Serrûpel Hejmar 54, tîrmeh 2004

Naverok
  • Diyarî
  • Nivîsar
  • Helbest
  • Pexşan
  • Weşan
  • Nûçe
  • Zarok
  • Ziman
  • Gelêrî
  • Mizgînî
  • Name
  • Pozname

  • Helbest
  • Hafizê Şîrazî: Ji lêvan yaqûtan vexwe (9 helbest)
  • Mewlana Celaledînê Rûmî: Ger şûran jî di min werkî (10 helbest)
  • Ahmet Arif: Sîûsê gulle û sê helbestên din (wergêr: Jiyan Alpîranî)
  • Nazim Hikmet: Çend şîret bo yê bikeve zindanê (2 helbest)
  • Paul Éluard: Azadî (wergêr: Ebdulrehman Efîf)
  • Azer Osî: Bihêlin
  • Yasîn Husên: Hemû ji te
  • Armanc Doskî & Rondik Amêdî: Rondik
  • Metîn Kewê Dilxêrî: Dîsa meha pûşberê hat

  • LIBERTÉ
    PAUL ÉLUARD
    (SAINT-DENIS 18.12.1895 + PARIS 18.11.1952)


    Li ser dibistandefterên xwe 
    Li ser masa xwe ya xwendinê 
    Û daran 
    Li ser qûmê 
    Li ser berfê
    
    Dinivîsim ez navê te
    
    Li ser her pellên
    Hatine xwendin
    Li ser her pellên vala
    Kevir xwîn 
    Kaxet an ariyê
    Dinivîsim ez navê te
    
    
    Li ser 
    Pîrozwêneyan
    Li ser silehên şervanan
    Li ser tacên qiralan 
    Dinivîsim ez navê te
    
    
    Li ser cungilistanê (daristanê) û
    Qûmistanê 
    Li ser hêlînan 
    Li ser melkesgîhayên zer
    Li ser dengvedana zaroktiya xwe
    Dinivîsim ez navê te
    
    Li ser matkerên şevan
    Li ser spînanê rojan
    Li ser demên dergîstiyê
    Dinivîsim ez navê te
    
    
    Li ser her pîneyên xwe
    Ezmanşîn 
    Li ser rokgola efnikî
    Li ser heyvderyaya nû
    Dinivîsim ez navê te
    
    
    Li ser erdan
    Li ser aso
    Li ser baskên teyran
    Û li ser aşê sîkan
    Dinivîsim ez navê te
    
    
    Li ser her bêhnekê ji yên
    Şiveqê 
    Li ser derya 
    Li ser keştiyan
    Li ser çiyayên dîn
    Dinivîsim ez navê te
    
    Li ser moosa(gîhakê) ewran
    Li ser xwêdana bahozan
    Li ser barana giran a kevintam
    Dinivîsim navê te
    
    Li ser formên çirisdar
    Li ser ceresên rengan
    Li ser rastiya laşane
    Dinivîsim navê te
    
    Li ser rêyên jiyandar
    
    Li ser cadên berfirehvekirî
    Li ser warên diserreçûyî
    Dinivîsim ez navê te
    
    
    Li ser çira vêdikeve 
    Li ser çira vedimire
    Li ser xaniyên xwe ên yekbûyî
    Dinivîsim ez navê te 
    
    Li ser fêkiyê nîvco yê neynikê
    Û oda xwe
    Li ser sedefa vala a textê xwe
    Dinivîsim ez navê te
    
    Li ser kûçikê xwe ê xure 
    Li ser kûçikê xwe ê cirxweş
    Li ser guhên wî ên miçkirî
    Li ser lingê wî ê şaşçûyî
    
    
    Dinivîsim ez navê te
     
    Li ser qevastindepê
    Deriyê xwe
    Li ser tiştên navmalî
    Li ser pijiqandina agir
    Dinivîsim ez navê te
    
    Li ser her bedenê xwe diyarîdike
    Li ser eniya hevalên xwe
    Li ser her destê xwe dide
    Dinivîsim ez navê te
    Li ser pencera matmayinê 
    Li ser lêvên bendemayî
    Bilind di ser bêdengiyê re 
    Dinivîsim ez navê te
    
    Li ser revcihên xwe ên xerakirî
    Li ser ruhnîstûnên xwe ên hatîxwarê
    Li ser dîwarên êşa xwe
    Dinivîsim navê te
    
    Li ser serxweşiya bêdaxwaz
    Li ser tenêtiya rût
    Li ser rêwîtiyên mirinê
    Dinivîsim ez navê te
    
    Li ser rihetiya vegeriyayî
    Li ser tirs û xetera windabûyî
    Li ser hêviyê bê têbîranînê
    Dinivîsim ez navê te
    
    Û bi xurtiya gotinekê 
    Destpêdikim ez jiyana xwe nû
    Ez çêbûme te nasbikim
    Û te bibêjim
    
    Azadiyê.
    

    Ji elmanî: Ebdulrehman Efîf: afifabdulrahman@hotmail.com

    Berdest
  • Hejmara nû
  • Hemû hejmar
  • Hemû pirtûk
  • Hemû nivîskar
  • Werger
  • Nûdem
  • Ferheng
  • Lînk


  • [ Mehname | Ev hejmar | Diyarî | Gelêrî | Helbest | Mizgînî | Name | Nirxandin | Nûçeyên çandeyî | Pexşan | Weşan | Pozname | Ziman | Zarok | E-mail ]

    Ev malper herî baş bi INTERNET EXPLORERê tê dîtin. This site is best viewable with the INTERNET EXPLORER.

    Têkilî: mehname@yahoo.com
    Contact us: mehname@yahoo.com

    Copyright ©1999- MEHNAME. Hemû maf parastî ne. All rights reserved.