Ez û tu
Her hebe ew gav
ya em herdu li eywanê rûniştî
ez û tu.
Du dirûv
du timtêl
yek can
ez û tu.
Bedewiya baxçeyî
firra firrindeyan
ava jiyanê dide me
dema em diçin nav gulistanê
ez û tu.
Stêrên esmanan tên
li me binerin
û em heyvê nîşanî wan didin
ez û tu.
Ez û tu
bêyî min û te
jihalçûyî dibin yek
bextiyar
ne guhdarî galegotan
ez û tu.
Bilbilên esmanan
tên
şekira kenê me bixwin
li cihê em lê
ez û tu.
Çi seyr e:
em li heman cihî ne
ez û tu
tevî ku
yek ji me li Iraqê ye
yek li Xurasanê
ez û tu.
Berê min ji te vename
Şeva borî min dîsan sond xwar,
min bi canê te xwar:
Berê min ji çavên te venabin.
Ger şûran jî di min werkî,
berê min ji çavên te venabin.
Dermanî ji ti kesî tika nakim
çiku jana min
veqetîna ji te ye.
Min biavêjî nav agirî jî,
bila ne mêr bim
ger gazinekê ji min bibîzî.
Ax!
Ji toza piyên te
ez rabûm.
Ez ê vegerrim
daku bibim toza piyên te.
Rûlek mit
Dema ez
bi xewê ketî
di gorra xwe de rizî bim
û tu bê seredena min
ez ê ji gorrê rabim.
Tu torrîna min ya roja heşrê yî
qiyameta min î
ma çi ji min tê?
Mirî bim yan sax:
li kû bî li wir im.
Rûlek hişk û mit im
bê maça te.
Dema lêvên xwe digihînî min
û pif dikî min
bilûrek xweşbêj im.
Rûla te ya bextreş
hînî hingivê lêvên te bûye.
Min ê reben ji bîr neke;
bendewarî te me.
Dîsan zarrok
Yê aqil herdem xemxwer e
û li pey nav û dengan e;
yê aşiq xwe hinda kiriye
û ji hal çûye.
Yê aqil herdem bisexbêr e
û naxeniqe;
kar û senetê yê aşiq
xeniqîn e.
Yê aqil bo gerrîna
li aramî û bênvedanê jêhatî ye;
yê aşiq ji xwe şerm dike
li aramiyê bigerre.
Li civatê
yê aşiq
bi tenê ye
mîna avê û agirî
bi hev re, ji hev cuda.
Ger te bivêt
aşiqan li ser eşqê şîret bikî
neçar î bibînî ku berhem
galte û tirrane ne.
Bêna miskê ji eşqê tê
û hemî
pê dihesin:
ma çawan misk
dê veşartî bimîne?
Zarrok divê di nav aqilî de rabe
lê yê mezin
divê li ber eşqê
dîsan bibe zarrok.
Tava Tebrîzê!
Yê ji nefsbiçûkî evîna te bibijêre,
mîna evîna te
berz û bilind e.
Tenê tu
Bi tenê te dibijêrim,
ji hemiyan tenê te.
Ma dê her min
di xemên min de bihêlî?
Dilê min
qelem e di dest te de.
Keyf û kulan
tu bi dilê min dinivîsî.
Ma ez ê çi bim
ji bilî yê te bivê?
Ma ez ê çi bibînim
ji bilî ya tu nîşanî min bidî?
Geh
gulan
geh
striyan
bi min ve şên dikî
geh
hest bi bêna gulan dikim
geh
stiriyan ji leşê xwe hildikişînim.
Min çawan bixwazî
wisa me.
Min çawan bihesibînî
tam wa me.
Di cerrikê dilê min tê direngînî de:
Ez çi me?
Çi ye evîn
û kerba min?
Tu destpêk bûyî,
tu dê dawî bî:
bila dawiya min
ji destpêka min baştir be.
Evîn kavil e
Ma aşiq î?
Pa çima
ji şerm û xemê
ditirsî?
Wa nabe;
evîn
kavil e,
komek kevirên herrifî ye.
Ma kulekî?
Herre ji vir!
Rê dûr û beste ye;
yê seqet seqet e.
Ger mirin
di dirûvê mirovekî de
pêrgî min bihata,
min ê ew hemêz bikira.
Min ê giyanê xwe wergirta,
giyanê bêreng
bêtam
bila digdaşê min bo wê ba.
Tehemila zilm û neheqiya
dilbera xwe bike
yan dê neçar bibî
bangî cengawerên xwe bikî.
