Serrûpel Hejmar 39, avrêl 2003

Naverok
Diyarî
Nirxandin
Helbest
Pexşan
Weşan
Zarok
Nûçe
Gelêrî
Ziman
Name
Mizgînî
Pozname

Helbest

Jiyan Alpîranî: Nakokî
Sîmar Masîcanik: Dansiyan bênder
Bedir Şakir el-Seyyab: Strana baranê
M. Hemo: Kûraniya vê riyê
Rondik Amêdî: Xerîbiya dilê min
Fuat Akpinar: Sedsaliya Barzanî
Ezîz Xemcivîn: Helepçe
Forûx Faroxzad: Rêbor


Helepçe

Ezîz Xemcivîn: xemcivin@hotmail.com

Helepçe,  
Kevoka birîndar
(15 tîrêjsal)
dil û hinav hîn bi kul in,
bi derd û êşê dikewin…!!
dîroka şermezar  
tu dikarî çi veşêrî..?
pelê reş  
pênc hezar rewan diyar in;
stêr in, geş in...
pelê reş vekiriye
sînga te  nîşan kirine!!
serê daketî,
berê guhertî,
li wêneyê ciwan  
kevir zîvirîn!!!
li deşta bê ba,
bihna sêva,
li çiyayên dilşewat,
hawara helepça
kevoka birîndar,
bû nalîn
dêwê mirinê lezgîne,
ketûber da ber xwe
derasa zadê jînê dilezîne…!!
pênc hezar sinbil,
dîroka  şermezar,
dûmana  zer  bela bû  ..
li  pişikên  mendalan,
dê û bav,
û pîr û kalan  
bela bû... bela bû...
rewan li dû hev;
zincîra  mirinê  ,
pêt  û  rivîn
ji  volqana  azeriyê  derçû… !!
qiloçê  gayê  dinê  qerimî  ,
berê  xwe  guhart  ,
cîhaneke  bê  deng  hejiya… !!!?
ziman  lal  bûn  ,
çavên  hebûn  ,
xewê  da  ser  wan  ,
û  xilmaş  xwe  dane  xewê…!!
deng  ket  kerka  guhê  ker  ;
dunyayê  …  dunyayê  …
kê  dît…?
kê  bihîst…?
!!!!      !!!!
heger  vestîvalê  {Rok}  ba ,
straneke  girîng  bû…!!1
şanoyeke  cîhanî ,
li  ber  çavan  diyar
bihna  sêva  ,
dûmana  zer  
kî  dibîne.. ?
derhêner  di  kene
cadûbaz e  ew ,
çav  û  dilê  temaşevanan
şaş  di  hêle….!!!
berjewendî ,
her  tiştî  dixapîne…!!
Zadê  bê  bihn  û  ba
li  xakê  ket,  serî  danîn,
laşên  ciwan
mîna  meşka  dagirtî,
sêpî  şikest
kilmeşkê  jî  bû  meşk… !!
çivîk  ji  jor  bi  hêz
xwe  avête  dilê  meşkê…!!
rojî  û  nimêj ,
û  banga  Melan
li  cîhana  bê  ba,
germ  û  nixumandî  ma… !!
ne  balkêşbû  li  bal  
birayên  me  yên  misilman,
heger  Bosnî,  yan  Kosovî  bana;
wê  kongirekî  alîkarî  heba  :
{misilmanên   me  derbider in}  !!
şerme  ey  dîrok ;
serê  te  di  axê  de ,
û  paşiya  te  li  dere… !!
şerme  …  şerme  …
hêvî  di  dûmana  zer  de  vemire.
xewnên  evîndaran,
bêçare  xwe  diveşêrin.. !!
buhara  şadîman
bê  reng  li  me  dibûre…!!
Ma  pelê  reş  
tê  wisan  bimînî ?
pênc  hezar  şitlên  gulan
li  gulzarên  evînê,
ala  bilind
reş  rengê  xwe  li  ba  dibe  !!
Rewanên  pîroz  
hey  ker  û  lalnoooooooo  !!
hîmên  azadiyê  dikarin,
dîrokeke  nû  ava  bikin …!!
baran  buharê  xweş  dike,
gemiya  Nûh  
dikare  jînekê  rizgar  bike  !!
û  gava  herdu  dest,
bi  hev  re  bin;
dikarin  alekê  bilind  bikin…!! 

Berdest
Hejmara nû
Hemû hejmar
Hemû pirtûk
Hemû nivîskar
Nûdem


[ Mehname | Ev hejmar | Diyarî | Gelêrî | Helbest | Mizgînî | Name | Nirxandin | Nûçeyên çandeyî | Pexşan | Weşan | Pozname | Ziman | Zarok | E-mail ]

Ev malper herî baş bi INTERNET EXPLORERê tê dîtin. This site is best viewable with the INTERNET EXPLORER.

Têkilî: mehname@yahoo.com
Contact us: mehname@yahoo.com

Copyright ©1999- MEHNAME. Hemû maf parastî ne. All rights reserved.