Serrûpel Hejmar 36, rêbendan 2003

Naverok
Diyarî
Nirxandin
Helbest
Pexşan
Weşan
Zarok
Nûçe
Gelêrî
Ziman
Name
Mizgînî
Pozname

Diyarî

Salihê Kevirbirî: Dengbêj Brahîmê Newrozî
Şahînê Bekirê Soreklî: Gotara Seamus Heaney û pêşgotinek
Meşal Temo: Zirperwerî ye yan têkçûn e?!
Sedat Yurtdaş: Mirov, çand û ziman
Lokman Polat: Barzanî û Kerkûk
Zeki Özmen: Rexnevizyon
Hesen Polat: Nûçevaniya bêuslûb
Platforma Rêxistinên Kurdistanê li Elmanya: Hemberî cînayetên KADEKê bêdeng nebînin!
Lokman Polat: Rexnekuj


GOTARA NIVÎSKARÊ ÎRLENDÎ SEAMUS HEANEY YA WERGIRTINA XELATA NOBEL BO WÊJEYÊ

Şahînê Bekirê Soreklî: shahinsorekli@hotmail.com

Pêşgotineke ne Layiqe Berhemeke Pirr Nerxbilind ji Şahînî Bekirê Soreklî

Berhema nerxbilind ya wegirtina Xelata Nobel bo Wêjeyê (Edebîyatê) ji aliyê nivîskar û helbestvanê îrlendî Seamus Heaney de (1995: Stockholm) hatibû xwendin û di sala 1996an de di “NÛDEM Werger” de bêyî pêşgotin bi zimanê kurdî hatibû weşandin. Ez bo dayîna fersenda dubarekirina weşandina wê ji MEHNAME re spas dikim û grîng dibînim ku vê carê pêşgotinekê jî bi wê re biweşînim, tevî ku çi peywendiya va pêşgotina ne layiqe berhemê bi naveroka berhemê re niye jî. Hêvîdar im ku xwendevanê hêja li dû xwendina pêşgotinê bikaribe li min biborîne û ew jî nivîsandina wê di cîh de bibîne.

Gellek kes her li hamber nivîskarên kurd bi gazinc û rexne ne. Dema ew girr û nefret û rexneyên xwe dibarînin ew cudatiyê naxin nav nivîskaran, pirr caran kesekî / kesekê bi nav nakin û tevahiya nivîskaran didin ber xwe. Carine jî hinek kes tawana rastiya ku berhemên kurdî pirr nahên xwendin dike stuyê neqencbûna berheman. Tu dibêjî qey Kurd bi milyonan di pirtûkxaneyan de ketine dobê ye û li berhemên layiqe xwendinê digerine. Lê gelo rast sed ji sedî wisa bêt?

Ev bû bêtir ji salekê ku Kovara Navneteweyî ya Nivîskaran (PEN INTERNATIONAL: Volume 51. No 2, 2001) li ser maseya min e. carine ez wê radikim û li ser refekî pirtûkan bi cîh dikim, lê dû re dîsa wê li maseyê vedigerînim. Çima? Çimkî gotara wergirtina Xelata Nobel bo wêjeyê, ya sal 2000, tê de ye, gotara nivîskarê çînî Gao Xingjiyan. Ez bi xwe re dibêjim, “Divêt va gotara bo kurdî bihête wergerandin.” Lê aliyê reşbîn di min de qerf û henekên xwe bi aliyê min yê hêvîdar dike, dibêje, “Tu dê dîsa çavên xwe birijînî û va gotara dirêj û bi zehmetiyên zimanî dagirtî di piçek dema xwe ya vala de wergerînî kurdî! Hey xwelî li sêri bûyo, ma kî dê bixwêne, û kî dê jê tê bigihê?!” Li dawiya dawiyê beşê min yê hêvîdar ez xistim ber karê wegerandina gotara Gao Xingjiyan, lê min pêwîst dît ku ber weşandina wê gotara Seamus Heaney car din bi rêya MEHNAMEyê pêşkêşe xwendevanê kurd bikim.

Wek li jor diyar bû berhema Seamus Heaney ber bêtir ji şeş salan bi kurdî hat weşandin. Ta nuha min bi xwe yek gotin ji Kurdekî di derbarê vê berhemê de ne xwendiye, ne bihîstiye. Gelo berhem ne yeke layiq bêt? Berhem xwe têkiliye wêjeyê û nerxê helbestê dike, lê di eynî demê de xwe têkliye jiyanê, dîrokê, hestên mirovahî, trajêdiyên neteweyî û şexsî û siyasetê dike. Guman tê de niye ku berhem yeke pirr çak û pirralî ye. Gelo têgihîştina berhemê bi zimanê kurdî dijwar bêt? Erê, têgihîştina naveroka berhemê ne hêsan e. Pirseke din: Gelo têgihîştina berhema bi înglizî hatî nivîsandin bo daniştvanên welatên wek Îngliztanê, Îrlendeyê, DYE û Australyayê hêsan bêt? Na, mirov dikar hema bêyî lêkolîn jî bibêje ku bi kêmasî ji % 80yê daniştvanên wan welatan ê ne bi şêweyeke rêk û pêk jê tê bigihên, ne jî meraqê li xwendina wê bikin. Lê cudatiya di navbera wan û Kurdan de ev e: Pirraniya înglizîaxifgeran, ewên ku baş bi xwendinê dizanin, lê meraqa wan li xwendina berhemê nîne, heye ku bibêjin, “Karê wêjeyî ne karê min e, ne jî meraqa min lê heye; û ez jê tênagihêm.” Lê di nav xwendekarên kurd de ez bawer nakim ku gellek kes eynî gotinê bikin. Pirraniya wan ê gotinên wek yên li pêş bihînin ser zimanî: “Kurdiya wergerandinê ne baş e / Jê nayê fêmkirin / kurmancî û soranî li nav hev xistine / Zimanê gotarê pirr hişk e...” Hinek kes jî dê bêguman çar yan pênc rêzan ji berhemeke wisa bixwênin û dest jê berdin.

Ewên ku bi xwendina akadêmî mijûl bûnî dê baş bizanibin ku carine xwendekarê akadêmî berhemekê carekê û du caran û heye ku heft caran jî dixwêne da ku ji mebesta nivîkêr têdigihê û dema li gor têgihîştina xwe di derbarê wê de dinivîsîne, heye ku profesorek di bin de dinivîsîne: “Te mebesta nivîskêr şaş fêhm kiriye!” Ez vê pirsê ji te xwendevanê hêja bipirsim: Bi dîtina te di nav xwendevanên kurd de çend hebin ku berhemeke wek ya Seamus Heaney du caran û sê caran bixwênin ji bo bizava têgihîştina wê?

Ji aliyekî ve ji nivîskêr hêvî dihêt kirin ku berhemên ji aliyê wêjeyî û xwebêjî de kalîteberz binivîsîne, lê di eynî demê de hin kes hene ku çaverê dikin berhemên wisa bi zimanê taxê têkeve ser kaxezê! Zimanê taxê, yan zaravayeke herêmî, ne dikare ji heqê wergerandina berhemeke bi vê giraniyê bihête der, ne jî dikare naveroka wê bi eynî radyeya bilind diyar bike, çimkî orijînala wê ya bi inglizî jî bi zimanê taxê nehatiye nivîsandin. Ji lewre mirov pirr caran ji xwe dipirse, gelo dem dema nivîsandin û wergerandina berhemên ji radeya wêjeyî ya bilind be?

Wê rojê ez ji bo beşdarbûna di odeyeke elektronî de (Chat, paltalk...) hatibûm vexwandin. Van odeyên elektronî dikarin sûdeke pirr mezin bigihînin Kurdan, bi taybetî bo hevnasînê, guhlêdana ramanên hev û din û berbihevhanîna zaravayên zimanê kurdî, lê di wan de mirov gellek caran rastî kes û tiştên seyr û ecêb dihêt. Di odeyên Kurdistanê de her kesî şûna xwe û giraniya xwe dinasîn, lê di odeyên elektronî de tu Mîrê Botan bî, Şakspeare bî, Eflatûn bî, yan naxirvanê gundê Sersing bî, pirraniya caran ne kesî hay jê heye, ne jî ûda felekê dikişîne! Ciwanmêrek ket odeyê, mîkrefon xwazt û gotineke bi vê wateyê kir, “Wella di nav Kurdan de kesek tune ku layiqe xelatekê be.” Dû re dest bi gazincan kir ku kesek li kesekî xwedî dernakeve,...” Hinên guhdar jî bi nivîs ew mafdar diyar dikirin û gotinên wek “Rast e / Bijîttttt,...” dinivîsandin. Mirov êdî bi encama salan û xibreta dûr û dirêj tê gihîştiye ku xwetêwerkirin gotûbêjên bi kesên wisa re bêyî sûd e, û heye ku bi ziyan be jî. Li dawiya dawiyê mirovekî bi navên wek “Serkêşê Govenda Kurdistan,” “Mîrê Bokeyên Botanê,” “Şoreşgêr 321,” “Kasrtro 375,” “Kezebxwînê Rêzan”... dikare di odeya elektroniye bêyî dê û bav de şekalên elektronî jî bi te werke! Mirov neçar dibe bêdeng bimîne! Lê di eynî demê de mirov dilsar dibe. Kesine din hene ku wisa bi hêsanî rê didin xwe da ku nivîskar û ronakbîran îhanet bikin, wan wek “zîrt” bi nav bikin... Çima? Çimkî ew wek wî naponijin! Bi gotineke din ekesên wisa ji pîvana herî grîng bo nivîskariyê û rewşyenbîriyê, wek azadiya ramyariyê û serxwebûna entellektuelî, bêyî haydarî ne. Ew ji nivîskêr hêvî dikin ku bibe amînbêj, li şûna ku rastîbêj be û qe nebe li gor xwe bizava gotina durist bike!

