Seet yekî şevê
Yar, pirtûkên li ser çarçeva şîn ya maseya me
bênavbirr basa livek berdewam dikin;
yar, ji zindanê vegerrîm, vegerrîm malê
ji asêgeha dijminan li welatê me.
Seet yekî şevê ye, çira netemirandî.
Xanima min paldayî ye, ducan,
meha pêncê.
Zarroka/ê me, goşt û xwîna min,
di bin destê min ve di zikê wê de dilive,
bênavbirr dilive,
mîna pel bi darê ve,
mîna masî di şûşeyê de.
Cilên te yên germ, berxa/ê min,
yên diya te çêkirî, yên temetî bosta bavê te,
yên huçkên wan hindî tilên min,
li benda te ne.
Ger keç bî, berxa min,
bibe mîna dayika xwe,
gerr kurr bî, bide bi min ve.
Keça min, çavên te dê qehweyiye fisteqî ban,
lawê min, xwezî awirên te şînî esmanî bin.
Berxa/ê min,
ca keç bî yan kurr,
xwezî di cengê de nemirî,
xwezî neçar nebî di stargehên topan ve birecifî.
Xwezî nekevî zindanan
dema berevaniya mafê mirovan yê jiyanê
û aştiyê bikî.
Lê dîsan jî, dilê min,
divê her tê bikoşî, bikoşî
ta ku taliyê tav derkeve.
Ax çendî dijwar e -
bavbûn vî zemanî.
Seet yekî şevê ye, çira netemirandî.
Belkî piştî kêlîkekê bikevin nav mala min
yan berî elinda spêdeyê bên,
belkî min dîsan bibin
lê bi çûna xwe re dizanim:
pirtûkên me dê soza xwe ragirin,
û dema dawîn car li xwe dizivirrim
jina xwe li derazînkê dibînim:
danga wê li ber bayê spêdeyê dipêle
û di zikê wê de zarroka/ê me
dilive û dilive
bênavbirr.
Çend şîret bo yê bikeve zindanê
Ji ber ku baweriya te bi pêşeroja welatê te,
dinyayê û mirovatiyê heye,
te ji radimalin,
radikişînin daliqandinê
yan diavêjin zindanê.
Deh, pazde salan dê di zindanê ve bimînî,
belkî pirrtir jî.
Ti car nebêje: "Baştir e mîna pateyekî
bi werîsî ve bim."
Wa nebêje.
Xwe li cihê xwe ragire.
Belkî kêlîkên şadiyê kêm bin
lê erkê te ye
dijî dijminan
hê rojekê bijiyî.
Belkî beşek ji te di hicreyê ve bi tenê be
mîna kevirî di binê bîrê de.
Lê beşek
beşdarî hemî gerdûnê ye:
dilê te di zindanê ve lê dide
mîna ku ba pelên daran
li pişt heft deryayan dihejîne.
Bizane, bendewariya li nameyan,
stirîna stiranên xemgîn,
şiyarman û fekirina li banî
balkêş in lê xeternak in
di zindanê ve.
Çavdêrî rûyê xwe be
ji her rihtiraşînekê ta ya dî,
salan ji bîra xwe bibe,
li spihan û êvarên biharê hişyar be.
Ta pirta dawîn jî ji nanê xwe bixwe
û kenîna bi dengek bilind jî ji bîr neke.
Belkî jina dievînî
dê êdî ji te hez neke,
hingê nebêje: "Karek bêkêr e."
Ew yek mîna şkestina
şitilek şên e.
Bo yê zindanî xirab e
gul û gulistanan xeyal bike;
li çiya û deryayan bipûnijî baş e.
Axînan ji bîr bike, bixwîne, binivîse,
kêliyan bike.
Nerîna di pencereyê re pêşniyaz dikim.
Wiha dê xwe ragirî
deh, pazde salan,
belkî pirrtir jî
ger tenê cewerê
li alê çepê yê sînga te
zelal bimîne.