EVÎNA TE
Evîna te ez cîh nehîştim,
Birçî mam, tî mam,
Şev xayîn, şev tarî bû,
Can xerîv, can bêdeng,
Can wesle wesle…
Û destê min di kelemçê da
Bê titûn, bê xew mam,
Evîna te ez cîh nehîştim…
LI HUNDIR
Haya te jê heyê dîwarê kevir?
Deriyê hesin, pencira kor,
Belîfa min, razeka min, zincîra min,
Wêneya xemgîn a ku li zula min
Ku ez rê ya wê da diçûm mirinan
Û ji mirinan dihatim
Haya te jê heye?
Dîtevanê min, pîvaza hişîn şandiye,
Cixara min qurnefîl bêhndidi
Bihar hatiye çiyaye welatê min…
SÎÛSÊ GULE
1
Ev çiya çiyayê Mengenê ye
Dema şefeq li Wan ê diavêjê
Ev çiya çêlike Nemrûdê ye
Dema şefeq li himber Nemrûdê diavêjê.
Aliyek te aşît digri, asoye Qefqas e
Aliyek te sijde milkê Ecem e.
Li bilindayiyan bîsmilikên cemedê,
Li ser avan kevokên fîrarî,
Keriyên xezalan,
Û refên kewan…
Mêrxasî nayê inkarkirin
Ji hezaran salan vir da, kurên vê dere
Şerê yeko-yek da têkneçûn
Were, em ji ku xiberê bidin
Refê qulinga nînin ev
Di ezmanan da koma stêrkan nîne
Dilê bi sî û sê gule
Sî û sê kaniyên xwîne
Naheriki,
Bûye gol li vî çiya ye.
2
Ji bin kaş kêrgû kî rabû
Pişt belek,
Zik çîl-spî
Kergûyek belengaz, ducan û çiyayî
Dil di dev da, wisa reben
Mirov tînê tobê
Tenha, tenha bûn dem
Berbangek bê qisûr û tezî-rût bû.
Nihêrî; ji sî û sêsiyan yekî
Di zik da valahiya giran a birçîtiye
Por û rîh bihustek,
Di pêsîrê da sipî,
Nihêrî mêrxasek dest girêdayî,
Dil dojeh,
Geh li kêrgûya belengaz,
Geh li pişt xwe.
Hate bîra wî filînta wî ya delal,
A ku di bin belîfa wî da xeyîdiye,
Hate bîra wî caniya ku ji deşta Herranê anî bû
Bijû bi morî(ye hişîn),
Enî bêş
Sê penî spî,
Beza wî tolaz, reqsok,
Mehîna kumêt û seklawî.
Çawa firiyabûn li ber Xozatê!
Niha, aha bêçar û girêdayî,
Aha, li paş wî lûlêyek sar nebûya
Dikarîbû xwe bi sparta bilindayiyan…
Ev çiyan, çiyayên bira, qedirzan bûn,
Ewel ellah van destan mirov nedida fedîkirin,
Van destên hoste ên ku,
Ariya cixara dişêwiti,
Zimanê margîskê
Ên kul i ber tavê wek çetel diçûriskî
Bi gula yekemîn di firand…
Van çavan, tu car neket dafikan
Van çavên wî yên ku,
Qiyameta geliyên li benda aşîtan,
Xayîntiya nermok û bi berf
A hendefan,
Berê da dizanîbû …
Bêçare
Ew ê bihata kuştin
Ferman bi biryar bu,
Êdi bila çavên wi marûmorên kor,
Dilê wi, teyrên berata bixwara...
3
Hatime kuştin
Li geliyek xipûxalî yên çiyan
Di dema nimêja sibekî da
Vedizelim
Di nava xwîne da û dipûdirêj...
Hatime kuştin
Xewnen min, ji şevan tarîtir
Keseki ji xêrê ra şirove ki dernakeve
Canê min distînin , bê ecel
Nikarim di pirtûkanda bi cîh bikim
Paşaki şîfre daye
Hatime kuştin bê dad û bê pirs.
Kirîvo, eynî wiha binivisîne rewşa min
Dibê ku qilûlik werê zanîn
Çiçikên gul nînê
Gulleyên domdomê ye
Ên ku wesle-wesle di devê min da...
4
Fermana kuştinê bi cih anîn,
Mija hêşin ya çiya
Û bayê sibê ên tevlixew
Di xwînê da lewitandin.
Dû ra li wir tifing daçikandin
Hêdî-hêdî li paşilên me
Sekirin,
Serûbinkirin.
Şutika min a sor ji qumaşe kîrmanşah ê,
Tizbî û qutiya* min girtin û çûn
Hemû jî diyarî bûn ji warên Ecem...
Kirîvê hevin , birayên hevin em, em bi xwîne hev ra girêdayîne
Bi gund û êlên himber va
Bi sedan sala me qîz danên hev û qîz ji hev girtine,
Ciranên hevin em rû bi rû
Tev li hev dibin mirîşkên me
Ji nezaniyê nîne,
Ji xizaniyê
Em dilsar bune ji pasportê
Ewe cirma sebeba qetla me
Êdi navê me derdikeve bi keleşiyê,
Mişextvaniye,
Rêbiriye,
Xayîniyê...
Kirîvo, eynî wiha binivisîne rewşa min
Dibê ku qilûlik werê zanîn
Çiçikên gul nînê
Guleyên domdomê ye
Ên ku wesle-wesle di devê min da...
5
Lêxin lawo,
Lêxin ,
Ez bi hêsanî namirim.
Di kuçik da bûyê arî tirafa min,
Di hundirê min da gotinên min heye
Ji rewşzana ra.
Bavê min çavên xwe dan li ber Ruhayê
Û sê birayên xwe
Sê serwiyên nazenîn,
Sê perçên çiya ku hîn ji emrê xwe têrnebuyi.
Ji bircan, ji qûçan, ji minaran
Kirîv, meriv û zaroyên çiyan
Dema ku li hember dorpêçkirina Fransiz şer dikirin.
Xalê min ê piçûk Nezif
Ku hîn simêla wî nû derketî,
Cindî,
Sivik
Siwarekî baş bû
Gotiye lêxin birano
Roja namûsê ye
Û hespa xwe rakiriye ser piyan.
Kirîvo, eynî wiha binivisîne rewşa min
Dibê ku qilûlik werê zanîn
Çiçikên gul nînê
Guleyên domdomê ye
Ên ku wesle-wesle di devê min da...
GIRTÎ
Cîda,
Hiş dibe, wek gulle xwariye
Li himber rondikên çavên te,
Hiş dibi
Û rê didi hemû bajêr
Tenê di radyoyan da newayek bixem
“Xarpêt sûkek dirêj…”
Di fîrariyeda çavê min tunê
Bênamûs bim tunê
Tunê halekî min ên poşmantiye
Dixwazim paldim
Û cixareyek vêxim
Cixareyek dûye wî hêjayî gewher
Têkçûyîn bijêm an jî şermoktî
Le her du jî nîne
Ez xerîv tu bedew,
Dinya bi hêvî
Ber bi vê êvarê wisa ecêvim
Dergîstiya min.
Wek cinawir bibin
Li du hêlê min
Du singû
Wergerandin: Jiyan ALPÎRANÎ: jiyanalpirani@yahoo.de