Serrûpel Hejmar 39, avrêl 2003

Naverok
Diyarî
Nirxandin
Helbest
Pexşan
Weşan
Zarok
Nûçe
Gelêrî
Ziman
Name
Mizgînî
Pozname

Helbest

Jiyan Alpîranî: Nakokî
Sîmar Masîcanik: Dansiyan bênder
Bedir Şakir el-Seyyab: Strana baranê
M. Hemo: Kûraniya vê riyê
Rondik Amêdî: Xerîbiya dilê min
Fuat Akpinar: Sedsaliya Barzanî
Ezîz Xemcivîn: Helepçe
Forûx Faroxzad: Rêbor


Kûraniya vê riyê

M Hemo: m_hemo03@yahoo.com

Bi sîng ketime, kûraniya 
vê riyê 
Ev riya ji kûraniya singê min 
bi der nayê 
Kûrtire ji kûraniya singê min...! 
Di kûraniya vê riyê de 
Xem xeman xudî dikin 
êş xwe dispêrin êşan 
Gav ji gavan şerm dikin 
Û bi xem sarî 
yek li pê yekê diçe 
dil bi cih nabe, nabe 
Çurûk, çurûk 
Çav li vegerê ye 
ev Çi xewne...! 
nizanim... nizanim.. na...! 
Xawnek kûrtire 
Ji kûraniya vê riyê !
Diyar nîne ku divê riyê de 
gav demê dixapînin 
yan dem gavan dixapîne ...?!
gav û demê
wek min binvîs dibin 
tenê rêçikên demê dimînin
û zindî di kûraniya vê riyê de
bi dawî nabin
Çendî merov nanxure
Lê di kuraniya vê riyê de
nan serê merov dixwe ... nan
Loma neçare neçare
ramûsan di dilê dildaran de
celq dibin
û lêvên dîlberan
beyar dimînin..!
Di kûraniya vê riyê de
hêvî bi piraniya stêrkane 
lê baskoyî ne
Sînorê mijê kela girî
nabirin
ji ber barana dildariyê
xwe disipêrin binkonê şermê
ronî di çavên dildaran de 
ziwe dibe
nagînin ber roniya
stêrka xwe
ku di gerdenê sîwana
wê de xewnên xwe
şirov kin...

Silêmaniyê
2002

Berdest
Hejmara nû
Hemû hejmar
Hemû pirtûk
Hemû nivîskar
Nûdem


[ Mehname | Ev hejmar | Diyarî | Gelêrî | Helbest | Mizgînî | Name | Nirxandin | Nûçeyên çandeyî | Pexşan | Weşan | Pozname | Ziman | Zarok | E-mail ]

Ev malper herî baş bi INTERNET EXPLORERê tê dîtin. This site is best viewable with the INTERNET EXPLORER.

Têkilî: mehname@yahoo.com
Contact us: mehname@yahoo.com

Copyright ©1999- MEHNAME. Hemû maf parastî ne. All rights reserved.