Ji bîr neçêt ku hema-hema hemî nivîskarên kurd bêpere berhemên xwe pêşkêşe xwendevanên gelê xwe dikin; ku pirraniya wan bi ser de pereyên xwe jî didin, bi kêmasî bi xuha eniya xwe kompiyûteran dikirin, pereyên beşdarbûna di înternêt de didin,... Li milê din, gelo ma rast di nav Kurdan de kesek niye ku layiqe xelat û pesindariyê be, wek mêvanê elektronî iddîa kiribû? Ma gelo kê mastê xwe daye yekî wek Kendal Nezan, wek nimûne, ku bi salan ji jiyana xwe têxe ber xizmeta ji neteweya kurdî re? Heke ez ji rengê çavên wî hej nekim, yan heke ew nexwaze bi min re hevaltiyê bike, gelo min maf hebe ku teniyê di navê wî bidim, wek nimûne? Gelo kê hingivê xwe daye yekî wek Dr Necmeddîn Kerîm, pisporekî pijîşk yê di warê “micro surgery” de li DYE ji ewên herî navdare ku hemî dema xwe ya li dervayê kar bide Kurdan? Ma gelo heke ew pozê xwe li min bilind bike, min maf hebe navê wî têxim bin palasa xe? Gelo kê hespa şê bo yekî wek Firat Cewerî pêşkêş kiriye ku bi salan ji Kurdan re kovarekê biweşîne? Gelo va pêşveçûna di nav 20 salên borîn de, heke ne bi saya xebat û zehmetkêşandina kesan bûya, dê çawa cîh bigirta? Heke ne bi hezaran be, qe nebe di nav Kurdan de bi sedan kes hene ku bi hezran rûpel bi zimanên cuda bo berjewendiya neteweya xwe nivîsandine, ku beşdare bi dehan hevpeyvîn û civîn û xwepêşandanan bûne, ku jiyana xwe li derve jî bi salan bo gelê xwe xistine nav tehlûkeyêye, ku ji bo xatirê duristiyê û berjewendiya amancdûr heta li dij rêhişk û serhişkên kurd jî têkoşiyane, hatine êşandin û îhanetkirine,... Helbete di nav kesên ku berheman diafirînin û destkeftiyan bi dest dixin de hinek ê hebin ku ta radeyekê bo berjewendiya xwe jî karê xwe dikin. Lê bo çi na? Ma gelo nivîskarên navdar yên Ewropayê û Emerîkayê bo berjewendiya xwe kar nakin? Ma gelo li tevahiya Ewropayê çend rojnamevan hebin ku bêyî pere kar dikin? Heke wisa bêt, mirov çawa bikaribe bibêje ku di nav Kurdan de kesek jî niye ku layiqe xelatekê, yan pesindanekê bêt? Mirov bi çi maf û mentiqê hemî nivîskar û ronakbîran bike amanca dûyê şatmana xwe, di wê demê de ku gellek ji wan ne ji bo pereyan, ne ji bo nav, ne ji bo wezîfeyan, lê tenê da ku wûjdana xwe rehet bikin weqa dane û didine? Ma gelo ciwanekî wek Husên Muhemmed li welatekî wek Fînlende neçar e weqa ji dema xwe ya giranbiha bo weşandina malpereke kurdî terxan bike? Ma gelo kê bo xatirê xebata wî ya bêpere guliyek ji pîvokên destpêka biharê jê re wek diyarî rêkiribe? Gelo xwediyên malperên wek AVESTAKURD, AMÛDE, QAMIŞLO û bi dehan malper û weşanên din rast bi hezaran dolar ji Kurdan bi dest dixine ku xwe dane ber vê xebatêye, xebateke ku ew wek xizmeteke bo gelê xwe dibînin? Her yek ji wan layiqe pesindan û xelatkirinê ye!

Heye ku xwendevanekî birêz û hişyar li vir ji xwe bipirse: “Gelo peywendiya van gotinên nivîskarê pêşgotinê bi gotara wergirtina Xelata Nobel bo Wêjeyê re çi ye?” Pirs gellekî di cîh de ye û va ye bersîva wê: Mirov xwe westa dike û berhemên kesayetiyên navdar û jêhatî yên wek Seamus Heaney û Gao Xingjiyan werdigerîne zimanê kurdî, ne da ku bi encama karekî wisa navê xwe bide nivîsandin, lê bi hêviya ku van berheman bihên xwendin û ramanên di wan de mentalîteya nimûneyên li jor hatinî dayîn bidin guhertin, û bi omêda ku naveroka berhemên weha vê neteweyê bêtir ber bi pira şaristaniyê bilivîne.

Gotara Heaney, li gel ku yeke wêjeyî ye jî, ew bi şêweyeke kûr xwe têkiliye pirsa neteweyî ya îrlendî û gellekên din dike. Xwendevanê jîrek ê bikaribe di gotarê de paralêlên li gel pirsa neteweyî ya gelê kurd jî bibîne. Ji bo pirsa neteweyî ya kurdî gellek sûd dikare ji berhemê bihête girtin. Gotara Xingjiyan, li milê din, xwebêja rasteqîne ya wêjeyê di nav xwe de diyar dike. Xwendevanê jêhatî dê bikaribe ji gotarê tê bigihê ka wêje çi ye û divêt çawa bêt. Ew ê têbigihê ku wêjeya bilind çi peywendî li gel amînbêjiyê niye, ne jî ji amancên wêjeyê ye ku kesan û koman û civatan û desthelatdaran razî bike.

Va ye berhema Seamus Heaney li pêş e. Di hejmara tê ya MEHNAME de em ê bizava weşandina gotara Gao Xingjiyan bikin. Wek nivîskarên li derve dijîn ya ji dest me tê ev e. Bila kesek ne îroj û ne sibe mebêje ku me hewl neda.


GOTARA NIVÎSKARÊ ÎRLENDÎ SEAMUS HEANEY BI MUNASEBETA WERGIRTINA XELATA NOBEL YA EDEBIYATÊ (1995)

(Wergerandina ji înglizî: Şahînê Bekirê Soreklî) NERXDAYÎN BO HELBESTÊ

Dema ez cara yekem rast (tûşî) navê bajarê Stockholm hatim qe neket bala min ez ê rojekê vî bajarî bibînim, hele hîn hatina wir wek mêvanekî Akadêmiya Swêdî û Sazmendiya Xelata Nobel li aliyekî. Di wê dema ez behsê dikime de tiştekî wisa li dervayê xewn û xeyalên min bû. Di salên hezar û neh sed û çelan de, dema ez mezinê zaroyên malbeteke li herêmeke gundî ya devera Derry bûm, malbeteke ku hejmara endamên wê her zêde dibû, em hemî di sê odeyên xaniyekî kevneşopînî sersapîn de kome ser hev bûbûn û jiyana me li wir yeke ji şêweyên tenêmayîn û dûrbûnê bû ku em kêmzêde ji bandora atifî û rewşenbîrî ya cîhana derve dûr hîştibûn. Cîhana me yeke biçûk û teng bû ku tê de dengên şevê, wek yê hespa di axurê li kêleka odeyekê de, tevlî dengên axiftina mezinên di mitbaxa li kêleka odeyeke din de dibûn. Gotinê naxwaze ku haya me ji hemî dengan hebû - yê barana bi ser daran de dihate xarê, mişkên li banê, papora ji zeviyê li paş xênî wê de li ser xeta heseinî diçû - lê haydariyeke wekî ya lawirine di dema zivistanê de ditezin de bû. Di vê dema wekî yeke pêşdîrokî û pêşhaydariya seksuel (cinsî) de, em di navbera kevnedem û nûdemê de wisa hestnazik û bandorgir bûn, wek ava satila di odeya me ya firaxşuştinê de: her ku trêneke derbas dibûyî erd dihejand serbeşê wê avê bi şêweyeke nazik û bêdengiyeke bêhempa dilerizî.

Lê li gor me ne tenê erd dihejiya: bayê li doraliyên me û li jor me jî jîndar bû û em haydar dikirin. Dema bayî darên narewanê dilivandin, herweha antênek jî dilivand ku bi çemelê herî jorîn yê dareke şembelotê ve hatibû girêdan. Antênê bi rêya têla ku xwe di qulika di quncekî pencereya mitbaxê de hatî çêkirin digîhand navîna radyoya me dengek dixist wê û cixevixeke kurtekatîn rê dida dengê nûçexwendekarê BBC (Britishroadcasting Service- Dezgeha Radyoya Brîtanî: Wergêr) yê ku bûyerên mirov ne li benda bihîstina wan bû radigîhandin, wek qudreteke ji xeybê. Û me ew denga jî ji odeya razanê dibihîst, xwe ji paş û ser dengên mezinên li mitbaxê re digîhand me, her wekî ku me gellek caran dengê vîzevîza têlên telegrafê ji ser hemû dengan re dibihîst, dengê qebeyî zirav yê ku kodên Morse yên telegrafî ji aliyekî digîhandin yekî din.

