Birîna bi dû birînê...
Xewna ji xeman veqetyayî...
Coşa beyebana tî...
Leylana li welatê min...
destana jibîr bûyî...
Sitêra bi ser min de rijyayî...
Feleka dehan berî zayînê...
Serkêşa koviyên sîpanê...
Bîranîna bê cir...
dê bi çi rengî
ji te veqetim
ey sêwana ewran
siya agir...