Serrûpel Hejmar 38, adar 2003

Naverok
Diyarî
Nirxandin
Helbest
Pexşan
Weşan
Zarok
Nûçe
Gelêrî
Ziman
Name
Mizgînî
Pozname

Helbest

Sîmar Masîcanik: Ha-hî-ha
Sedran C. Newadar: Gelo
Rainer Maria Rilke: Çavên min vemirîn
Goran Hozan: Jiyan
Serkeft Botan: Kemîn
Husên ibn Mensûr el-Hellac: Min bikujin
Rondik Amêdî: Barkirin
Aram Dihokî: Hozan


şênahî dişkên
jiyan dereweka xweş e...

Axîn Welat

deng dişkên
êş
şahî,
av û ax, 
ar û ba....
bîranîn jî dişkên,
tenê nav dimînin...
.........
....
..
jiyan dereweka mezine

gulêd zivistanê
sic û  kulîkêd  
şevê ne ramûsanêd min
di dilbijandina lêvêd te da
bîn didin.....
dîn dibin
û 
jiyan dereweka xaşe,

şîn,  
şahyêd daweraftî
ji dil dadiwerivin
û serdemêd me di neynika da dişkên 
...........

zeviyêd bihara min in
her du lêvêd te
ramûsanêd min
tê da diseridin...

jiyan dereweka mezine
dema di neynika te da
sî dişkên,
rûyê min 
û rêwîtiya te destpêdike
..........
.....
..

di berbanga destêd tey sibehî da
di navbera siya min û te da
jiyan dereweka xaşe
û lêvêd te 
zeviyêd bihara min in
ramûsanêd min 
gulêd zivistanê
nêrgiz û binefşêd berfê ne
di dilbijandina te da
 şîn dibin...

ez û te destpêka dereweka xaşin.

deng dikevin...
av û ax  
ar  û ba
bîranîn jî dişkên,
di navbera sîbera min û te da
jiyan dereweka nîvçeye.

tenê nav di şûnwar
û cîwara da dimînin  
 û di neynika da
qerebalixa deng û renga
di deng û renga da...
tenê nav dimînin
di siya min û te da
gelek nav 
gelek deng
gelek bîranîn...
ji berbanga destêd tey sibehî da
destpêdikin
ta hêvara neynikêd tozgirtî

di navbera her du navêd te û wê da
di navbera her du pêjnêd wî û te da
rînginî bi bîranîna dikeve
rînginiya bîranîna 
ji nava dihat
û  bîna ramûsanêd min
ji hemû
şûnwara difûre...   

di navbera dûrketina te û wê da
jiyan dereweka mezine
 
di navbera navê te û wî da
neynik dişkên
deng,
şîn û 
şahî...
bîranîn jî dirizin

tenê nav 
di navbera her du sîberêd te û wê da
dengê wî û te da 
li wateya digerin
rîngîniya bîranîna ji berbanga
destêd teyî sibehî tê

 tenê 
ramûsanêd min 
di lêvêd tey biharî da dibuhurin
diniqutin    
diniqutin,
diherikin... 

jiyan dereweka mezine
 navêd jibîrbûyî
di neynika te da
dixewîne...

tenê nav dimînin
nav dimînin,

di navbera min û te da 
av û ax  
ar û ba
û di neynikêd serdemêd tagirtî da
şênahî êşa dikşînin
deng dikevin
sî...
û rîngîniya bîranîna
............
jiyan dereweka mezine
di navbera sîbera min û te da

Berdest
Hejmara nû
Hemû hejmar
Hemû pirtûk
Hemû nivîskar
Nûdem


[ Mehname | Ev hejmar | Diyarî | Gelêrî | Helbest | Mizgînî | Name | Nirxandin | Nûçeyên çandeyî | Pexşan | Weşan | Pozname | Ziman | Zarok | E-mail ]

Ev malper herî baş bi INTERNET EXPLORERê tê dîtin. This site is best viewable with the INTERNET EXPLORER.

Têkilî: mehname@yahoo.com
Contact us: mehname@yahoo.com

Copyright ©1999- MEHNAME. Hemû maf parastî ne. All rights reserved.