Me navên cîranan yên ku bi zaravayê herêmî yê bav û diya me dihatinî ser zimanî di guh xwe re dikirin, û li milê din, navên bombedaran û bajarên hatinî lêdan bi îngliziya xwendewarê nûçeyan yê dengzengilîn digihîştin guhên me, herweha nûçeyên di derheqê şer, tabûrên leşgeran, hejmara firrokên ketinî û dîlên hatinî girtin, miriyan û serkeftinan de; û peyvên din jî, gotinê naxwaze, diketin guhên me, ew peyvên ceddî ku tiştekî seyr e bi hev û din ve girêdayî ne, peyvên “neyar” û “hevalbendan”. Lê li gel vê jî çi nûçûyên van bûyerên bi xwîn yên cîhanê wek tiştekî bizdandinê nediketin nav hişên min. Eger tiştekî nebixêr di naveroka ragîhandinên xwendekarê nûçeyan de hebûya ew bi wê yekê ve girêdayî bû ku haydariya me, wekî ku di bin bandora bencê de be, ji tehlûkeya li holê nebû; û eger tiştekî lomejêkirinê di derheqê nezantiya siyasî ya wê dem û şûnê de hebû jî, encama wê yekê ji bo min bi xwe tiştekî çak bû, ji aliyê xwehestkirina di asayişê de.

Bi gotineke din, dema şer ji bo min yeke pêşramyarî bû. Herweha pêşedebiyatî. Li gor xwe pêşdîrokî jî. Dû re, bi derbasbûna salan re, dema guhdlêdana min bû yeke bi mebest, min dest pê kir rabim ser milê kenebeya me ya mezin da ku bikaribim dengê radyo baştir bibihîsim. Lê hîn jî tiştê bala min dikişand ser xwe ne nûçe bûn; ez li dû heyecana di serpêhatiyan de bûm, wek yên di xeleka zincîra serpêhatiyên polîsekî înglizîyî bi navê Dick Barton de, yan cergbaziyên bokefirrokvanekî hêzên înglizî, bi navê Biggles, ku ji pirtûkeke firrokvan W. E. Jones ji bo radyo hatibûn adaptekirin. Nuha ku zarokên din xort bûbûn û tiştên di mitbaxê de cîh digirtinî bêtir bûbûn, divabû ez xwe nêzike radyo bikim da ku guhên xwe baş bidim ser, û bi encama vê nêzikbûna ji derziya wê ez fêrî navên dezgehên biyanî bûm, wek Leipzig, Oslo, Stuttgart, Warso, û helbet Stockholm.

Ez herweha fêrî guhdana li kurtebeşine ji zimanên biyanî bûm ku di dema livandina derziya radyo di navbera dezgeha ABC û ya Radyoya Îrlendê de, di navbera şêwegotina London û ya Dublin de, diketin guhên min, û tevî ku ez di destpêkê de nedigihîştim xwebêja gotinên dihatin kirin jî, gotinên bi dengên ji zimanên ewropayî yên ji zengulokê têyên der, yan bi hîsînî ne, bi bihîstina wan re rêwîtiya min ya ber bi cîhana fireh û dûr êdî dest pê kiribû. Ev yeka ji bo min herweha bû destpêka rêwîtiyeke di nav firehiya zimanî de, rêwîtiyeke ku tê de her gihîştineke mebestekê - hem di warê helbestê, hem di warê jiyanê de - li şûna ku bibête xwegîhandina mebesta dawîn, dibû hîmekî gavpêşveavêtinê, û ew rêwîtiya ye ku ez nuha gîhandime ev qonaxa serbilindiyê. Lê va sehneya ji hîmekî gavavêtinê bêtir hestê xwedîtina li navendeke asîmanî li nik min diafirîne, û ji ber vê sedemê ye ku ez di jiyana xwe de bo yekemcar ew fersenda nerxbilind didim xwe ku li ser bayî bimeşim.

* * *

Bi saya helbestê ye ku ev meşa li ser bayî ji bo min pêkan e. Ez wê di cîh de dinerxînim çimkî min rêzek ber kurtedemekê nivîsandibû ku tê de ji xwe (û her kesê guhdar) daxwaza “meşa li ser bayî, heta li dij baweriya xwe jî,” dikim. Lê ez wê careke din dinerxînim ji ber ku helbest dikare rewşekê biafirîne ku neynika rastiyeke dervayî be û di eynî demê de bi hestê hundirîn yê helbestvanî ve girêdayî be, wek çûna û hatina pêlikên ava satilê ber bi navendê û ber bi derve pênceh salan pêş nuha, rewşeke wisa ku em xwe tê de êdî bikaribin bigihînin radeyeke pîvana li gor berhevkirina di wan salên em tê de mezin bûnî de.

Rewşeke ku tê de hemî babetên şehweta di zîrekiyê (bi xwebêja intelligence: wergêr) de û meraqa di hestan de bikaribin werin têrkirin. Bi gotineke din, ez helbestê ji bo ku ew helbest e dinerxînim, lê di eynî demê de ji ber ku ew hacetekî alîkariyê ye, çimkî ew têkliyeke hêsane û parêzmend di navbera navenda hişên mirovî û doraliyên wî de pêkan dike, di navbera zarokê li pêş derziya radyo bi peyva “Stokholm” ve dinihêrî û peyayê nuha li Stokholm di ev civîna gellekî pîroz de pêrgî rûyê mirovan tê de. Ez wê dinerxînim ji ber ku ew layiqî nerxdanê ye, di dema me de û di her demê de, ji bo duristiya wê bi jiyanê re, bi hemî xwebêja vê gotinê.

* * *

Wek destpêk, min hewce bi wê rastiya erênî hebû da ku piştpêgirêdaneke bi bawerî bi dest xim, û ez weqa dilşad bûm dema helbest wek hacetê herî rasterast bi min ve xewan kir, hacetê ku di cîhana xwe de di warê nûnertiya rolê, piştgiriyê û lihemberderketinê de cîhê pêşeng digire. Hîn wek şagirtekî xwendegehê min ji helbesta stranşêwe ya John Keats “Payîz” hez dikir, ji ber leyiztina rola xiznequtiyeke di navbera zimên û hestê de; wek ciwanekî min ji Gerard Manley Hopkins hez dikir, ji ber bihêzbûna qîrînên wî yên ku di eynî demê de hestên şabûn û janê diafirandin, tiştê ku ber xwendina berhemên wî ez bi tevahî ne haydarê bûm ku li nik min hene; min ji Robert Frost hez dikir, ji ber duristiya wî ya cotyarekî û xasûkiya wî ya di cîhê xwe de; û ji Chaucer jî, bêtir ji bo eynî egeran. Ez ê dû re rastî duristiyeke bi şêweyeke din bêyêm, duristiya moralî ku ez ber bi xwe kişandim û dê her bikişîne, di helbestên cengê yên Wilfred Owen de, helbestên ku tê de hestnazikiya nûdemekê diêşe û hovitiya (barbarism: wergêr) sedsala nû xewan dibe. Û hîn dû re, di encama sade ya stîla Elizabeth Bişop de, di enatiya di helbestên Robert Lowell de, di hemberderketina di helbestên Patrick Kavanagh de, ez rastî bêtir sedemên bawerbûna bi hêz - û pêkaniya - helbestê hatim ku dikare tiştê diqewime diyar bike, “dil bi planêtê bişewitîne” heke “xwe bi helbestê ve mijûl neke.”

Daxuyakirina ev bîr û raya şexsî di derheqê hunerekê de ku yeke di warê xwe de grîng e bi tecrûbeya jidaybûn û mezinbûna li Bakurê Îrlendeyê ve girêdayî ye û bi wê yekê ve ku ez li gel wê şûnê mam, tevî ku bîst û pênc salan li derve cîhwar bûme jî. Niye li cîhanê warekî wek vî warî ku weqa bi payîbûn û realîzama xwe serbilind e, niye warekî xwe wek wî xwedan xibreteke di derbarê rexnegiriya li zêderetorîkê (zêdebikarhanîna beyan û belaxeta zimanî: wergêr) yan mezinkirina hêviyan de bibîne. Wisa, ta radeyekê bi encama jiyîna li gel van helwestên ku bûnî beşekî ji min, û ta radeyekê bi encama afirandina çermekî xweparastina ji wan, min bi salan xwe ji dewlemendî û firehbelavbûna berhemên helbestvanên ji hev cuda, ji Wallace Stevens bigir heta Rainer Maria Rilke, nîvdûr û nîv parastî hîşt; min nerxdaneke ne di cîh de da kûrlênerîna kirîstalî ya Emily Dickson, tevahiya wan brûskên şaxpirr û qelşên hevtêkel; û ez ji xeyalperweriya tewrbêgane ya Elliot bêhay mam. Û van şêwelênerînên kêmzêde merbendkirî bi nepejirandina ku bila ji bo helbestvanî rêdaneke ji ya hemwelatiyên din serbestir bête dayîn hişktir bûn; û hîn bi ser ve pêwîstiya ku mirovê helbestvan li gor rewşeke ku têde zorbikarhanîna bi siyasetê ve girêdayî berdewam û bawerî û hêvîjêkirina xelkê karê xwe bike. Hêvîjêkirineke, divêt bête gotin, ne ku xwe bi helbestê ve têkilîgir dike, lê bi ramanên siyasî ve ku ji aliyên hemî komên hev û din napejirînin de bêyên pejirandin.

