Peyva xwerû...
Ala sipî wê hilnede.
Bi min bikin!?
lê sînorê xwe
Ta lêva dil, derbasnekin.
Û giyanê min,
helbesta min
tazî nekin.
Bihêlin
bera bermal
Ji sawê, koçber nebe
û ji zorê, bawî mebe.
Bihêlin
Wê bi xwe! ew girêka kor ( !!!! )
Ya ku... pîrekê di temenê
minî pêşînde, bi bejna min ve, girêdida.
Û li ser min, di danê sibehê de, mîna gundekê dixwend!
Pê... ta niha!
ditevizim.
Nîv seqetim.
Ew bi destên min, vedike.
Bihêlin
wek divêm
zê ji nû...
ji dayika xwe bizêm.
Bihêlin
bila xweber....ev giyan
bê xwestek, mîna ava kaniyan,
lihevkeve û biherike.
Bila ew ( )!
ji balam dernekeve,
ta mejî kilît nebe.
Bihêlin
gefan nekin!!!
Xwe nasbikin.
Çi divên?
Bi kê çi bê?
Bi we nayê?!
Çi dikin?
Kî we fêrî xwe dike.
Bihêlin
de giyan, bes babidin.
Deynê we, wê ew bide.
Neçin ser!
Li dû meçin.
Bêyî we
rêça xwe, ew nas dike.
Bihêlin
bila giyan...
bi têlên sîmfoniya xwe.
Bi hêwîtiya bayê xwe,
ritma zemîn çeng bike.
Bihêlin
bila perwane...
ji nav çavên min bifirin,
û lêvên gulan bimijin.
Bihêlin
bila di xewna min de,
evîn li evîndarên xwe bigere.
Bila evîn, careke din...
ji cihê xwe neleqe.
Bila evîna min
ji bêhêvîbûna evîna xwe
binçav nekin.
Bihêlin
bila ji nû...
Mem û Zîn
di hêlîna teyrê baz de,
bi cîh bibin.
Bila mirin, ji navê wan
sergêj bibe.
Û ji bextê wan, bêbext bibe.
Bihêlin
bila mirin, dergahê xwe
ji min re veneke.
Bila mirin
Tazî bibe... û bi te can
li yek gorê
bingor bibe.
Ta ji tev miriyin zindî!
ew xweş dest nîşan bibe.