Di rojnameya Azadiya Welat, hejmara 354an a 6-20’ê sermaweza 2002’an de, gotarek ji pênûsa mamoste Samî Tan û bi navê "Neteweperestî ango kurdkujî" belav bû.
Bi rastî gava min weke kesekî çavdêr gotar xwend, mixabiniya min pir zêde bû ku ev serpêhatiyên dijwar ên bi serê gelê kurd hatine û bi serê partiya "Samî " bi xwe qewimîne, mixabin tu sûde ji wan nehatiye wergirtin. Lewma min pêwistî bi nirxandina vê gotarê dît ji ber ku heşa xwidê giravî ev nivîs bi ziman û dîtineke nîrxandinî hatibû nivîsandin, lê mixabin di rastiya xwe de bi xûrşîn û kêrên kalanî hatiye xemilandin. Ji ber ramanên tê de hatine honandin, dozeke vekirî ye ji kîn û nedîtina kurdên bi raman û helwesta cuda! Ew bi xwe jî, berdewamiyek e ji bîrweriya tenahiyê re, ji ber cudabûn di nerîn û helwestên siyasî de tu carî bi kêrnivîsan sûdeyê nade û mixabin nivîsên bi vî awayî binkoka wan digihêje heta birakujiyê.
Mamoste Samî Tan bi gotina Öcalan dest bi gotara xwe dike û li ser wê mebesta xwe dadimezirîne û xwe jî weke nivîskar bê raman dihêle. Lê ramanên Öcalan şîrove dike, dibe pesindarê wan û çi kesê pê neke jî bi "zirkurdperwer û dûrî zanistiyê" vewêne dike.
Gotinek heye dibêje; “gava mirov biçe welatekî ne hewce ye mirov rewş û jiyana wî welatî bipirse, tenê mirov li rojnameyên wan temaşe bike, heke navê ‘serok û lehengiya wî’ pir dubare bibe û her nivîskar gotara xwe bi lehengnerînên wî û pesindariya wan destpê dike, divêt mirov binase ku di welatekî dîktatoriyê ew pêçayî ye. Jixwe di helkewteke wisa de, xweber nema tête dîtin û tim bêguneh û şaşî dimîne, û sûcên şaşiyan tim di stûyê kesê cuda de ye. Ji ber stratejiya serok danî pê nehate kirin, ango gotinên wisa stewr di azûmanên xwedê de avis dibin, ne di helkewta mirovantiyê de. Pêvajoyeke bi vî awayî xweber, zanebûn û zanistiyê jê dipengize û kelemên mijadî di ber gihêştina zanistiyê datîne. Bawer im ku gava nivîskar babeta xwe bi gotina serokê xwe dest pê bike, xwe weke xwebereke zanistî ji holê hiltîne û dibe berdevkê gotinên bilî xwe, jixwe ne mejî û ne jî bîrweriya wî bi rola xwe radibin. Tenê gotinan dicû û xelkê tewanbar dike, ji ber ku weke wî nabêjin "belê Seyda"! Lewma rewşenbîreke rajêr wisa beşdarî kuştina zanistiyê dibe û kesê ku bi hesanî zanistiyê bikuje, bi hesanî jî dikare mirovan bikuje. Bi mebesta nêrînên bi vî awayî gelek rewşenbîrên partiyan di nav vê geleborê de winda bûne, yên ku xwe kirine amrazek ji pesindariyê re û vî rengê rewşenbîriyê re, li her çar aliyên kurdewariyê hene û li ku derê bin û yê kîjan partiyê bin li cem min weke hevin, ji ber bi yek rolê radibin.
Pêşiyên me gotine "gava xaniyê te ji cambe, keviran navêje xelkê ". Ango heke modeleke ji demoqrasiyê li başûr heye û mirov jê neraziye, ji mafê her kesî ye ku rexne bike û nerazîbûna xwe diyar bike, lê rexin bi xwe mejiyeke bîrwer jê re divêt û kêrnivîsan naxweze. Helbet binkoka nîrxandinê ye ku rexnevan hemerengan di jiyan û helkewtê de bibîne ne tenê rengê sipî li cem xwe kom bike û reş li cem yê cuda bibîne.
