Dilê min ê birîndar e, ax çi birîn e
Dermanê wê bes ew şirîn e
Lê em ji êk dûr kirîne
Dilê reben tijî kul û xwîn kirîne
Nê yarê li xerîbiya bi tenê sebira min nahêt
Li gel hevala çi birîn nekewiyêt
Xwezî min bes zanîba ka roja ge ş ji kû ve hiltêt
Erê bo çi yarê dengê te ji dûrî min têt
Lê yarê min çi caran bawer nekir ku ew dê we kin
Rojek dêhêt ew dê dilên me ji êk dûr kin
Soz û jivanên me dê ji dest me kin
Ma dê bo çi dîtina herdu çavan li me tarî kin
Erê herê yarê, lê hindî ez rondikên xwînê bibarînim
Çend helbest û hozanan ez bo te bivehînim
Hel ba şûrî heta bakurî ez gulên sor biçînim
Ma ez bo çi li gundekî te nebînim
Kewe ez dizanim çi ji destên te nahêt tu bo me bikî
Bes oleke em evîndar herdem dikin
Bi bilek sotî em qehr û kovanan dadikin
Hêviya min e bes tu ji def min bar nekî
Bextê te me, yarê xema nexwe, xem giran in
Nameyan di gel peyva nevirêke bêbext bi hizar in
Li welatên biyanî ji xerîbiyên te de ez her hejar im
Ax ji dîtina te ez herdem bêkesûkar im