Ger xwe li ber birqê ranegirî,
dê neçar bî
bi neynikek jengarî
razî bibî.
Destên xwe dane ser çavên xwe
û sond bixwe:
Bi vên xwe kim!
Çavên xwe veke
li xwe nezivirre
vî û wî alî.
Mirûdê Xwedê
Mirûdê Xwedê
bê mey mest e
Mirûdê Xwedê
bê goşt têr e.
Mirûdê Xwedê
serzelal tevlihev e
Mirûdê Xwedê
bê xew û xwarin e.
Mirûdê Xwedê
paşa ye di bin kincirran ve
Mirûdê Xwedê
xezîne ye di nav xopaniyan re.
Mirûdê Xwedê
ne ax û av e
Mirûdê Xwedê
ne ar û ba ye.
Mirûdê Xwedê
derya ye bê kinar
Mirûdê Xwedê
sed morî ye li esmanê bêewr.
Mirûdê Xwedê
di dest xwe de hene heyv û stêr
Mirûdê Xwedê
di dest xwe de hene sed roj.
Mirûdê Xwedê
zanïna xwe rast ji Xwedê werdigire
Mirûdê Xwedê
ti ji kitêban ne-elimiye.
Mirûdê Xwedê
li derî helalî û heramiyê ye
Mirûdê Xwedê
sinorê qencî û xirabiyê nizane.
Mirûdê Xwedê
siwar bûye
Mirûdê Xwedê
ya neyî li paş xwe hêlaye.
Mirûdê Xwedê
ji awiran veşartî ye
Mirûdê Xwedê:
herre li wî bigerre!
Dara evînê
Evîn
nayê dîtin ji pirtûkan, bergan,
ne ji zanistan, ilman.
Rêya evîndaran
ji çîrrokên mirovan nayê dîtin.
Reh û rîşên evînê
di ebediyê de ne
bizane
gupikên bêsinoriyê ne.
Ev dar
ne li rehên xwe radiweste
ne li erdê
û ne jî li rex erşê Yezdanî.
Me îstîfaname da
dest hişî
me nefs
xistin nav sinoran
çiku cihê şikodariya evînê
di destê hişî û daxwazan de nake
Dema bikevî bin barê hesretê
bizane
ku hestret zirr-xweda ye.
Dema bibî berdilî
hingê
hesret dê nemîne.
Tava Tebrîzê
tu derya yî
û morî yî di deryayê de.
Bûneweriya te
hemî raza yezdanî ye.
Aş
Dil dan e
em aş in.
Ma aş dê ji kû bizane
ka çima li çerxa xwe dizivirre?
Leş kevir e
û raman
av in.
Kevir dibêje: Jixwe av dizane
ka çima diherrike.
Av dibêje: Ji aşvanî bipirse
ew dizane
çiku ew
avê diherrikîne.
Lê aşvan ji te re dibêje:
Hey nanxwero
ger aş neçerixiya
nan dê ji kû bihata
ser sifreya te?
Gelek tişt li kar in.
Bêdeng be!
Ji Yezdanî bipirse; Ew dê
hemiyê ji te re bibêje!
Gerrîna li Wî
Ez hê hingê hebûm
dema hê ti tişt nebû,
nav,
navdayî
nebûn.
Nav û navdayî
ji min çêbûn dema
ez û em
nebûn.
Li serikê pirça dilberê
Yezdan diyar bû
dema hê ew pirça delal
nebû.
Li dêran gerrîm
û çûm cem fileyan
lê bi xaçê ve Ew
nebû.
Çûm perestgeha pûtan
pîrozgeha kevnare
ti nîşan ji Wî
nebû.
Çûm çiyayên Heratê, Kendeharê
ji gir û geliyan lê gerrîm
min Ew nedît, Ew li wir jî
nebû.
Meşîm ta dûlikê dinyayê
gihiştim çiyayê Qaf; li wir
hêlîna teyrê sîmir hebû lê Ew
nebû.
Min zînên hespê xwe zivirrandin
berê xwe da Ke'bê, cihê ciwan û pîr dihatinê
lê li wir jî Ew
nebû.
Min Ew ji ibn Sine pirsî
lê di pîvanka wî de
cihê Wî
nebû.
Hilketim esmanan,
du tîrgavan ji erşî dûr bûm
lê li wê eywana berz jî Ew
nebû.
Vegerrîm li dilê xwe binerim
û min li wir Ew dît;
li ti derek dî Ew
nebû.
Tava Tebrîzê, giyana pak;
mest, şêt û serxweş
ji bilî wê ti kes
nebûye.