Mirov dikare bêje ku tiştekî tekûz di helkewtê de nîne, lewma jî koçkirina qeflên xortan nayê wateya ku model bi tevayî xerabe. Helbet kêmasî tê de pirin, çi yên serok û partiyan, û çi yên serpêhatiya bi parstina Emrîkayê. Lê nîrxandina mijadî divê li ser herifandina rejîma Sedam ji hêla bingeha aborî û civakî ve ku di başûr de, raweste û dijwariya tevlîheviyekî heye di avakirina herêmê tev de. Ji aliyê dî ve birakujiya ku li wir çêbû bandoreke xerab li ser jiyana xortan kir û bû yek ji sedemên koçkirina xortan, lê ev astengî tev tu mafî nadin rexnevan ku bi qerf û kêrgotinan vewêneya başûr bike. De îja kekê Samî heke tu maf dide xwe ku Öcalan ji te re serok û "mîrê mîra” ye, bi vê helwestê yên ji bilî xwe tewanbar neke! An tê bibêje ma Öcalan weke filan kese, de keko bavê her kesî li cem wî delaliye. Helbet ez vê yekê dibêjim û armanca min rawestandina li ser avakirina kesayetiya mirov e, ne pesindariya serokan ne. Ne yê başûr û ne jî bakûr! Çimkî bawerim teknêrîn û rajêrî yeke di çi civatê de, tenê navê serokê dîktator tête guhertin û tim jî her tişt ji wan re rast e, ji ber wisa jî çapmeniyên wan tim çêra hûrnêrîn û dûrnerînên wan dikin û weke xwidana ji xwe re dibînin. Gava mirov bi çavdêriyeke nîrxmejî li gotara Samî Tan binêre wê ji destpêkê li helwestên vajîhev rast bêt. Lewma ezê li ser hin xalan ji gotarê rawestim.
1- Mamoste Samî dibêje; “...dema ku serokê giştî yê KADEK'ê Abdullah Öcalan, bi parêznameyên xwe stratejiya nû ya tevgera demokratîk a gelê kurd diyar kir"" ji vê hevokê ez van nîşanokan dibînim:
A- Ku Öcalan serokê Kadek e, ango yê partiyekê ye di parçê xwe de, ne serokê gelê kurd e ne di parçê xwe de û ne jî di her çar parçan de!
B- Ku KADEK di parçeyekî ji Kurdistanê de ye, nûneriya kurdan nake di her çar parçan de.
C- Öcalan di parêznameyên xwe de stratejiya tevgera demokratîk a gelê kurd diyar kir! Hevokek vajî hevoka pêşîne? Ji ber serokê partiyekê yê ku nûneriya beşekî ji gelê kurd di parçê xwe de dike û di bernameya partiya wî de tu daxwazên Kurdistanî nînin! Parêznameyên wî ji partiya wî re tenê dimînin û nabin destûreke miqedes ji kurdan re!.
D- Vajîheviya herdû beşan diyar dike ku Mamoste Samî tan, kurd û tevgera wan a demokratîk tenê di KADEK’ê dibîne û ji xwe ji vê yekê derbas dibe û gelê kurd bi tevayî diqûrmiçîne ku di parêznameyên Öcalan de dibîne!?
2- Zirçepgir bi dogmatîk helwestên xwe ava dikin, ango îdeolojiya helkewtê dikin û mirov tê de têne pişaftin û danûstandin bi civat û gel re bi çepmejiyên zarokatiyê dikin, bilî xwe nabînin û rasteqîniyê li torikê serokê xwe kom dikin! Heke ev nîşanên dogmatîka çepgira be, ma gelo Samî Tan di gotara xwe de pêşbiriyê li dogmatîkan tev ne kiriye û li wan û bavê wan jî zêde ne kiriye!?
