Ax û sed ax ev çi axîn e di vî dilî da
Ax û sed ax ev çi rondik in di vî çavî da
Ey Xuda xwezî ez gehiştibame miradê
da min evîna xwe bi xwîna leşê xwe
li ser dar û ber û belgên çiya nivîsîba.
Paşî eger ez miribam jî, bila
da te zanîba min tu gelek diviyayî
hemî dema li bîra min î
û min ev dil gorî te kiriye
paşî bila ez firîbam wek bilbilan.
Belê bo çi yarê dê min hêlî
evî dilî bi destên xwe dê kêlî
jiyana min dê wêran kî
xem û xeyalan dê bo min hêlî
Mixabin tu bihêlî evî dilî.
Ne, yarê, min nehêle
min soz daye te
ev dilê nazik yê te bi tinê ye
tu dê çawa çî û ji bîr kî
û hêlîna evîna me xirab kî.
Te dinya tarî kir li ber van çava
ez hêlame li nav van dava
Şev dirêj bûn, bûn zîndan bo dildara
deng veda ji nalenala evîndara
û lê bûn warê birîndara.
Ax yarê, eve çi hate serê me
li van kolanêt xerîbiya
wek har û dîna li serên çiya
li Ewropa bê wexer
û li Berlîna malwêran.
Ez dê qehr û janên dilê te bim
dê wî dilî bi destên xwe derman kim
jiyana xwe bi evîna te dê ava kim
dilperwer im, yekdil im
û dê dilê xwe tenê bo te vekim.
Soz be evîna te ez bi nexşînim
bêhna gul û rihana lê bireşînim
ava rondika lê bibarînim
peyv û awaz û helbest bo te hejî ne
ev dil yê te bi tenê ye û yê kes dî nîne.