Jiyan li vir e
Ne li wir e
niha
Û ne dereng
**********************
Jiyana min
Li wir heye
Ez
ana dijîm
Ne dereng e ne dereng e
Lê ana ez dijîm
Ana???
Ez çi dikim
di vê jiyana xwe de
Erê, ma jiyan çi ye?
ez çi dixwazim bikim
ji jiyana xwe?
**********************
Erê,
Ezê kar bikim ji bo ez karibim bijîm
Lê ne tenê kar bikim,
go
Jiyan di min re derbas be.
Ma jiyan çi ye?
Jiyana min?
**********************
Ma ez çêbûme
tenê ji bo kar??
NA!!!
karê min heye
ji bo ez karibim bijîm.
karê min heye
ji bo ez karibim bijîm
LÊ kar
Gelek hêrza jiyanê
Ji min dimije
Go ez nikarim
Bijîm
dema xwe
**********************
Ma kar bûye
Tiştekî pîroz??
ma em dijîn ji bo em kar bikin??
Yan jî em kar dikin
Ji bo em karibin bijîn??
**********************
Ana tê xwestin go
bê xweyakirin
bê eynkirin
Min çi firot ji dema xwe ?
çiqas
Ji dema min
hate kirîn ??
**********************
Dema go hat firotin ne a dema min e.
Lê ewê din ê min e,
go ez bi kar bînim weke go dixwazim.
**********************
Here
daxwaza min ew e
tu
bihêlî go ez
tenê
Mirov bim
**********************
xweşbûna kar?
bihêl ez
bijîm
Xweşbûna kar bibînim
Dema min hebe
Go
Ez tiştekî bikim
tiştekî go ez jê
serbilind bim