Gelê me îro (03.03.2003) li başûrê Kurdistanê mafê xwe yê demokratîk bi kar anî û çalakiyeke protestoyî û xurt bi beşdariya bi sedhezaran kes li dar xist û raya giştî hişyar kir ku ew dagirkeriya Dewleta Tirk ne di bin bandora Amerîka de û ne jî bi serê xwe qebûl nakin. Ew daxwazên gelê me yê li başûrê Kurdistanê di hemû nûçe û rojnameyên ewropî de bi awayekî berfireh cih girt.
Hêviya me ew e ku ew çalakiya li Hewlêrê û nerazîbûna gelê me ya li dijî Dewleta Tirk hem ji hêla Dewleta Tirk û hem jî ji hêla DYA’yê ve baş bê famkirin ku gelê me leşkerên tirkan li başûrê Kurdistanê naxwazin.
Tiştekî herî balkêş jî îro ji bo kurdan ev e ku çapemeniya Ewropa û ya Amerîka ev cara yekem e bi vî awayî dengê gelê kurd û Kurdistanê digihîjîne raya giştî. Ev rûpeleke nû ye li cîhanê ji bo gelê kurd. Her wiha ev cara yekem e ku biryara Parlemena Kurdistanê di hemû nûçeyên cîhanê de cih digire û daxwaz û ramanên gelê me bi awayekî rasteqînî tê belavkirin.
Senatorê Amerîka Joseph Biden ku di meha 12’an a sala 2002’yan de çûbû başûrê Kurdistanê û di Parlemena Kurdistanê de axaftineke kiribû û di vegera xwe de di televîzyona CNN de qala başûrê Kurdistanê kir û li ser kurdan wiha digot: “Kurd di nava 12 salan de gelek bi pêş de çûne û li welatê xwe bingeha demokrasiyê avêtine.“
Îro di televîzyoneke Amerîkayê de Joseph Biden dibêje ku başûrê Kurdistanê serbixwe ye. Birêz Joseph Biden ji Partiya Demokrat a Amerîka ye û dibe ku di hilbijartina Serokdewletiya DYA’yê de bibe namzed û berendamê Serokdewletiyê. Hêvîdar im George W. Bush û berpirsiyarên DYA’yê dengê gelê me bibihîzin, baş fam bikin û der heqê başûrê Kurdistanê de nekevin nava şaşiyeke mezin û gelê me hêvîşikestî neke û şaşiyên ku Amerîka di salên 1970’yan de kiribûn dubare neke.
Hêviyeke me ya din jî heye ku partî û rêxisinên başûrê Kurdistanê jî van bûyeran baş binirxînin da ku ew şaşiyên ku berê hatine kirin dubare nebin.
Bila gelê me yê li başûrê Kurdistanê baş bizane ku em kurdên li Ewropa bi wan re ne û wan tu car bi tenê nahêlin. Emê bi hemû îmkan û derfetên xwe li Ewropayê seferber bibin ji bo ku dagirkerên Dewleta Tirk û devrûtên wan nikaribin başûrê Kurdistanê jî dagir bikin û bixin bin desthilatiya xwe. Gelê kurd êdî tu car OKKUPATÝON’ê (*) qebûl nake.