Dilê me dêşînin, dixwazin şewqa me bişkînin û karê ku em dikin biçûk bikin û wer jî dibînin.
Lê gerek ew bizanin; tişta ku hunermend dike car caran ji bombeyên atomî hê jî pêwîsttir e.
Hozanên welatekî neynika wî welatî ne ; Derd û kulên welat, daxwazî û ramana milet, deng û awaza gel hemû jî li wî kom dibe û di wê neynikê da gelên dinyayê Kurdistanê dibînin. Bo wê ye ez dibêjim: yên li hozan û ronakbîrên xwe xwedî dernakevin, li welatê xwe qet xwedî dernakevin.
Kî yê dibêje ez welatparêz im, gerek erişa ser Şivan şermezar bike.
Lê gelo dibe kêmasiyên me hozan û ronakbîran tune bin? Hene, lê belkî ku em hozan jî di nav kêmasiyan da bin gerek partî û rêxistin bi zimanekî xweş me rexne bikin. Eger riya me ne durust be, durust bikin, zimanê me tûj be, şirîn bikin. Lê lêdan û tembûra hozanan bişkînin ew ne baş e û ji xwe ra jî bibêjin: em welatparêz in, ew karê dijminan e.
Erişa li Şivan Perwer şermezar dikim. Gelo bi salan e bo Kurd û Kurdistan distrine û bi zimanê xwe yê xweş bayê azadî û a#î;tiyê di dilê miletê xwe de hesin dike. Ma çi zerar daye kurdan? Ez naxwazim bikevim nav polemîkan û li ser wê meseleyê polîtîka bikin lê ew karê ku bi navê kurdan hatiye kirin şerm e.
Li hunermendên kurdan da banga min ev e: gerek yekîtiyek em çekin û fikir û ramanên xwe bêtirs bikanin bînin ziman. Nebin xulamên rêxistin û partî û kesan. Gerek em ji bîr nekin: “Yê ku bi xwe ne azad in, bila nebêjin em bo azadiyê kar dikin.“ Li hev bibin xudan û pirsyar nebin kelemên çavên hevdu, bibin kelemên çavên dijmin.
Hunermend dê bi hunerên xwe tim bibêjin, yan karê wan ne huner e; fikir û polîtîkayên şaş in.
Ehmedê Xanî 400 berî çar sed salî jiya çi polîtîkavan û polîtîka hebû kes nizane.
Kesên ku 15.03.2003 li Berlînê di şahiya Newrozê da êrişî Şivan Perwer kirine û kulm lê dane û saza wî şikandine, bila tiştekî baş bizanibin: gelê kurd ê destê wan bişkîne. Şivan Perwer hozanê gelê kurd û Kurdistan e. Wî di jiyana xwe da xizmetên ji gelê kurd ra bi dengê xwe, bi saza xwe û bi gotinên xwe kirine, mînak wiha di dîroka Kurdistanê de nîne.
Ez ji wan bêfamên ku êrîşî Şivan Perwer kirine dipirsim; ew xizmeta ku Şivan hetanî niha ji gelê kurd ra kiriye, wan çiqas kiriye? Ez ji bêfamên ku êrişî Şivan Perwer kirine dipirsim bi vî êrişa li ser Şivan Perwer xênî nefret û xerabiyê çi qezenc kirin? Ew kesên êrişî Şivan Perwer dikin, nikarin ji gelê kurd ra xizmet bikin. Ew ancax dikarin bi vî awayî ji dijminê gelê kurd ra xizmet bikin. Wekî din bi kêra tu tiştekî nayên. Ez bangî kesên ku muhatab dibin, kî dibin bila bibin, dibêjim; bila ji wan kesana hêsab bê pirsîn û tişteke wiha dubare nebe.
Şivan Perwer ne tenê hozanê gelê kurd e, stêrek e di cîhanê da. Ewî evqas xizmetên delal ji gelê kurd ra kiriye, heqê wî jî heye tevgera gelê kurd rexne jî bike. Ên ku rexna qebûl nakin, kesên tirsonek in û kesên di bin bandora dijmin da ne. Dibê gelê kurd û hemû rewşenbîrên kurd li her çar perçên Kurdistanê li dijî vî êrişê bêdengî nemînin.
Êriş kirin, kulm lê dan û saz şikandina Şivan Perwer tiştekî pir eyb e, pir şerm e, pir xerab e. Gelo ew bêfamana qe vî hisabî ji xwe nakin, ev tehrîbatekî çawa ye ji bo gelê kurd? Ev bûyer xêncî dijminê gelê kurd yek tek kurdekî di cîhanê de şa nake. Gelo ew bêfamana dizanin mana saz şikandinê çi ye? Ew saz sazê dengê gelê kurd û Kurdistan e. Ew saz dengê çiya, zinar û baniyên Kurdistan e. Ew saz dengê nalîn û kalîna Kurdistan e.
Ma êdî ne bes e dijminên me bi me bikenin, henek û laqirdiyên xwe bi me bikin?