Dilber hat perestgehê
Dilbera min
hat perestgeha mecocan,
piyale di destî de,
mestbûyî
û mest kirin hemî
bi çavên xwe yên nêrgizî.
Li simên hespê wê
nalên mîna heyva nû,
li ber bejna wê ya bilind
spîndar kurtik bûn.
Dema rabû,
çiraya dilê hevalan
temirî.
Dema rûnişt,
kel ket
awirên evîndar.
Gulav
bêna xwe ji pirça wê werdigire,
heş birûyan
li dû birûyên wê direngîne.
Vegerre!
Jiyana Hafizî ya çûyî
dê bi te re vegerriya.
Lê tîrê ji kevanê vejenî
êdî qet venagerre.
Yaqûtan ji lêvan vexwe
Tenê mey hebe
ji lêvên dilberê
her tişt bi dilê min e,
spas bo Xwedê.
Şeva borî min pê re
demek xweş borand.
Xwedê ti car
evîndaran ji hev veneqetîne!
Siûda min ya kembax,
vê baş bişidîne!
Vê qedeha zêrrîn nîç ke,
yaqûtan ji lêvan vexwe.
Yar,
çawan bikarim ravekim
ka jiyana dûrî te çawan e?
Çav ji rondikan,
dil ji derdan dagirtî ye.
Bila kafir jî nekevin
ber wan kul û kovanan
yên spîndar ji ber bejna te,
heyv ji ber birûyên te dikêşin.
Pîrên bêhiş,
alimên xirriyayî
fesada me û
vexwarina me dikin.
Lê em li xwe poşman bûne
û ji rêya abidan varê bûne
û me ji Yezdan hêvî kiriye ku
xêrên me bixefirîne.
Tama lêvên te
bîra serê Hafizî vala kiriye.
Nemaye xwendina ilman,
ne nivêjên berspêdeyan.
Gaziyek li sorgulê
Ji ser spîndarek bilind
bilbilî gazî kir
sorgulê:
"Bila çavê xirab
dûr be ji sorgulê!
Şabaniya spehîtiyê yî;
ji hindê spasdar be,
tinaziyên xwe
bi bilbilê şeydayê evînê neke!"
Ji dûriya te
ne bigazin im:
bêyî jihevdûriyê
dê şirîniya hevdîtinê neba.
Abid bi xewn û xeyalên
keleh û horiyên Biheştê dijîn.
Meyxane keleha min e,
dilbera min horiya min e.
Meya xwe li ber awazên çengê firr ke,
bêwec xeman nexwe.
Ger kesek ji te re bêje: "Venexwe!"
Tu bêje: "Yezdan dilovan e!"
Xelk bi bextiyarî xweşiyê
bi zewq û şahiyên jiyanê dikin;
kaniya xweşiya min
derdê ji ber dilberê ye.
Hafiz,
çima ji derdan dinalî?
Hez bi hesretê zêde dibe,
ronahî ji tarîtiyê dertê.
Babetek ji sincnameyê
Ez ê ji te re
babetekê ji sincnameyê bixwînim.
De guh bidê!
Ji dera basa
dan û dilsoziyê tê kirin:
Mîna kanê be
û bi zêrrî xelat ke wî
yê cerg û hinavên te
bi zilm û zorê hildikole.
Ne kêmtir be
ji dara siyê dide:
xelk beran diavêjiyê.
ew fêkiyê xwe dide wan.
Ji qalika mîdyeyê
reftara nermiyê fêr bibe:
moriya xwe bide wî
yê gerdena te bibirre.
Bi min kenî
Bbejn mîna spîndaran,
rû heyva çardeyî,
neynik di destî de,
dêm delal pişkivî.
Min desmal dirêjî wê kir.
Kenî:
Te divê nêzî min bibî?
Ax gidî, ca aşopa te
çendî şûm û şiloq e!
Vînek din
Her roj
dil di bin barek nû ve dişkê.
Her roj
kelemê veqetînê di çavê min re diçe.
Çi ji min tê, texsîr nakim.
Felek dibêje:
li derî hêza te
vînek din heye.
Çîroka şemala Çegelê
Ez nikarim çîroka
şemala Çegelê vebêjim.
Neşêm rewşa şewata
dilê xwe salix dim.
Derd dilê min digivêşin
ji ber ku min ti dost nînin
ku ya dilê xwe jê re bêjim.
Xwerû xem e
Hesaba hemî jiyana min
xwerû xem e.
Berhema evîna min
xwerû xem e.
Ti kes bi min re nameşe.
Tek dilsoza dilê min
xwerû xem e.
Bihar e
Bihar e.
Sorgul û sosin û lale
ji bin axê dertên.
Çima tu dernayê?
Mîna ewrên biharê
av ji çavên min tê
li ser gorra te
daku ji nav axê rabî.