Fatih Altaylî û rojnameya Hurriyetê îro dîsa (04.03.2003) ji gelê kurd re çêr û xeberên nebaş dibêje, heqaretan dike û gelê me biçûk dixîne. Fatîh Altaylî di nivîsa xwe ya îro de der heqê meşa gelê me ya li Hewlêrê de wiha dibêje: “(Bayraðý yaktiran Kürtler mi, Amerikalilar mi?) Yên ku al dane şewitandin kurd in an jî amerîkî ne?” û wiha didomîne: “ (ABD Kürt kartýný çirkin bir şekilde oynuyor. Kuzey Irak’taki Türkiye karşitliði tirmandýrýlýyor. Bunun bilinçli bir tavýr olduðu çok açik. Dün Erbil’de yapilan gosterilerde bir kaç bin çapulcu Türk bayraðýný yakacak kadar ileri gitti.) Amerîka bi awayekî gelekî kirêt û nebaş bi karta kurdan dilîze. Dijberiya li bakurê Iraqê tê navlêdan û lêsorkirin. Gelek eşkere û berbiçav e ku ev yek helwesteke bizanebûn e. Ev yek ew qas pêş de çû ku duh li Hewlêrê çend hezar talankeran ala Tirkiyeyê şewitandin.” Rojnameya Hurriyetê jî di nivîsa xwe ya li ser çalakiya Hewlêrê de wiha dibêje: “(Besle kargayý yaksýn bayraðý) Qijikê kozî bike bila alê bişewitîne.”
Rojnameya Hurriyetê ji destpêka hebûna xwe heta îro di her derfetekê (firset) de çêran dike û heqaretê li gelê me dike.Ne tenê li kurdan kesên ku siyaseta Tirkiyeyê jî rexne bikin çêran li wan jî dike û wan jî biçûk dixîne. Lê Hurriyet, Fatîh Altaylî û devrûtên wan tiştekî nabînin an jî naxwazin ku bibînin. Wan ne tenê ala me şewitandiye mala me jî şewitandiye. Bakurê Kurdistanê ev heştê sal in ku di bin dagirkeriya wan de ye, li walatê me kevir li ser kevir nehiştine, gund û bajar şewitandine, bi milyonan mirovên kurd ji welatê wan bi dûr xistine û koçber kirine, nexweşî û nifaqî xistine nava gelê me, dijminatiya gelê me dikin, asîmîlasiyonê li hemberî gelê me pêk tînin û wan înkar dikin.
Ez bi xwe şewitandina alan guncan nabînim. Lê dewleta devrûtan ji ber ku birînên pir kûr li ser gelê me hiştine, dema gelê me bi vî awayî reaksiyona xwe nîşan bide wê çaxê dibêjin, wan alan me şewitandin. Lê nabêjin ku me ev heştê sal in mala kurdan şewitandiye. Bila dewleta devrûtan, rojnameya Hurriyetê û Fatîh Altaylî vê yekî baş bizanin ku kesê mala mala wan bê şewitandin, welatê wan bê talankirin û bêne înkarkirin nikarin bêreaksiyon bimînin.
Ez dixwazim bang li gelê xwe bikim û ji wan re bibêjim her çiqas karê me zor e jî divê em di hinek mijaran de bi reaksiyonên xwe bi awayekî bi sebir û bi siyaseteke biaqilî tevbigerin û derfetê nedin wan talankeran ku li hemberî me zimandirêjiyê bikin.
Ez bang li hemû kesan dikim li dijî vê helwesta Fatîh Altaylî û Hurriyetê ya reşkirina neteweya me derkevin, bêdeng nemînin û giliyê Hurriyetê li Konseya Almanya Federal li Bonê bikin û li Dadgeha Almanya dozê li Hurriyetê vekin. Ji ber ku ev gotên Fatîh Altaylî yên wekî “(bir kaç bin çapulcu) Çend hezar talanker” û gotina Hurriyetê ya wekî “(Besle kargayý yaksin bayraðý) Qijikê kozî bike bila alê bişewitîne” ji bo hemû gelê kurd heqaret e.
Her wekî tê zanîn rojnameya Hurriyetê di rûpela yekem de di logoya rojnamê de ala Tirkiyeyê heye, di bin alê de bavê wan e û li jê bavê xwe jî dinivîsin: “(Türkiye Türklerindir) Tirkiye welatê tirkan e”. Ev gotin tenê bi serê xwe gotineke şowenîstî ye û bi vê gotinê gelê kurd û hemû gelên li Tirkiyeyê înkar dikin. Ev gotin tenê rûreşiya wan nîşanî cîhanê dide.
