Ma ta kengî divê em
ji welatekî bimeşin yê din?
Ez nikarim, nikarim her bîskê
li evîndarek nû, li dostek nû bigerim.
Xwezî em herdu hechecîk bûna
yên ji biharekê ta ya din yên hemî jiyana xwe
bi hev re dimeşin.
Ax, ji mêj ve ye,
ku ket ser min, dikarim bibêjim,
aşûta tarî ya ewrên giran.
Dema têkilî maça te dibim,
li ser lêvên xwe xeyal dikim
ku bêhna rêbor canê xwe dide.
Wisan têkil bûye
evîna min a xembar û tirsa bidawîbûnê
ku hemî jiyana min direcife.
Dema li te dinerim,
mîna di pencereyê re binerim
li dara xwe ya yekane, ya pelan niximandî
li tagerma zer a payizê.
Mîna ez li wêneyekê binerim
di xwişînek matmayî ya avek dikerike de.
Şev û roj.
Şev û roj.
Şev û roj.
Bihêle
ez ji bîr bikim!
Ma tu çi yî ji bilî bîskekê,
tenê bîskek ku çavê min
li beyaristana hişmendiyê vedike?
Bihêle
ez ji bîr bikim!