Berbangê çavên te du daristanên darên xurman in
Yan du pencere, heyv bi dûr dikev ji wan
Çavên te ko dibişirin, rez pelan didin
Û şewq dîlanê dikin.. mîna heyvan di çemekî de
dema berbangê bêrikên qeyik aram wî dilerizînin
Têbê di kûrahiya wan de lêdidin stêr...
Û di mijek ji xemgîniyekê zelal de bin av dibin
Wekû deryayê dest di ser re dirêj kirin êvarê
Germa zivistanê tê de û hejîna payizê
Û mirin û çêbûn û tarîtî û ronahî
Û di tevahiya giyanê min de, ricfa girî şiyar dibe
Mîna canmesta zarokekî ko ji heyvê bitirse.
Têbê kevanên mijê ewran vedixwin
Û dilop bi dilop di baranê de dihelin
Û zarok di bin sîkên rezan de di ber xwe de keniyan
Û bêdengiya çûkan li ser daran diqdiqand
Strana baranê
Baran
Baran
Baran
Êvar baweşkiya û ewr hîn berdewam in
Heya tê ji wan dirjînin hêsrên xwe yên giran
Têbê zarokek berî ko razê dest bi tevhevgotinan kiriye:
ko diya wî- dema ew berî salekê şiyar bû
û ew nedît, û çaxa wî dev ji pirsa xwa berneda
“ jê re gotin: sibnadisib wê vegere”
bêguman wê vegere
û heger heval jî pistpistiyan ko ew li wir
li aliyê gir xewa miriyan razaye
ji axê dixwe û baranê vedixwe
Têbê nêçîrvanekî kovandar toreyên xwe dide hev
Û lanetê li avê û qederê tîne
Û stranê belav dike dema heyv dire ava
Baran
Baran
Ma tu zanî çi kovaniyê baran vedijîne?
Û çawa mezrîb ahînê dikin ko bariya?
Û çawa yê bitenê tê de bi windabûnê diheste?
Bêdawî- mîna xwîna rijyayî; mîna birçiyan,
mîna evînkirinê, mîna zarokan, mîna miriyan- wiha ye baran
û çavên te min bi baranê re difirînin
û li dora pêlên kendav birûsk destên xwe
di ser beravên Iraqê re dibin bi stêran û sedefan
têbê nêzîk birûsk dê ji wan derbikevin
lêbelê şev xwîncilekî bi ser wan de dikşîne.
Ez bi kendav de diqîrim : « hey kendav
Ey diyarîdarê lûlû û sedef û mirinê
Dengvedan li min dizîvire
Wek kûrgirînê:
“Ey kendav
ey diyarîdarê sedef û mirinê..”
Hema ez guhdarî dikim bê çawa Irak tavan hiltîne
Û birûskan di deştan û çiyayan de dide hev
û ko zilaman mohra wan vekirin
Ba ti şûnê ji Themûdê
Li newalê nahêle.
Hema tê min dengê vexwarina darên xurman ji baranê re
Û nalîna gundan tê guhên min, û penaber
Berxwedanê li dijî bayên kendav û tavan bi werîs
û qeyikbêrikan dikin, distirênin
“Baran
Baran
Baran
Û li Iraqê birçîbûn e
Û demçinîn berheman û beran belav dike
Da qirak û kulî têr bixwin
Û destar û kevir bihêrin
Destar di zeviyan de digerin...li dora wan merov in
Baran
Baran
Baran
Û bêçiqasî me roja koçkirinê hêsir barandin
Û me kir sûcê baranê- tirsa gazinan ji me bikin-
Baran
Baran
Û ji dema em hîn zaro bûn, esman
Di zivistanê de ewr digirt
Û baran dibariya
Û hersal- dem şînbûna axê- birçî dibin em
Ti sal nebihûrîne bê ko Irak bê birçibûn be
Baran
Baran
Baran
Di her dilopekê de ji dilopên baranê
Yeke sor yan zer ji bûkên kulîlkan.
Û her hêsrek ji birçiyan û taziyan
Û her dilopek bê rijandin ji xwîna bindestan
Ew bixwe bişirînek e di bendemana berbangeke nû de
Yan memikek e di devê nûçêbûyekî de sor bûye
Di cîhana sibe de, diyarîdara jiyanê
Baran
Baran
Baran
Wê Irak bi baranê gîha bide
Ez bi kendav de diqîrim : « hey kendav
Ey diyarîdarê lûlû û sedef û mirinê
Dengvedan li min dizîvire
Wek kûrgirînê:
“Ey kendav
ey diyarîdarê sedef û mirinê..”
û kendav ji danên xwe yên pirr belav dike
li ser qûmê, kefa xwe ya şor, û sedefan
û jibermayên hestiyên bin-avbûyekî belengaz
ji wan penaberan ko hey mirin vedixwar
ji gurrînpêlên kendav û binê wî yê herî binî
û li Iraqê hezar mar xweşbêhnê vedixwin
ji kulîlkekê ko Firat wê bi xunavê xwedî dike
û ez dengvedanê dibhîzim
dizengile di kendav de
“Baran
Baran
Baran”
Di her dilopekê de ji dilopên baranê
Yeke sor yan zer ji bûkên kulîlkan.
Û her hêsrek ji birçiyan û taziyan
Û her dilopek bê rijandin ji xwîna bindestan
Ew bixwe bişirînek e di bendemana berbangeke nû de
Yan memikek e di devê nûçêbûyekî de sor dibe
Di cîhana sibe de, diyarîdara jiyanê.
Û baran dibare...