Serrûpel Hejmar 39, avrêl 2003

Naverok
Diyarî
Nirxandin
Helbest
Pexşan
Weşan
Zarok
Nûçe
Gelêrî
Ziman
Name
Mizgînî
Pozname

Helbest

Jiyan Alpîranî: Nakokî
Sîmar Masîcanik: Dansiyan bênder
Bedir Şakir el-Seyyab: Strana baranê
M. Hemo: Kûraniya vê riyê
Rondik Amêdî: Xerîbiya dilê min
Fuat Akpinar: Sedsaliya Barzanî
Ezîz Xemcivîn: Helepçe
Forûx Faroxzad: Rêbor


DANSIYAN BÊNDER

Sîmar Masîcanik: simar_masicanik@hotmail.com

Dansiyan bênderên tije heval
Awazên darikên şilbûyî
Ez rakirin û hatin
Xewnên min helisandin
Hişariyan û xemilandin
Atomên min weşiyan giyanê min
Wan ez anîn
Min xwe dawşand û bir
Pencere ji qeşayê
Em dîtiyan û hatin

Hevheziyan berî xalên xatirxwestinê
Di berfbaranan de nerm
Di nermebaranan de sixlet
Çelqiyan deqên nav birûyan
Ku baranan xweş kirin
Di kaxizên şilbûyî de
Xwe bablîsok nivîsandin
Li rûyê hev 
Wêneya dilê hev dîtin

Belek belek qîr heliyan
Li wêraniyên welatê min
Pelandin hilmên kelegirî
Sîngên xwe yên raxistî
Hestiyarên dilê xwe yên şikeber
Şeliyan çîve-çîva xwezayê
Bîrdoziyan bê westan
Ji dûr ve hatibûn
Her ku mija min hildikişiya rojê 
Germiyan û ez ramûsandin

Berdest
Hejmara nû
Hemû hejmar
Hemû pirtûk
Hemû nivîskar
Nûdem


[ Mehname | Ev hejmar | Diyarî | Gelêrî | Helbest | Mizgînî | Name | Nirxandin | Nûçeyên çandeyî | Pexşan | Weşan | Pozname | Ziman | Zarok | E-mail ]

Ev malper herî baş bi INTERNET EXPLORERê tê dîtin. This site is best viewable with the INTERNET EXPLORER.

Têkilî: mehname@yahoo.com
Contact us: mehname@yahoo.com

Copyright ©1999- MEHNAME. Hemû maf parastî ne. All rights reserved.