Di nav şert û mercên wisa de hîn jî hişên mirovî li pê wê yekê ne ku xwe bi wî tiştê ku Samuel Johnson bi xwebaweriyeke pirrbilind wek “cîhdîtina rastiyê” bi nav dike şa bikin, li gel haydariya mirovî ji bêaramiya şêweya kar û lêgerînên xwe jî. Bêyî hewcedariya bi hînkirindaneke ramyarî hestê haydariyê zû pê dihese ku di wî de axiftinên cudamebest digihên hev. Zarokê di odeya razanê de di eynî katê de guhdare zargotina herêmî ya malbata xwe ya îrlendî û zargotina fermî ya xwendekarê dezgeha radyoya înglizî dikir û di eynî demê de li kêleka wan herduyan haydare tiştine din dibû, ew zaroka hîn di wê katê de di derbarê tevlihevbûna şêweya pêşejiyana xwe ya berbextî de dihat fêrkirindan, pêşerojeke ku divabû wî tê de cudaramanên di derheqê prensîpên exlaqî, bedewperestî, moralî, siyasî, pîvanî, şikdarî, çandî, babetî, sîmbolî, paşkolonyalî de ji hev derxistana û va yeka, dema mirov hemiyan bi hev re bide ber çav, tiştekî nepêkan e. Wisa, di nîvê salên heftêyan de min xwe di xaniyekî dinî biçûk de dît, îcar li devera Wicklow ya li başûrê Dublin, li gel malbateke ciwan ku ya min bi xwe bû û radyoyeke ji ya berê piçekî kêmtir bi heybet, û min guhdare dengê barana bi ser daran de dihat xarê û nûçeyên teqîna bombeyan li cîhên nêziktir ji mal - ne tenê yên ku IRA (Rêxistina Hêzên Îrlendî yên Komarî: wergêr) li Belfast didan teqandin lê herweha yên ku Milîsên ji bo kiraltiyê piştgir li bakur bi eynî radeya hovşêwe li Dublin didan teqandin. Çawa ku min xwe di salên 1930an de bi xwendina mentiqa trajêdî ya serpêhatiya Osip Mandelstam (Helbestvanekî rûsî ye, di sala 1891ê de li Warso ji day bûye û tête gotin di 1937an de di kampeke girtiyan de li Rûsistanê miriye: wergêr) di rewşeke aloz de bêhêz dît, li vir jî min xwe wekî li hember teheddîyekê hest kir, tevî ku hestê şernexwaztinê li nik min her bi îsrar domand jî, dema min, wek nimûne, bihîst ku hevalekî nemaze dilnerm ji hevalên min yên rojên xwendinê bêyî bête dadkirin hatiye girtin bi gumana ku ew hevbeşê kujtineke siyasî bûye. Tiştê ku dilê min li dû vê bûyerê li pê bû ne istiqrareke aram, lê mişextbûneke aktîv bû ji dehfa “relatîvîzmê” (teoriya ku dibêje rastî û zanistî tiştên nisbî ne û xwebêja wan li gor demê û li gor kesan tête guhertin: wergêr), rêyeke nerxdayîna helbestê bû bêyî tirs û lêborîn. Min di helbesteke di bin navê “Exposure” (daxuyakirin, raberkirin, riswakirin: wergêr) de wê demê nivîsand:

Xweziya bi latekî stêrrijekê bihatama!
Lê li ser pelên terr di rê de me,
Qaqil û beratetiştên li dû payîzê manî,

Di xeyala min de bokeyekî
Li ser zeviyekî celbî heye,
Diyariya wî wek kevirê ji kevirkaniyekî
bipijiqe hawara bêhêvîmayan e.

Çawa bû ku ez gihîştim vê rewşê?
Car li dû carê bi bîr tînim
Bedewşîretên cewherî yên hevalan
Û sindanmêjiyên hindekên heznekir

Dema ku ez dîsan û dîsan dixim pîvanê
Berpirsiyartiya xwe di sirgûniya xemdar de .
Ji bo çi?  Ma ji bo guhan?  Ma ji bo xelkê?
Ma ji bo gotinên li paş deriyan?

Baran ji nav kînyazan tête xarê,
Nizimdengên wê yên xêreber bi kerrî
Li ser hêvîşikandin û maşandinê dibêjine
Û li gel wê jî her çîlikek bi bîr tîne

Gişçakewesfên almazê.
Ne dîl im ez, ne jî ajan im;
Penaberekî hundirîn im, pordirêjekî berbext
û ramyar; daniştvanekî daristanan,

Ji qetliyamekê reviyaye,
Rengparastinê bi kar tîne
Li hember qurm û qaqilî, 
Her şêwe bayê radibe hest dike;

Ew, yên ku van pizotan dipijiqînin
Ji bo hejargermahiya wan, wenda kirin
Xeberxêrê ku di jiyanê de tê carekê,
Firtlêdana doçstêrkê beza lê da.

(Ji: “North” - Bakur: Wergêr - )

Di yeke ji wan helbestên ku ji aliyê xwendekarên nifşê min de gellekî baş dihatin nasîn de, helbesteke ku mirov dikare bibêje hillikê tevgera sîmbolîzmê di forma kapsûlekê de xistibû heyînê, helbestvanê emerikî Archibald MacLeiş geş dike ku “pêwîst e helbest hevbera rastiyê / ne rastiyê be.” Wek gotineke bi wêrekî ku helbest xwediya pêkaniya diyarkirina rastiyê ye lê bi şêweyeke xûzkirî, ew daxuyaniyeke hem bawerîafirmend û hem jî duristker e. Lê carine hene ku hewcedariyeke kûrtir tête holê dema em ji helbestê dipên ku ne tenê bi rastiya xwe me dilşad bike, lê her weha di eynî demê de hikmetyar be, ne tenê cudarêyeke veciniqandinê be ji bo cîhanê, lê her weha cardinzivirandina cîhanê bi xwe be. Em dixwazin va veciniqandina wek ew kuta bêhntengiyê ya ku ji nişkan ve wêneyê li sehneya têlvizyonê vedigerîne livger be, yan wek şoka elektirîgê be ya ku dilê lerizok li lêdana durist vedigerîne. Em tiştê ku jina li Lenîngradê di rêza girtiyan de li pê bû dixwazin, jina ku ji sremayê qefilî bû û ji tirsan bi kustepist diaxift, jana terora recîma Stalîn dikişand û ji helbestvan Anna Akhmatova(9) dipirsî, eger bikiribûya bi karê wesifkirina tevahiya rewşê rabûya, heke hunera wê têre xuyakirina tevahiya wêneyê dikir. Û ev daxwaza bû ku min di nav şert û mercên gellekî hêsantir de li devera Wicklow hest dikir dema min ew rêzên li jor nivîsandin, daxwaza helbesteke wisa bû ku bikaribûya ji heqê tiştê ku min dixwazt têxim wesfê derketa, berhemeke ku “rastiya bandora realîteya dervayî diyar bikira û ... haydar e hest û baweriyên hundirîn yê helbestvanî bûya.”

* * *

Realîteya dervayî û dînamîkiya hundirîn yên bûyerên li Îrlendeyê di navbera 1968an û 1974an de cîh digirtinî bi guhertinê re peywendîgir bûn, guhertina bi xwîn bêguman, lê çawa be jî guhertin; û kêmahîtiya(10) li wir dima ji mêj ve li benda vê guhertinê bû. Divabû zûtir hatibûya, wek encama nerazîbûna di dawiya salên şêstan de li ser taxê dihat kelandind, lê wisa nebû û hêkên tehlûkeyê yên ku her di bin nixamtinê de bûn gellekî zû vebûn. Di eynî dema ku tê de beşê moraliyeta xiristiyanî di mirovî de xwe neçar dît li dij şêweya hovane ya bombekirin û kujtinên IRA derkeve, hestê îrlendîbûna mirovî bi bêrehimbûna hêzên înglizî di demên wek ya bûyera Yekşema bi Xwîn de, ku li Derry di 1972an de qewimî, veciniqî; û beşê biçûk yê hemwelatiyê di mirovî de, beşê ku bi wê haydariyê mezin bûbû ku koma ew jê bi hemî şêweyên fermî û ne fermî ji bawerîpêhanînê û wekheviyê bêpar bû, ew beşa jî bi hestên xwe yekcar li gel edaleta xeyalî ya rewşê bû, bi wê baweriyê ku, eger jiyan li Îrlendeyê dê qe xweştir bibûya guhertinê divabû cîh bigirta. Lê hestê wî hemwelatiyî herweha yekcar bi rastiyê re bû, bi encama têgihîştina ku metodê xwînrêj yê ku IRA ji bo guhertina rewşê bi kar dihanî hacetê têkbirina pêbaweriyê bû, pêbaweriya ku divabû îmkanên nû li ser bihatina lêkirin.

