Serrûpel Hejmar 39, avrêl 2003

Naverok
Diyarî
Nirxandin
Helbest
Pexşan
Weşan
Zarok
Nûçe
Gelêrî
Ziman
Name
Mizgînî
Pozname

Nûçe

Kongreya 5em ya PENa Kurd li dar ket
Şivan Perwer ket ber êrişên hovane
Hunermend û nivîskar êrişa li Şivan Perwer şermezar dikin
UNESCO dê wêjeya kurdî biweşîne
Feqî Huseyn wefat kir
Kurd dagirkeriyê qebûl nakin
Pergala Misto difelişe
"Amerîka dê êdî xiyanetê li kurdan neke"
Çapemeniya tirk li ser kar e!


Emerîka dê êdî xiyanetê li kurdan neke

MEHNAME - SYDNEY. Richard Perle, şîretvanê Donald Rumsfeld, wezîrê emerikî yê berxwedanê, dibêje ku hukûmeta emerikî dê xiyanetê bi Kurdan re neke.

Di hevpeyvîneke bi rojnamevana australiye navdar Jana Wendt re (Televizyona CHANNEL NINE / SUNDAY PROGRAM: 8/03/03) birêz Perle pejirand ku hukûmetên par yên DYE bêwefadarî bi Kurdan re kirine. “Rast e, mixabin, carine wisa bûye ku ji bedbextane hukûmetên emerikî Kurdên Îraqê bi tenê hîştine û va yeka her cara ku qewimî şermezariyek bû, û ji carekê bêtir jî qewimiye,” got birêz Perle.

Dema Jana Wend pirsî, eger ew bêguman dizane ku tiştekî wisa dê dîsan neqewime, birêz Perle got, “Ez baş dizanim ku hukûmeta emerikî ya nuha li ser desthelatdariyê dê tiştekî wisa neke.”

Şîretvanê wezîrê emerikî yê berxwedanê Kurdên Kurdistana Îraqê wek hevalbend bi nav kirin û got, hêzên emerikî ta ku pêdivî bi wan heye dê îcar li Îraqê bimînin.

Ragihandin: Şahîn B Soreklî: shahinsorekli@hotmail.com

Berdest
Hejmara nû
Hemû hejmar
Hemû pirtûk
Hemû nivîskar
Nûdem


[ Mehname | Ev hejmar | Diyarî | Gelêrî | Helbest | Mizgînî | Name | Nirxandin | Nûçeyên çandeyî | Pexşan | Weşan | Pozname | Ziman | Zarok | E-mail ]

Ev malper herî baş bi INTERNET EXPLORERê tê dîtin. This site is best viewable with the INTERNET EXPLORER.

Têkilî: mehname@yahoo.com
Contact us: mehname@yahoo.com

Copyright ©1999- MEHNAME. Hemû maf parastî ne. All rights reserved.