Serrûpel Hejmar 39, avrêl 2003

Naverok
Diyarî
Nirxandin
Helbest
Pexşan
Weşan
Zarok
Nûçe
Gelêrî
Ziman
Name
Mizgînî
Pozname

Nûçe

Kongreya 5em ya PENa Kurd li dar ket
Şivan Perwer ket ber êrişên hovane
Hunermend û nivîskar êrişa li Şivan Perwer şermezar dikin
UNESCO dê wêjeya kurdî biweşîne
Feqî Huseyn wefat kir
Kurd dagirkeriyê qebûl nakin
Pergala Misto difelişe
"Amerîka dê êdî xiyanetê li kurdan neke"
Çapemeniya tirk li ser kar e!


Feqî Huseyin Sagniç wefat kir

Meha adarê dîsan mîna her biharê tijî tîrêjên ronahiyê û ewrên tarî bû. Roja 12ê adarê çande û zimanê kurdî têkoşerek xwe yê kêmmînak ji dest da. Zimannas û nivîskarê kurd Feqî Huseyn Sagniç (1926-2003) dinyaya xwe veguhast. Ev demek dirêj e birêz Sagniç bi nexweşiyê ketibû û xwînêriya mejî pê re çêbûbû.

Sagniçê biheştî xwedî gelek berhemên bihagiran e, ji wan:

- Dîroka Wêjeya Kurdî (zêdeyî 700 rûpel e.)
- Hêmana Rêzimanê Kurdî
- Hewisîna Zimanê Kurdî
- Pêşeriya Zimanê Kurdî

Sagniçê rehmetî hemû jiyana xwe gorî lêkolînên li ser zimanê kurdî kir. Mehname ji kesûkarên wî re sersaxiyê dixwaze û umêdewar e ku xewn û hêviyên Sagniç dê bibin rastî.


Sersaxî

Kovara MEHNAME: mehname@yahoo.com

Kovara MEHNAME bi koçkirina nivîskar, zimannas û zanayê kurd, birêz Feqî Huseynê gorrbiheştî gelek xemgîn û kovandar e.

Rehmetî Feqî Huseyn ji nav me bar kir û dinyaya xwe veguhast lê ew bi berhemên xwe, bi ruha xwe ya kurdewarî, bi xewn û xeyalên xwe bi me re ye.

Em ji kesûkar û lêzimên wî re sersaxiyê hêvî dikin.

Kovara MEHNAME, 13.03.2003

- - - - -

Kovara AMARA: kovaraamara@hotmail.com

Roj hat Feqiyê Dawî, Mamo Feqî Husên jî kumê xwe girt û kîsê xwe li vê dinya fanî ji bîr kir û çû. Yezdên ew bi biharek din ya welatê wî yê perçebûyî nexist. Niha li dû wî; em deyndar û karkerên karên wî yên neqedyayî û yezdên jî deyndarê bihareke wî ye.

Mirin e, heqê me yê dawî ye... bila dil û mejiyê wêjeya kurdî sax be...

Li ser navê Lijneya Weşanê ya Kovara Amara: Ferîd Xan, Fêrgîn Melîk Aykoç, Fewzî Özmen, Jîr Dilovan, Rotînda Yetkîner, Zerdeşt Pêrî û Alexander Hillert.

- - - - -

Kovara ROJDA: kovararojda@nefel.com

Ji kesayetên mezin yên gele Kurd seydayê me birêz Feqe Huseyin Sagniç çûyina li ser dilovaniya xwe, em xistin nava azariyeke mezin de. Bi vê boneyê em dest pêkê ji bo malbat û mirovên wî sersaxî dixwazin.