3- Mamoste Samî dibêje "" …bi taybetî piştî ku Barzanî çend gotin li dijî tirkan gotin, ew li ber dilê wan bû ' mîrê mîran', lê wan ji bîr kir ku hê berî niha bi çend salan Barzanî digot; ‘bijî Tirkiya!'….". Pêwîst e berî vê hevokê şîrove bikim, bibêjim ku ez ne Berzanî me û ne jî Öcalanî. Lê mirovekî kurd im ji parçekî gelek berpirsên tenahiyê ku ew di bazara rejîman de kirîne û firotine! Lewma nav li ba min weke hev in û pîvanên min ew e bi qezenciya her kes ji gelê kurd re dike, hingê wê qezenciyê pîroz dikim û hirmetê ji wî kesî re jî digirim. De îja heke em weke çavdêr li bûyerên çê dibin yan jî yên wê çê bibin di herêmê de, ango bi encama nakokiya di navbera Emrîkayê û rejîma dîktator Sedam Huseyn û bandora vê tevliheviyê li gel û kişwerên herêmê, emê têbighêjin ku cudakirina bûyeran ji hev tengbaweriyeke bi armanceke ne rast de xwe dipêçe. Ji bo bêtir ev raman şîrove bibe dibêjim divê em ji xwe bipirsin çima barzanî çend gotin dijî Tirkiyê gotin?! Gelo kesê bi nîrxmejî binêre wê van çend gotinan bibîne, an wê bibîne ku helwesteke siyasî, netewî ew gotin anîne! Keko ev gotin li goriya te ne û helwest li goriya min, hatin piştî ragihandinên Tirkiyayê ku dagirkirina başûr danî ber xwe di şerê li dijî Sedam ku destpê bike. Ji bo kişwereke kurdî çê nebe û otonomiyek di Mûsil û Kerkûkê de ji Tirkmanên Iraqê re ava bike. Gelo gava Barzanî van çend gotinan dijî projeya Tirkyayê dibêje, berevedaniyê di ber çi dike Mamoste Samî?! Ma nîşanoka helwesta Samî bi xwe ne nixwûmandineke ji rastiya heyî re ye. Heke pêwendiyên Barzanî bi tirkan re hebin jî lê di astekê de berjewendiyên gelê başûr de ew biserketin, lewma dikaribûn ew çend gotin bigotan. De ka ezê di guhê Mamoste Samî de bêjim: Ma tu zane çend caran Öcalan gotiye " bijî Sûriye, bijî Iraq, bijî Iran û dawî jî bijî Tirkya !".
4- Nîrxandina serpêhatiyên kurdî tiştekî rast û dûriste, ev jî nayê wateya ku ew nîrxandin bi tevayî rast be, lê her nîrxandin ji aliyekî ve rast e û komkirina rexnan, xwendineke rastqînî diyar dike.
5- Mejiyê baweriyê dike ku wê Emrîka jê re welatekî ava bike ne di jiyanê de, ji wî qasî jî ji helwest û bûyerên siyasî sûde nehatiye girtin û ev mejî bi xwe girêwkiriye li ser rejîmên dagerkir ku wê bihêlin Kurdistan bibe Kurdistaneke serbixwe li bakûr an li başûr, ango rewşa başûr encamê lêkedaneke cîhanî ye û divêt jê sûde bête girtin, ji ber danûstandin bi berjewendiyan dibe ne bi prensîb û sirûdan.
6- Piştî hilbijartinên Tirkiya yên dawî û bi sernekitina HADEPê, diyarbû ku li gor nîrxandina berpirsên wê ku sedema ne bi serketinê tenê ‘navê kurdiyetê’ ye lewma Cîgirê Serokê Hadep’ê Ahmet Turan Demirê ku ji serî de acîzîya xwe ya ji navê “kurdbûnê” eşkere dibêje, got: "Hinan hertim xwestiye ku vî navê “partîya kurd” bi pey Hadep’ê bixîn, lê partîya me ji vê yekê aciz e. Divê ev îmaj rabe û ji bo rakirina vê îmajê gelek biryar hatin dayin. Ji bo ku em karibin bibin partîyeke girseyî, em ê van biryaran tavilê bi cîh bînîn.", de heke HADEP nema dixwaze ku bi vewêneya kurdayetî diyar bibe, ma gelo wê Samî zirkurdperweriya xwe li ku bibîne!?
7- Ji me re kurdê Sûriyê heke em pîvana Mamoste Samî Tan bikin nîşaneke ferwerdiyê li ser tiştê hin berpirsê Kurdistanî yên bakûr û başûr bi me kirine û bi tekberjewendiyên xwe alîkariya rejîma Sûriyê kirine ji bo tûnekirina me kirine, ne tenê emê ji wan re bêjin "zirkurdperwer" lê belê navê li bejna wan xwe dikûje ew e " zirxinizkurdperwer"!..
1/12/2002
______________________
Meşal Temo nivîskarekî kurd e, endamê Komîteya Vejandina Civata Sivîl a Sûriyê ye. Li Qamişloyê dijî.