Endamê Koma Xiristiyanên Demokrat ê Holandî Arie Oostlander raporek ji bo Tirkiye bibe endamê Yekîtiya Ewropayê amade kiriye û di raporê da ev cara ewil e ku Parlemena Ewropayê di 24’ê adarê de li ser pergela (sîstem) kemalîzmê bisekine. Arie Oostlander di raporê da li ser niqtên pir mihîm disekine û dibêje sîstema kemalîzmê pêşiya her tiştî girtiye û nahêle Tirkiye pêş da here. Di vir da li ser nelayîkbûna kemalîzmê jî disekine. Ez bawerim eva minaqeşa cara ewil di parlemena Ewropayê de li ser pergela kalê tirkan vî tiştî nîşan dide ku kemalîzim hêdî hêdî dike qirçeqirç. Êdî roja van gotinên bêbingeh, derew, şowenîst û nijadperestî (bir türk dünyaya bedeldýr, Türkiye türklerindir, yürtta sulh cihanda sulh, ne mütlu türküm diyene*) û gotinên wek van gotinan yên din nêzîk bûye ku têkeve çopa cîhanê. Jixwe ji vir demek berê min nivîsîbû û ji emrê Kemalîzimê ra deh sal diyar kiribû. Wek tê xuyan, dibe ku deh salan nekişîne jî ku sîstema kalê tirkan têk here. Welatên ewropî hetanî niha dixwestin ku bawer bikin kemalîzim layîqe ji ber ku kemalîzmê sîstema hiqûqa Ewrûpayê piranî ya Fransayê û Sîwîseland ji xwe ra mînak girtiye. Lê belê di pratîkê da ew hiqûq pêk nayê ji bona pêkanîna wî hiqûqî jî tu tiştekî nekirin. Her gav bi darê zorê, bi hovîtî û barbarî sîstema Mistoyê Beton meşandin.
Rojnama Hürriyet (21.03.2003) li ser vî rapora Arie Oostlander dinivîsîne û awha dibêje:
Li gorî Yekîtiya Ewropayê (YE) Kemalîzim riya Tirkiyê dixitimîne.
(AB’ye göre Kemalizm Türkiye’nin yolunu týkýyor.)
Kurteya rapora 16 rûpelî ya ku dê roja 24’ê adarê di Komisyona Têkiliyên Derve yên Parlementoya Ewropayê de li ser bê rawestan û tê hêvîkirin ku dê di meha gulanê de jî di civîan giştî ya Parlementoya Ewropayê de bê niqaşkirin, wiha ye:
Felsefeya bingehîn a dewleta tirk Kemalîzim e. Ev îdeolojî, li ser xerabûn û têkçûna baweriya yekparebûna dewleta tirk , ji bo tirkan tirs û gumanan diafirîne. Nijadperestiya tirkan a dijwar zêdetir û sortir dike. Hêza leşkeran zêde dike û li hemberî ol û dîn helwesteke ku ne nerm be û tûj diafirîne. Di encamê de tiştê ku dibe sedem ev yek derkevin holê îdeolojiya Kemalîzmê ye. Riya ketina Tirkiyê bo Yekîtiya Ewropayê dixitimîne.
Dixwazin ku xwestek û daxwazên YE’yê bi awayekî ber bi çav û bi boyaxkirinê bi cih bînin û guherînên qanûnî yên boyaxkirîn çêdikin. Ev û peymanên navneteweyî ku ji aliyê tirkan ve hatine îmzekirin li ser kaxezê dimînin û ev têrê nakin û kêm in. Divê di pratîkê de pêk bên.
Di 15 salên dawî de tê dîtin ku leşker ketiye cihê kevirekî ku dewlet pişta xwe didê. Gel ji saziyên din ên dewletê û ji parlementoyê zêdetir baweriya xwe bi artêşê tîne. Artêş li pêşiya wê ku dewlete bibe dewleteke demokrat, astengî ye. Tirkiye neçar û mecbûr e wekî dewletên Ewropa hêza siyasî û bandora siyasî ya artêşê li ser dewletê kêm bike. Bûdceya parastinê derveyî bûdceya dewletê û serbixwe ye û di kontirola parlementoyê de nîne. Hêz û bandora artêşê li ser perwerdehî, endustrî, ekonomî û aborî û her wisa li ser çapemeniyê heye. Divê leşkerî di bin kontirola sivîlan de be. Divê leşker peywirên siyasî ragihînin gel û pêk bînin.
(24 Mart'ta AP Dýş ilişkiler Komisyonu'nda görüşülecek olan ve Mayýs ayýndaki AP Genel Kurul toplantýsýnda da tartýşýlarak oylanmasý beklenen 16 sayfalýk raporun özeti şöyle:
Türk Devleti'nin temel felsefesi, Kemalizm'dir. Bu ideoloji, Türkiye Devleti'nin bölünmez bütünlüðünün bozulmasýna yönelik korku yaratýyor. Aşýrý Türk milliyetçiliði körüklüyor. Askerin gücünü artýrýyor ve dine karşý esnek olmayan bir tavýr yaratýyor. Sonuç olarak bütün bu oluşan unsurlarý yaratan Kemalizm ideolojisi, Türkiye'nin Avrupa Birliði'ne katýlma yolunu kapatýyor.
AB'nin beklentileri ve yasal deðişiklikler, yüzeysel deðişiklikler ve makyajlarla yerine getirilmeye çalýşýlýyor. Bunlar ve Türkiye'nin imzaladýðý uluslararasý anlaşmalar kaðýt üstünde kalýyor ve yetersiz. Uygulama gerekiyor.
Son 15 senede görülüyor ki, asker devletin sýrtýný dayadýðý bir taş konumundadýr. Halk, devletin öbür kurumlarýna ve meclise nazaran, orduya daha çok güveniyor. Ordu, Türkiye'nin çoðulcu demokratik bir devlet olmasý önünde frenleyici bir unsurdur. Türkiye'nin ülkedeki ordunun siyasi aðýrlýðýný, AB ülkelerinin benzeri seviyeye çekmek zorundadýr. Savunma bütçesi, devlet bütçesinden baðýmsýz ve meclis kontrolünde deðil. Ordunun; eðitimde, endüstride, ekonomide ve medya üzerinde gücü var. Tabii ki asker, sivillerin kontrolü altýnda olmalý. Asker edindiði siyasi görevleri, sivillere iade etmeli.)
Zeynel LÜLE / BRÜKSEL
Hürriyet 21.03.2003
Kolumnîstên rojnameya Hürriyet îro (22.03.2003) (Oktay Ekşi, Emin Çölaşan û yên din) li ser vî mijarê pir firehî sekinîne û nerazîbûna xwe tînin ziman. Ji ber ku ew jî dizanin dema ku pergala Mistoyê Beton têk biçe êdî salteneta wan jî namîne. Ew derewên wan bi sal û zemana ji gelê xwe ra kirine nikarin tu carî bersiva wî bidin.
_________________
* "Her tirkek temetî dinyayê ye, Tirkiye ya tirkan e, li welat sulh li dinyayê sulh, xinêya yê bêje ez tirk im. / Nota Mehnameyê.