Seyda Feqe Huseyîn Sagniç welatparezekî rasteqîn, ramanvane Kurd, bi salane di mercên herî zor de ji bo ku gele Kurd di nava mirovayiya cihanê de cih bigire û bigihîje azadiya xwe xizmetên birûmet kiribû. Lewma dost dijmin ji hela her kesekî ve bê gotûbej rêzdari û heskirin bidest xistiye. Nivşê gele Kurd yê ciwan ji wî fêrbûn û bi perwerdeya wî gihîştin vê rojê, her wiha weke kesayeten girîng ji bo gelê xwe xizmet dikin. Di ve wateyê de mirov dikare bi asayi bibeje ku Seydayê Feqe Huseyin Sagniç bi sere xwe dibistanek bû. Di pevajoyek wiha ku ji bo gele Kurd xizmetên birûmet bike de windakirina dibistanek wiha giranbuha, valatiyekî mezin ber bi çav kiriye. Lê em di wê baweriyê de ne ku ji hela xwendevanên wî ve ewê ev valatî bê dagirtin. Ew jî dê weke agilmend bê ku jê biçe di nava rûpelên dirokê de cih bigire.

Ji ber wefada Seyda em dibêjin serê tevayiya gelê Kurd sag be û emê hewl bidin ku bibin berdewamkarên xizmetên wî û welatpareziya wî bişopînin. Her wiha carek din ji bo malbat û mirovên wî sersaxiyê dixwazin.

- - - - -

PENa Kurd: Dr.Z.Hajo@t-online.de

Bila serê gelê Kurd sax be

Di êvara 11/12.03.2003an de endamê Navenda PENa Kurd, zimanzan, nivîskar û welatperwerê hêja kekê Feqe Huseyîn Sagniç koça xwe ya dawî kir.

Kekê Feqe Husên di sala 1926an li gundê Xarosê, yê ser bi Hîzana Bilîsê, ji dayîk dibe, di sala 1938an de dest bi xwendinê dike û çar salan di « medreseyan” de dixwîne. Di van salan de Feqe dest bi xebatên xwe yên li ser zimanê kurdî û nivîskariyê dike. Ji sala 1958an û bi şûn de nasîtiya wî bi rewşenbîrên kurd re çêdibe. Di sala 1964an de ji ber hin pirtûk û nivîsên wî birayara girtina li ser derdikeve. Di sala 1965an de Feqe derbasî nav jiyana siyasî dibe û gelek caran tê darizandin. Di sala 1971ê de carekê 40 rojî û carekê jî 8 mehan di zîndanan de dimîne. Sala 1981ê jî dîse 3 mehan û sala 1983an jî mehekê di girtîgêhan de dimîne. Kekê Feqe Huseyîn Sagniç di sala 1991ê pirtûkên xwe yên Hêmana Rêzimanê Kurdî û Hewisîna Zimanê Kurdî dane çap kirin. Di heman salê de li Navenda Çanda Mezopotamayê dersa zimanê kurdî dida. Di sala 1992an de pirtûka xwe ya bi sernivîsa “Pêşeriya zimanê Kurdî” da çap kirin û di damezirandina Înstîtuta Kurdî de cih girt. Kekê Feqe di rojname û kovarên wek Welat, Rewşen, Jiyana Rewşen, û Demokrasiyê de dinivîsî. Di kovara Zendê de jî berhemên xwe diweşandin û pirtûka Yusuf û Zuleyxa ji tîpên aramî-erebî veguhaste tîpên latînî.

Di vê dema dawî de kekê Feqe Husên li ser berhema xwe ya bi ser nivîsa “Dîroka Edebiyata Kurdî” dixebitî û ev berhem êdî gihîştibû ber dawiyê.

Kekê feqe Huseyîn wê di dilê gelê xwe de tim bijî, bila serê malbata wî û serê gelê Kurd sax be, bila cihê wî bihuşt be!

Berdest
Hejmara nû
Hemû hejmar
Hemû pirtûk
Hemû nivîskar
Nûdem


[ Mehname | Ev hejmar | Diyarî | Gelêrî | Helbest | Mizgînî | Name | Nirxandin | Nûçeyên çandeyî | Pexşan | Weşan | Pozname | Ziman | Zarok | E-mail ]

Ev malper herî baş bi INTERNET EXPLORERê tê dîtin. This site is best viewable with the INTERNET EXPLORER.

Têkilî: mehname@yahoo.com
Contact us: mehname@yahoo.com

Copyright ©1999- MEHNAME. Hemû maf parastî ne. All rights reserved.