Li gel her tiştî jî ta Konferensa Sunningdale di 1974an de, dema hukûmeta brîtanî ket bin bandora zexta karkerên Ulster yên ji bo kiraltiyê piştgir, mirovên armancqenc hîn bi hêvî bûn ku bikaribin xwebêjeke bi mentiq bidin bûyerên cîh digirtinî, ku hêvîdariya li holê li hember metodên kavilker têxin mêzînê û wî tiştî bikin ku W. B. Yeates ber wan bi nîvsaldemekê bizav kiribû ku bike, yanê, “bicîhkirina realîteyê û edaletê di nav eynî ramanê de.” Lê li dû 1974an, di nav bîst salên dirêj yên di navbera wê demê û agirbesta 1994an de vê şêweramanê xwe wek tiştekî ne pêkan îspat kir. Di nav wê demê de bikarhanîna zorê ji bin ve çi encam nehanîn holê ji bilî bikarhanîna zora ji jor ve. Hêviya cîhgirtina edaletê li gor hişkbûna realîteya li holê hat tesnîfkirin û xelk ket nav çaryekeke sedsalekê ku demeke wendabûna jiyanê û têkçûna meraqa canî (rûhî: Wergêr) bû, demeke hişkbûna baweriyan û tengbûna îmkanan ku encamên xwezayî yên piştgiriya siyasî, kişandina bi jan û netişt ji bilî xweparastineke atifî bû.

* * *

Yek ji wan bûyerên ku janê bi kûrtirîn şêwe dixe dilê mirovî, di dîroka Îrlendeyê ya tiji jan de, cîh girt dema mînîbûseke tiji karkerên ji kar diçûnî malên xwe di êvareke çileyê paşîn yê 1974an de ji aliyê çekdarine rûnixamtî de hat rawestandin û kesên tê de di bin gefa bi tifingê de li ser rê hatin rêzkirin. Dû re kujerekî rûnixamtî gote wan, “bila yên katolîk di nav we de vir de werin.” Wisa lê hatibû ku endamên vê komê, yek ne tê de, hemî protestant bûn, û ji ber vê yekê wan ê texmîn kiribûna ku yên rûnixamtî endamên milîsên protestant bûn û dixwaztin katolîkê di nav wan de wek bersîvdaneke kiryarên aliyê din bikujin, bi baweriya ku ew piştgirekî rêxistina IRA û hemî kiryarên wê ye. Ji bo katolîkê di navbera hebûn û nemanê de rewş yeke bi tirsê dagirtî bû, lê wî kir ku gavê ber bi pêş rane. Li vir, wek tê gotin, di nav wê beşdeqeya girtina biryarê de, û di nav şevreşiya êvara zivistanê de, wî hest kir çawa destê karkerê protestant yê li kêleka wî destê wî xist nav destê xwe û guvaşt, bi xwebêja ku na, melive, em ê bi te re xiyanetê nekin, hewce nake kesek bizanibe tu ji çi olê yan rêxistinê yî. Lê bêyî sûd, çimkî ew ji rêzê çû der, lê li şûna ku devê tifingê li ser eniya xwe hest bike, ew wê de hat gêrkirin di dema ku çekdaran yên di rêzê de manî dan ber agirê çekên xwe, ji ber ku ew ne terorîstên protestant lê, wek tê bawerkirin, yên IRA bûn.

* * *

Hindek caran dijwar e mirov ramana ku fêrbûna ji dîrokê hema-hema bi qasî ya ji şerjêxaneyê ye ji nav hişên xwe derîne, ku gotina Tacitus (11) rast e û aştî ji wêranbûna li dû livbaziyên serhişkane yên hêzeke bêwûjdan bêtir ne tişt e. Têye bîra min, wek nimûne, çawa ramaneke di derheqê hevalê min de ketî serê min, hevalê ku di salên heftêyan de bi gumana ku tiliyên wî di kujtineke siyasî de hebûn hatibû girtin, ez veciniqandim: Ez bi wê ramana di nav hişên min re derbas bûyî veciniqîm, ramana ku, eger ew rast tawanbar be jî, heye ku li gel wê jî ji bo zayîna pêşerojeke nû alîkar derketibe, heye ku bi şikandina formên stemkar pêkaniyên nû afirandibin, bi rêya wî metodê ku hîn dikaribû encamekê wîne holê, yanê bi rêya zorbikarhanînê û xwînrijandinê - ku bi demê re xwe wek rêya di cîh de li holê feriz kiribû. Bîsteke wisa bû hestkirina vê ramanê ji bo min, wekî ku yek têkeve nav sermaya di navbera stêrkan de, wekî bîrhanîna faktorekî tirsandinê ku xwe bi hestên hundirîn û rewşa dervayî ve eleqedar dikir, ku divabû mirov jiyana xwe tê de hest bikira û li gor wê têxista tevdêrê. Lê ramanê tenê bîstekê domand. Zayîna ew pêşeroja em li pê ne bêguman di nav lihevşaşbûna wî katolîkê bizdoyî bûyî hest kirî de ye, dema li kêleka rê destekî din bi destê wî girt, ne di nav gulleyên dû re hatinî avêtin de, ku realîteyeke hêvîvala ye, çiqa bûbe beşekî ji melodiya bûyerên cîh digirin jî.

Wek kesên nivîskar û xwendevan, wek kesên gunehbar, û wek kesên hemwelatî, realîzma me û hestê bedewtiyê di me de nahêlin em zû bi zû dengekî erênî wek çak binerxînin. Teqîna tifingê bi xwe ye ku vî xusetî di me de bi hêztir dike, û xêrnexwazê hov e ku wî dike tiştekî layiqî bikarhanîna li dij wî. Tiştekî di cîh de ye ku em ji badana di helbestên Paul Cedan (12) de bi heybet bin û herweha di cîh de ye ku em evîndarên dengê bi keser yê Samuel Beckett (13) bin çimkî evana îspat in ku huner dikare ji heqê rewşê derkeve û bi tewrekî ji tewran bibe encama xwezayî ya qedera brîndar ya Celanê ku jîndar ji qetlîama cihûyan filitî û qehremantiya bêlehf ya Beckett wek endamekî Berxwedana frensî. Herweha şikdariya me jî di cîh de ye dema dilnaziktî di rewşên wisa de bi şêweyeke pirrzêde tête diyarkirin. Zêdepêşveçûna zanistiya me di dawiya sedsala bîstemîn de mezinbeşekî mîrata me ya çandî dike îmtîhaneke bêhempa. Tenê mirovê gellekî ehmaq û yê pirr mehrûm mayî dê hîn nedizanibin ku dokûmentên şaristaniyê bi xwînê û hêstiran hatine nivîsandine, xwîn û hêstirên ku çiqa ji me dûr bin dîsa jî bi-rastî ne. Dema va meyla entelektuelî li gel bûyerên Ulster û Israîl û Bozniya û Rewanda û hejmareke din ji şûnên brîndar yên li ser rûyê erdê bi rê ve biçe, nêşana vê yekê ne tenê ji bo nerxdayîna ji tebîeta mirovî re, wek xwediyê pêkaniyên sazker, kêmsîyek e, lê ji bo karê hunerî bi xwe jî çi nerxdayînê nahîne holê.

Ev bû sedema xarbûna min ya bi salan bi ser maseyê de, mîna rahibekî ku ji bo bicîhkirina erkê kûrpêvemijûlbûna rûhî bi ser sendeliya pirtûka olî de xûz dibe, bi mebesta hewldana hilgirtina para xwe ji giraniya cîhanê, tevî ku dizane ew ne xwediyê qencrarmaneke bi boketî yan pêkaniyeke bandorfireh e, lê bi encama guhlêdana rêbaziya xwe neçar e wê bizavê û wê rewşa ew tê de bidomîne. Ya min jî pijiqandina pizotan ji bo hejargermahiya wan bû. Jibîrkirina baweriyê û xwewestakirina ji bo berhemên baş bû. Xwemijûlnekirina bi tevahî ji bo gişçakewesfên almazî bû ku herweha pêkanîna bikarhanîna ramanên bi tevahiya xwebêja peyvê xeyalî li gel xwe dihundirîne. Dû re êdî bi dilşadî, û ne ji bo xatirê rewşa xemgîn ya welatê min, lê li gel hebûna wê rewşê jî, min xwe rast kir. Ber çend salan min dest pê kir di hizirkirin û berxeyalkirina xwe de cîh ji bo bedewtiştan çêbikim, herweha ji bo kujertiştan. Li vir jî ez ê hewl bidim xwebêja wê guhertina ramanî bi çîrokeke ji Îrlendeyê pêşkêş bikim.