Hurriyet li Ewropa li gorî biryara Çapemeniya Almanya derdikeve. Her kes û her kurdekî li ku derê dijî ferq nake dikare giliyê Hurriyetê bike. Wekî ku min li jorê jî diyar kir. Ez li jêrê navnîşanên her du destgehan jî didim.
Ev navnîşan, telefon û faksa Konseya Çapemeniyê ya Almanya ye.
Deutscher Presserat
Gerhard-von-Are-Str. 8
53111 Bonn
Fatîh Altaylî dîsa li ser kar e û li hemberî gelê kurd zimandirêjî û qancitiyê dike.
Fatîh Altaylî di nivîsa xwe ya roja (07.03.2003)yan a di bin sernavê ‘Wisa xuya dike ku dê bakurê Iraqê bibe pirsgirêk!” de dîsa çêran bi kurdan dike û wiha dibêje: “Wekî ku em dizanin DYA ev demeke dirêj e ku li aliyekî bi komikên kurd ên bakurê Iraqê û li aliyê din ji bi cudaxwazên li Tirkiyeyê re di nava têkilî û temasan de ye. Di bernameya PDK’ya Barzaniyê her ku diçe zimandirêj dibe û qancîtiyê dike de jî wiha dinivîse: “PDK ji her kesê ku li Kurdistanê dijî re serxwebûn, azadî û bidestxisitan ewlehiyê dixwaze.” Û wiha didomîne: “PDK hewildanên kurdên ku li Tirkiye, Îran, Sûriye û Rûsyayê dijîn jî destek dike û piştgîriyê dide wan, mafên wan diparêze û piştgiriya wan dike ji bo bidestxistina çerenûsa xwe li hemberî dewletên ku lê dijîn.” (Bildiðimiz, ABD'nin uzunca zamandýr, bir yandan Kuzey Irak'taki Kürt gruplarla, bir yandan da Türkiye'deki ‘‘ayrýlýkçý’’ unsurlarla temas halinde olduðu. Giderek küstahlaşan Barzani'nin KDP'sinin programýnda ise şöyle yazýyor: ‘‘KDP, Kürdistan'da yaşayan herkesin özgürlük, baðýmsýzlýk ve güven kazanmasýný talep eder.’’ Ve devam ediyor: ‘‘KDP, Türkiye, Ýran, Suriye ve Rusya'da yaşayan Kürtlerin çabalarýný destekler, haklarýný savunur ve geleceklerini belirlemeleri için kendi baðlý bulunduklarý devlete karşý destek verir.)’’
Baş e, zimandirêjên wekî Fatîh Altaylî hê nû bernameya Partiya Demokrat a Kurdistanê xwendiye? Ev gotinên ji bernameya PDK’ê hatine girtin, gotin û daxwaza gelê kurd e. Partiya Demokrat a Kurdistanê, Mele Mistefa qehremanê mezin û Mesûd Barzanî her dem ji bo kurdan ev tişt gotine. Ma Fatîh Altaylî û devrûtên Dewleta Tirk hê nû dizanin?
Ji van gotinên li jorê û ji wan daxwazan ji bo gelekî maqûltir tiştek heye? Fatîh Altaylî û devrûtên wan çima ji van gotinan aciz dibin? Ev gotin ji bo gelê tirk bê xwestin, kî dikare jê re tiştekî bibêje? Yan jî ev gotin ji bo tirkmenan bê xwestin gelo dê Fatîh Altaylî dîsa îtiraz bike? Lê armanca Fatîh Altaylî û dewleta devrûtan ev e ku gelê kurd û Kurdistanê ji holê rabike. Her roj telvîzyona Kanal D, di nûçeyên xwe de ji bo kurdan dibêjin: “Küstah wiha bû, küstah wiha çû û küstah wiha got!”. Fatîh Altaylî Gerînendeyê Navenda Nûçeyan ê Kanal D ye. Kî vî mafî dide Fatîh Altaylî ku ev qas ji gelê kurd re çêr û heqaretan bike?
Mafê tu kesî tuneye li gelê kurd vê heqaretê van çêran jê re bike. Gelê kurd tu demekê ev gotin heq nekiriye. Gelo Fatîh Altaylî û Dewleta devrût qet ji xwe napirsin, wê rojekê çawa van xerabiyên bi gelê kurd re dikin, tamîr bikin?
Ez dîsa bang li Fatîh Altaylî dikim û jê re dibêjim, bi edeb û medenî be. Eger hûn bi vî awayî berdewam bikin wê dinya li we di demeke pir kurt de teng bibe. Çawa hûn dixwazin ku ji we re rêz û hurmet bê girtin hûn jî ji gelên din û bi taybetî ji gelê kurd re rêz û hurmetê bigirin.
Ez hêvîdar im Fatîh Altaylî careke din jî min mecbûr nake li ser nivîsên wî bisekinim.