stêrkên xuricî dijmartin
Bi qîzê gund re, li ser baniyan
Gelo yê dixuricîn
Xortaniya min bû

Ez berê kuça di ber malê de wenda dibûm
Û ditirsiyam, digiriyam..
Hêsir û lîçikê min tevî hev dibûn
Lê îro ew der jî jimin re biçûk tên
Dinya limin teng e êdî
Gelo ez mezin bûm

Êdî tu qîz, tu seyran
Ne çiya û ne zozan
Qe dawet û qe stran
Xwîna min nakelîne
Dilê min naperpitîne 
Gelo ez pîr bûm

Ev çi qiyamete li ber malê ?
Ma te xêre dayîka min
Te li serê xwe por nehîşt!
Lê tu ne bese bengiya min
Te paxil li xwe peritand !
Bêjin ji min re qîzno, zarokno, malîno
Kî miriye ji vî malî, ji van deran ?!
Wey gidî !!..
Gelo yê mirî ez im ?..

Berdest
Hejmara nû
Hemû hejmar
Hemû pirtûk
Hemû nivîskar
Nûdem


[ Mehname | Ev hejmar | Diyarî | Gelêrî | Helbest | Mizgînî | Name | Nirxandin | Nûçeyên çandeyî | Pexşan | Weşan | Pozname | Ziman | Zarok | E-mail ]

Ev malper herî baş bi INTERNET EXPLORERê tê dîtin. This site is best viewable with the INTERNET EXPLORER.

Têkilî: mehname@yahoo.com
Contact us: mehname@yahoo.com

Copyright ©1999- MEHNAME. Hemû maf parastî ne. All rights reserved.