* * *

Ev çîroka ya rahibekî din e ku bi mêranî xwe dide ber tehmûlkirinê. Dibêjin rojekê ji rojan Welî Kevin (St. Kevin, welîyekî Katolîkên Îrlendeyê: Wergêrê) li ser çongan daniştibû û çepelên xwe wek xaçekê ber bi herdu aliyan dirêjkiribûn, li ser erdê kilîseyeke li Glendalough, devara Wicklow, ji şûna ku em lê diman ne dûr, cîhekî ku ta roja îroj bi dehl û dar û ava xwe ji dewlemendtirîn cîhên welêt e. Di dema ku tê de Welî Kevin li ser çongan nimêj dikir de teyrekî reş bi şaştî wisa texmîn dike ku destê wî yê wê de kişiyayî şêweyeke ji hêlînan e û wisa jî ew li ser vedinişe, hêkên xwe tê de dike û dest pê dike li ser wan rûne wekî di hêlîneke li ser çemelekî daran de. Ji ber ku dilê wî bi vî teyrî dişewite û ji ber ku ola wî jê dipê ku bi evîndarî jiyana hemî mexlûqatên mezin û biçûk bide ber çavan, Kevin bi dirêjiya saetan, rojan, şevan û hefteyan ji şûna xwe nalive, destê xwe di şûnê de dihêle ta ku hêk vedibin û çêlik bi firan dikevin. Çîrok bi jiyanê ve peywendîgir e tevî ku ji bo pejirandina mentiqî dijwar e jî; lihevrasthatina proseya xweristî û bawirîyeke îdyal e di hevbirrîna rê de, herweha îşart û bibîrhanîneke. Raberkirina wê şêwe helwestê divêt me êdî bigihîne bilindiya wan tiştên ku em di proseya mezinbûna xwe de fêrê bûn.

* * *

Çîroka Welî Kevin, wekî min got, ji Îrlende ye. Lê bi dîtina min dikaribû herweha ji Hindistanê yan Afrîkayê yan Arktîkê yan ji Emerîkayan hatibûya. Mebest bi vê gotinê ne ew e ku ez wê tenê têxim nav babetê çîrokên gelêrî, yan bi gumanlêniherîna cîhê wê yê çandî di nav çarçêveyeke çandpirr de dev biavêjim nerxê wê. Li bervaciya wê, hêjabûna wê ji bo bawerîpêhanînê û domandinê pêwîst e li gor rewşa herêmî be. Di rojên îroyîn de mirov ê mat nemîne eger ew wek nimûneyeke kolonyalîzmê bête bikarhanîn, bi raberkirina Kevin wek çakîxwazê impiryalîst (yan şandarê olî li dû dema impiryalîzmê, yê ku xwe di nav re dike û jiyana kevneşop ya civatekê dide guhertin û dest diavêje hawîrdora wê ya xweparastî). Pêwîst e diyar bikim (bi rastî jî pêkenîneke qederê ye) ku yê va çîroka bi bedewtiyeke rasteqîne nivîsandî û di nav xizneya çanda îrlendî de parastî ne îrlendî bû. Bivêt-nevêt, çîroka Kevin di nav nivîsarên Giraldus Cambrensis (14) de tête dîtin, yek ji ewên ku Îrlende di sedsala duanzdehemîn de dagirtibûn, mirovê ku pisporê dîroka zimanê îrlendî, Geoffrey Keating, ê li dû pênc sed sal wek “beranê di nav yên dîroka îrlendî bi şaştî nivîsandinî de” bi nav bike. Lê li gel wê jî ez nedikarim xwe bi wê yekê bawerkirin bidim ku ev berhema ji sibeya şaristaniya xiristiyaniyetê bikaribe wisa bi hêsanî wek hacetekî serdestiyê yan mebestên hovane bête şîrovekirin, ji bo demên borîn dibe yan îroj. Tevahiya wêneyê bi min ve wek mînakeke din ya ew berhema hunerî dixewine ku min ber çend hefteyan di entîkxaneya biçûk ya Sparta de dît, di destpêka roja ku tê de dû re nûçeya xelata Nobel ya îsal ji bo edebiyatê hatî pêşkêşkirin belav bû.

Ev karê hunerî berhema helwesteke ji ya ku Welî Kevin baweriya xwe pê dihanî gellekî cuda bû. Lê tê de şûndariya çivîkeke li ser hêkan û lawirekî hatî sihirkirin û peyakî hişjêçûyî hebûn, tenê îcar peya Orpheus (15) bû û hişfirandin ji mûzîkê dihat, ne ji nimêjê. Karê hunerî bi xwe tabloyeke biçûke hatî kolandin (nehitkirin: Wergêr) bû û wê weqa bala min kişand ser xwe ku min xwe negirt û li ser kaxizê reşgeşeke wê çêkir; lê min herweha xwe negirt û agahiya li ser karta di binê wê de nivîsand. Wêneyê ji ber kevnarî û domandina xwe ya demî ez bi giranî xistim bin bandora xwe, lê agahiya li ser karta di binê wê de jî bala min gellekî kişand ser xwe çimkî tê de nav û nerxdayîn ji bo wî tiştî hebûn ku ez bi xwe ev bûn sîh sal pê ve mijûl im: “Berhema nerxdanê. Mumkin e ji aliyê helbestvanekî herêmî de ji bo Orpheus hatibe pêşkêşkirin. Ji hunera herêmî ya qonaxa hellenî” li ser kartê hatibû nivîsandin (16).

* * *

Dîsan hêvîdar im ku ez bi şêweyeke hestî (atifî: wergêr) yan fenatîk - wekî tête gotin - pirsa girêdana bi herêmê ve berçav nakime. Baştir e bibêjim ku li gor min wêne û çîrokên wek yên behsa wan hatî kirin di rolên xwe de xwedan nerx in. Sedsala me bû şahida têkçûna nazîzmê, bi encama bikarhanîna çekan li dij wê, lê yek ji sedemên têkçûna recîmên sovyêtî parastina nerxên çandî bû ku di bin gelemperkirina îdyolociya hatî ferizkirin de didomand; herweha berxwedana canî (nefsî / rûhî: wergêr) bû ku di van şêwe çîrok û wêneyan de tête parastin. Li gel ku fêrbûna me ya ji tecrûbeyan di cîh de ye dema em bi tirseke mezin li zêdepesindana toreyên çandî û bizavên parastina neteweyan di nav sîstêmên gelemperşêwe û girtî de didin ber çav, û li gel ku me îspatên diltezîne hene ku serbilindiya bi mîratên etnîk û olî dikarin xwe zû wergerînin baweriyên faşîst jî, pêwîst e haydariya me ji wê evîndarî û pêbaweriya me ya di derheqê kevneşopên toreyî bi xwe de kêmtir nebe. Li bervaciya wê, baweriya bi mayîna hêza erf û toreyên wisa çak û bi layiqbûna wan ji bo berdewamkirina pêbawerbûnê pêwîst e me bêtir ber bi nerxdana wê helwestê bibin ku rêzgirtina ji hemî erf û toreyan re pêkan e rê ji afirandin û domanidna rewşeke siyasiye saxlem re li cîhanê veke. Li gel cîhgirtina pirrcar ya qetliyamên diltezîne, kujtina kesan û tarûmarkirinê jî, wan mezingavên bawerîbihevhanînê yên ku peywendiyên di navbera filistîniyan û israîliyan de, di navbera Reş û Sipiyên Başûrê Afrîka de, xistin qonaxeke nû, û ew şêweya ku li Ewropa dîwar pê hatin hilweşandin û perdeyên hesinî hatin vekirin hêviyek afirandin ku îmkanên nû dikarin li Îrlende jî bêyên holê. Hîmê kêşeyên li Îrlende xwe bi domandina dubeşkirina wê giravê ve girê dide, di navbera karbidestiya brîtanî û îrlendî de, herweha bi îsrara bi eynî pîvan li Bakurê Îrlendeyê ya ku daxwaza hestgirêdana bi toreyên brîtanî li aliyekî û bi yên îrlendî li aliyê din ve. Lê, bêguman, her yek ji daniştvanên welatî dê bi hêvî be ku hukûmetên li ser karbidestiyê dê bikaribin dezgehên wisa bi rê xin ku rê bidin wê yekê ku dubeşkirin bêtir wek şebekeyeke her du beşên cîhê leyiztina bi tennis ji hev vediqetîne be, taximekî ku rê dide danûstendina zûşêwe, hevdîtinê, axiftin û bawerîdiyarkirinê, da ku pêşerojek bête berçavkirin ku tê de jînwerî li şûna ku wek berê ji zopeyvên wek “dijmin” û “hevalbend” were, êdî ji peyvên kêmtir zober û xwebêjên ne weqa bi hevûdin ve girêdayî bête der.

* * *

Heftê salan berê, dema helbestvan W.B. Yeats li ser vê sehneyê bû, Îrlende ji nav jana afeta şerê navxoyî derdiket ku rasterast li dû şerê serxwebûnê yê li dij Îngliztanê dest pê kiribû. Şerê navxoyî dirêj nekir; di gulana 1923an de rawestiya, dora heft heyvan ber keştiya Yeats tê de bigihê Stokholm, lê şerekî bi xwîn, hov û bandorkûr bû, şerekî wisa ku dê bandora xwe bigihîne şert û mercên siyaseta bîst û şeş deverên serbixwe yên Îrlende û roleke mezin di jiyana hejmareke ji nifşên pêşerojê de bileyize, li ew beşê giravê ku berê wek Dewleta Azad ya Îrlendî hat nasîn û dû re wek Komara Îrlendî.

