a
her çiqas
li hêlekî stêrkan bihijmêre jî li rûyên ezman
lê hîn li hêla din tetikên cemidî dikşîne
di sedsalan bîstan da destên însanan....
I
teknolojî
ew teyrên ebabîl ên ku bi nikîlên xwe
kevir li ser zilmê da direşand
di nava rûpelên pirtûkên pîrozî da veşartî man
û
niha her roj teyaran da tovên mirinê
tên reşandin li ser axa welatê min
televîzyon
televîzyon bûye makîna derewan
di destên kiryarên şerên qirêj da
ew îdî rojeva xwe bi hijmara kuştîyan
û
bi bazirganîya goştên jin û mêran dide kivşkirin
rojname jî di kuçan da
ji bo niximandina meytan tên bikaranîn
û ji bo ku ev tarîtîya li ser vî erdnîgarî bibe bêdawî
xwîn vedirişin qelemên nivîskaran
û
ji ber vê yekê ye
li ser axa welatê min
kaltî û pîrtî
îdî wêneyên
reş û spî ye
di çarçevên
cam şkestî da
II
têkilî
li vir
cî kî xwîn pekiyaye ser xewnan
evîn
wek
pîsperikek
perşkestî
û
emirkinî
û ew evîndarên ku di şevên tarî da
dest didan dest hev, neman
û li vir
îdî dem bûye dema
hevaltîyên bêbingeh
hezkiriniyên rojane
û hevşabûnên xapînok
kovaniya hemdemî jî
wek nexweşiyek bêderman
ketiye nava dilan
û
ji ber vê yekê ye
niha her şev
pîrçemok
derdikevin
mêvaniya
stêrkan