Yeats di axiftina girtina Xelata Nobel de şerê navxoyî û şerê serxwebûnê wekî ku nehanîn ser zimanê xwe. Kesekî ji wî bêtir di derheqê avakirin û têkdana dezgehên dewletê de nedizanibû, ne jî di derbarê dewlemendkirin û binvebirina jiyana çandî de, lê di vê munasebetê de wî baştir dît li ser Tevgera Dramatîk ya îrlendî biaxife. Gotara wî li ser mebesta afirmend ya wê tevgerê bû, tevgera ku xwediya çakbextiyeke dîrokî bû çimkî ne tenê ebqeriyeta Yeates bi xwe bi dest xistibû lê herweha ya hevalên wî John Millington Synge û xanim Agusta Gregory. Ew hat li Stokholm ji cîhanê re bibêje ku di warê guherandina welatê wî û dem dewranê de grînbûna berhemên herêmî yên helbestvanan û nivîskarên dramayê ji ya kemînên hêzên gerîlayan ne kêmtir bû; û serbilindiya wî bi wê şêwepexşana bedew eynî serbilindî bû ku ew ê li dû deh salan di helbesta “The Municipal Gallery Revisited “ (17) de diyar bike. Li wir Yeats xwe dixe nav wêne û tabloyên bi rûmet û peyivdar yên ku bûyer û şexsiyatên dîroka nûjen pêşkêş dikin û ew ji nişkan ve hest dike ku tiştekî nûnertiya qonaxeke dîrokî dike di hebûnê de ye: “Ev ne Îrlendeya mirî ya dema ciwantiya min e/ Ev Îrlendeyeke ji xeyalên helbestvanan e, ziravbirr û bêxem e.” Û helbest bi du rêzên ku xwe ji hemiyan bêtir di tevahiya berhemên wî de dubare dikin tê dawiyê:

Biponije ka rûmeta mirovî bi pirranî çawa têt û çawa diçêt, 
Û bibêje ku rûmeta te bi hebûna van şêwehevalan bû. 

Li gel ku van rêzan armancmezin û heyecanafir in jî, ew nimûneyeke xwexemilandina helbestê ne, li şûna xweîspatkirnê; ew nêşanên serbilindiya helbestvanî ne, û bi kêmasî di vî warî de ew dişebihin tiştê ku ez dixwazime di vê axiftinê de diyar bikim. Ez jî dê nuha ji aliyê xwe de peyvine din ji wê helbestê diyar bikim: “Tu, yê ku dadmendiya min dê bikî, bila ne tenê tu dadmend bî/ di derbarê kîjan pirtûka min de dibe jî.” Li şûna wê kirinê, daxwaza min ji te ew e ku tu tiştê Yeats ji guhdarên xwe daxwaz kiribû bikî û serkeftinên helbestvan û dramatîst û novelîstên îrlendî di nav çel salên borîn de bi bîr wînî ku ji wan gellek dostên min in, bi serbilindî dibêjim. Di warê berhemên edebiyatê de Ezra Pound (18) pêşniyaz kiribû ku pêwîst e rexnegiriya wan kesan neyê pejirandin, “yên ku bi xwe berhemên hêja neafirandibin.” Ez xwe çakbext dizanim ku min bi vê pêşniyaziyê kir, çimkî ew başbaweriyeke karmendên hêja ye - û ne tenê yên ji welatê min - û ev pêsniyaziya ye ku ji roja min ber sîh salan li Belfast dest bi nivîsandinê kirî de pişt daye bizavên min . Îrlendeya ez nuha lê dimînim ew wara ye ku bi alîkariya xeyalên van hevdemên min yên îrlendî gihîştiye vê qonaxê.

Lê ne hemî berhemên Yeats xwexemlokî ne. Bêyî çi guman, û bi çi pîvanê dibe bila bibe, her du helbestên wî yên bi navên “Nineteen Hundred and Nineteen” (19) û “Meditations in Time of Civil War” (20) yên li dû hev hatinî weşandin ser bilndî ne ji bo helbesta (şiîra: wergêr) sedsala me. Di ya duyemîn de ew li ser hêlîna li nêzikî pencereya xwe dinivîsîne ku çûkreşekê (teyrekî biçûkî reş: wergêr) di qelşeke dîwarê kevin de çêkiriye. Wê demê helbestvan di kelayeke normandî de dima ku roleke mezin di dîroka leşgerî ya paşeroja welêt de leyiztiye, dîsa di demên bêaramî de, û di wê bîsta ku helbestvên tê de hişên xwe bi îroniya di derheqê şaristaniyan de mijûl kiribûn, ku çawa ew bi encama kirinên fatihên stemkar û hêzdar xwe bi cîh dikin, fatihên ku dû re hunermandan û hosteyan dixin xizmeta xwe. Di wê bîsta mijûlbûnê de, dîmena makçûkeke ku xwarinê didêye çêlikên xwe haya helbestvên dikişîne û di wê dîmenê de ew xeyala mêşa hingiv bi bîr tîne, îmaja ku di toreyên helbestî (şiîrî: wergêr) de cîhekî kûr girtiye û her dem xwebêjeke îdyal di derheqê xebata afirger û hevkariya ji bo xatirê sûda gelemper de dide:

Mêşên hingiv di qelşan de xwe bi cîh dikin,
Di xaniyên sist bûnî de, û makçivîk jî hêlînan çêdikin,
Tînin wir bi xwe re kurmik û mêşan.
Dîwarê min sist dibêye; mêşên hingiv,
Werin di mala çavên mebestvala de çêbikin war.

Em li paş deriyê girtî ne, û kilît hatiye badan
Li ser qedera me ya di mij de; li derekê
Peyak tê kujtin, malek dişewite,
Lê dîsa jî nayê dîtin zelalrastiyek:
Werin di mala çavên mebestvala de çêbikin war.

Astengdîwarên ji kevir û daran;
Şerekî navxoyî yê çardeh rojan;
Şeva borîn hilol dikirin li ser rê
Ew ciwanleşgerê mirî di nav xwîna wî de:
Werin di mala çavên mebestvala de çêbikin war.

Me dilê xwe av da bi xeyalan,
Ta ku dil hov bû bi vexwarina pirr;
Di me de hestên neyartiyê
Girantir bûn ji yên evîndariyê; De werin mêşên hingiv,
Werin di mala çavên mebestvala de çêbikin war.

Min gellek caran tevahiya vê helbestê yan beşine wê di nav bîst û pênc salên borîn de li Îrlende ji xelkê bihîstiye, û va yeka ne tiştekî mathîştinê ye, çimkî nivîskarê wê li hembr jiyanê wek Welî Kevin hestnazik e û di eynî demê de di derheqê bûyerên jiyanê û jiyînê bi xwe de wek Homer (21) hestbihêz e. Ew dizane kujtina li ser rê dê dîsa cîh bigire, dizane ku karkerên di mînîbûsê de dê li dû kutakirina kar bêyên rêzkirin û kujtin; lê ew herweha destguvaştinê, hebûna sempatiyê û parastinê di nav mexlûqatên jîndar de, dinerxîne. Ew hewcedariyên jihevcihê û cudareng yên wûjdanî ku di demên kirîzên kûr de têyên holê razî dike, li aliyekî hewcedariya bi rastîgotinê ku dê dijwar û bi tehlûke be û li aliyê din hewcedariya bi wê yekê ku hişkbûna ramanan negihê radeya bêparkirina helbstê bi xwe ji hêviya ku wek delal û bawerîhêja be. Ew jî îspatek e ku helbest xwediya wê pêkaniyê ye ku ji heqê wesifdana wê rewşa ku ew jina rûsî ji Anna Akhmatova hêvî dikir derkeve, û bi şêweyeke rasteqîne. William Wordsworth (22) jî di dema kirîzeke dîrokîye eynînol û ji bo wî bi xwe ziravbirr de, du sed sal berê, berhemeke wisa afirandiye.

* * *

Dema hozan Demodocus li ser ketina Troy (23) û qetliyama bi ketina wê re cîh girtî distirê Odysseus digirî, û Homer di helbesta xwe de dibêje ku hêstirên wî wek hêstirên jineke ku li meydana şer li ser şûyê xwe yê ketî digireye bûn. “Teşbîha belaxî” ya di destanê de wisa didomîne:

Bi dîtina dîmena peyayê di sikrana mirinê de,
Jin xwe diavêje ser û wî hembêz dike, bi qîrîn;
Dû re jana ji serikîn riman li ser pişt û milên xwe hest dike,
û tête gêrkirin ber bi koletî û şînê.
Giriyê bi dilşewat henarikên wê dihelînin;
Lê agirê wan nade ser yê hêstirên Odysseus,
Ku nuha veşartî, ji hevalan dûr, dihatin xarê.

Hîn îroj jî, li dû nivîsandina destanê bi sê hezar sal, dema em bûyerên hovane yên hemdema xwe di eynî katê de bi bîr tînin û wilo zû di ber çavan re derbas dikin; em wisa baş di derbarê wan de têyên agahdarkirin ku tehlûkeya avsûnbûna me ji wan heye; em ew qas dokumenterên di derheqê girtin û kujtina di kampên recîma nazî û yên sovyetî de cîh girtinî dibînin ku belkî ji hewcedariyê bêtir be; erê, di vê demê de jî wêneya Homer di destana xwe de afirandiye hîn jî dikare hişên me li me vegerîne. Jana ji serikên wan rimên li ser pişt û milên jinê li dû demê û wergerandinê hîn jî dimîne. Wêne di xwe de rasteqîniyeke dokumenter dihewîne ku xwe bi her tiştê em di derbarê tehmûlnekirinê de dizanin ve peywendîgir dike.

Lê şêweyeke din ya rasteqîniyê heye ku mulkiyeta helbesta ji bo stranê ye. Bêguman ew bi “heykelê di nav hestên me yên bihîstinê” ve peywendîgir e ku bi guhdarkirina helbestê re xwe diafirîne. Rasteqîniyeke ku Mandelstam wek yeke ji “xwebicîhkirina axiftina durist” hatî der bi nav dike. Rasteqîniyeke ji mebestê û serxwebûnê ku her helbesta bi tevahî armancgir xwedî lê derdikeve. Ew bi pêkaniya zimanî ya îdarekirin û berbihevhanîna peyvan ve, bi xweşiya ji rist û deng û rîtm û stanzayên di helbestê de amade ve jî girêdayî ye; herweha bi ramanên ku helbest xwe pê ve mijûl dike ve û di eynî katê de bi duristiya helbestvanî ve. Erê, di helbesta stranşêwe de rastî di nav wesîleyê bi xwe de wek dengekî durist tête bihîstin. Ew lêgerîna bêyî westabûn ya li wî dengî ye ku xwe li gel Emily Dickenson (24) û Paul Celan gîhandiye çakradeya herî bilind û li gel John Keats (25) xwe gîhandiye meqamê herî bi nerx. Ev e ku dihêle guhê helbestvanî her li bihîstina dengê xwedan pêkaniya bawerîpêhanînê bigere, di nav hemî dengên din yên ragîhandinê de. Ev rêyeke diyarkirina wê xwebêjê ye ku ez hîn bi tevahî ji ser milê wê kenebeyê danekitime (26). Heye ku baldayîna nûçeyan li nik min pêş ve çûbe û hişyariya min di derheqê dîroka cîhanî û xem û kederên ew bi xwe re dixe nav cîhanê de bêtir bibe. Lê tiştê ku dengê min guh daye ser diyar dike hîn jî bi tevahî xwebêja bûyera cîh digirêye nade; xwebêj kûrtir e, çimkî wek helbestvanekî ez li dû tiştekî me ku bizava hatî kirin tê de bi saya rêzkirina dengan li gor razemendiyeke mûzîkalî bi cîh bibe. Mîna ku pêlika avê bi gihîştina dawiya xwe re îspatkirina xwe bi rêya xwevejandinekê hêvî bike û ji lewre xwe ber bi navenda xwe bizivirîne û dîsa ber bi derve vekişe.

Ez di xwendina helbestan de herweha li dû tiştekî din im. Wek nimûne, ez di dubarekirina rêza Yeats, “werin di mala çavên mebestvala de çêbikin war” de rastî wî tiştî têm, di dengê bergerîna di wê de, di hêza di nav peyvên “çêbikin” û “war” de, û di diyarkirina bêhêvîtiyê di peyva “vala” de. Ez herweha di hêz û lihevhatina rîtma peyvine helbestê de rastê têm, û di wê yekê de ku tevahiya helbestê xwe wek formeke serbixwe di nav zimên de bi cîh kiriye. Forma helbestî (şi’irî; wergêr) di eynî demê de keştî û lenger e. Hem biserketin e, hem ragirtin e, rê dide tevcîhgirtina dilşadiya bi her tiştê ku dikare di hiş û giyanê mirovî de xwe ber bi derve vekişîne û ji derve de xwe ber bi wan rakişîne. Û van xusetan in ku dihêlin berhema Yeats her tiştê ku helbsta grîng dike bike, ku xwe bigihîne hîmê xweristiya sempatîk di me de û di eynî demê de haydare xweristiya nesempatîk ya cîhanê be ku dikare ya me têxe bin bandora xwe. Forma helbestê, bi gotineke din, xwedan hêzeke bêyî hempa ye, hêza pêkaniya xwedîderketina li wan xusetan ku ji bo helbestê wek çaviya nerxdayînê mane û dê her bimîne: Hêza bawerkirindana wî beşê nazik di wûjdana me de bi duristbûna wê, li gel hebûna îspatên neduristiyê li hemî aliyên me; hêza ku di me de wê yekê bi bîr tîne ku em nêçirvan û berhevkarên ramanên bi nerx in; ku heta bi tenêmayîn û xemgîniyên me bin, ew jî nêşanên realîteya mirovtiya me ne.

Çapa Yekem: NÛDEM WEGER 1996

Têbiniyên Wergêr:

1. BBC = British Broadcasting Service: Dezgeha Radyo ya Brîtanî.
2. Intelligence
3. Zêdebikarhanîna beyan û belaxeta zimanî.
4. IRA = Irish Republican Army: Hêzên Komarî yên Îrlendî.
5. Loyalists = Îrlendiyên dixwazin li gel Îngliztanê bimînin.
6. Osip Mandelstam: Helbestvanekî rûsî ye. Di 1891ê de li Warso ji day bûye, di 1937an de hatiye girtin û tête gotin ku di 1938an de di kampeke girtiyan de li Rûsistanê miriye.
7. Teoriya ku dibêje rastî û zanistî tiştên nisbî ne, xwe li gor demê û kesan diguherin.
8. Exposure = Raberkirin / daxuyakirin / Riswakirin.
9. Anna Akhmatova: navê nivîsandinê yê Anna Abdreyevna Gorenko: 1889 - 1966; di dema mirina wê de, li Leningrad, wek jina herî navdar di warê edebiyata rûsî de hatiye bi navkirin.
10. Mebest kêmahîtiya etnîk e: mînorîte.
11. Cornelius Tacitus: 56 - 120; dîrokzanekî navdar yê Roma.
12. Şaîrekî cihû ye, 1020 li Romanya ji day bû ye û 1970 li Parîsê miriye. Ji kampên Naziyan jîndar filitiye.
13. Nivîskar û helbestvanekî îrlendî ye, 1906 - ?
14. Giraldus Cambrensis: dîrokzanekî ji malbateke bi rûmet e, ji devera Wales . Di sala 1184an de ketiye xizmeta Kiralê Îngliztanê Henry yê Duyemîn û di navbera 1185 û 1186 de li gel komeke ji hêzên wî çûye Îrlendeyê. Pirtûkeke wî di derheqê dîroka Îrlende de heye.
15. Orpheus: Helbestvan û mûzîkvanekî kevneçîrokên yewnanî ye, weqa xweş li lêreyê (qîsareyê) dixistiye ku lawirên çolê li ber dengê mûzîka wî ji ber xwe diçûne.
16. Di dîroka yewnanî de qonaxa li dû dema Aleksender yê Mezin.
17. Galeriya Herêmî di Serilêdaneke din de.
18. Ezra Pound: (1885 D.Y.E. – 1972 Venice / Îtalya) Yek ji mezintirîn helbestvan û pisporên edebiyata înglizî ye ku di derheqê gellek ziman û edebiyatên din de jî xwedan zanyarî bû. Di dema şerê Cîhanî yê Duyemîn de li Ewropayê piştgiriya recîma nazî kiribû û ji aliyê hêzên emerikî de dû re hatibû girtin û wek mirovekî dîn hatibû îlankirin. Ber bimire xelatine edebiyatê ji bo wî hatibûn dayîn.
19. Hezar û Nehsed û Nozdeh.
20. Kûrponijandinên (tefkîra kûr bi kûr) di Dema Şerê Navxoyî de.
21. Homer: Şaîrekî kevneyewnaniyan e ku pêkan e nivîskarê “Odyssey” be.
22. William Wordsworth (1770 – 1850): Helbestvanê herî navdar yê tevgera romantîkî li Îngliztanê.
23. Bi yewnanî Troia; bi latînî Troja. Kevnebajarekî li bakurê rojavayê Anatolya bû.
24. Emily Dickenson: Helbestvaneke emerikî ye: 1830-1886.
25. John Keats (1795 – 1821): Yek ji mezintirîn helbestvanên Îngliztanê yên sedsala 19emîn e.
26. Kenebeya ku ew di rojên zarokiya xwe de ji bo guhdarkirina radyo radibû ser milê wê.

Berdest
Hejmara nû
Hemû hejmar
Hemû pirtûk
Hemû nivîskar
Nûdem
Arşîva Cegerxwîn?


[ Mehname | Ev hejmar | Diyarî | Gelêrî | Helbest | Mizgînî | Name | Nirxandin | Nûçeyên çandeyî | Pexşan | Weşan | Pozname | Ziman | Zarok | E-mail ]

Ev malper herî baş bi INTERNET EXPLORERê tê dîtin. This site is best viewable with the INTERNET EXPLORER.

Têkilî: mehname@yahoo.com
Contact us: mehname@yahoo.com

Copyright ©1999- MEHNAME. Hemû maf parastî ne. All rights reserved.