HEVKARÎ (Platforma Rêxistinên Kurdistanê li Elmanya)
Hevwelatîyên welatparêz!
Hogirên Azadî û Aşitîyê !
Bi gor ewan agadarîyên ku digihîne bîr û raya giştî rêvebirên KADEK ê li hemberî rikeberên xwe sîyaseta zulm û zorê û jiholêrakirînê dimeşîne.
Rêveberiya KADEK ê bi fermana Ocalanê li Îmralîyê ew gerîla û alîgirên ku li dijî wê siyaseta çepel a li jêr navê “Komara Demokratîk" da serhildidin û wê napejirînin, tên girtin û bi zor û êşkencê teslîm digirin, didine tobê, ewên ku berxwe didin baş tê zanîn ku têne kuştin.
Qurbanîyên evê dumahîyê ye evê siyaseta çepal jî Faruk Bozkurt (Nasir), Berzan Dürre (Harun) û bi navê Îskender gerîlayek ji başûra rojavaya Kurdistanê ye.
Welatperwerîno! Azadîxwazîno !
Piştî girtina Ocalan, dest ji armanc û daxwazîyên xwe kêşa, dest bi parastina Kemalîzmê û Dewleta Unîterê kir, li cihê daxwazîyên bingehî ye neteweyî projeya li jêr navê „Komara Demokratîk“ daye pêşya xwe. Ew endam, gerîla û hevalên ku li dijî ewê siyaseta çepal derdikevin berbi qehir û kuştara PKK-KADEK ê dikevin. Ev kiryara hov siyaseta rojane ya PKK- KADEK ê ye ku li hemberê welatparêzan tê meşandin. Ocalan fermana ji navbirina rikeberên, teslimbûna siyaseta çepale xwe, bi rêka wekîlên xwe digihîne destê rêveberya KADEK ê û ewan jî, ewan tawanana birêve dibin.
Bizavên evê dumahîyê ye PKK-KADEK ê û dest têwerdana kar û barên navxweyî ye Başûra Kurdistanê ne di xizmeta netewa Kurd da ye.
Hevwelatîyên berkevtî !
Li hemberî ew cînayetên KADEK ê da bêdeng man, dibe sedemê evê ku KADEK bêtirs xuna welatparêza birêje.
Mirovên bi KADEKê bawer!
Ew kesên ku bi fermana Îmralîyê bi destê rêvebirên KADEK ê têne kuştin hita duhu, we mil bi milê hev, bi pêkve xebat kirye. Ji ber evê berî her kesê hun dibê li hemberî ewê zulm û kuştara KADEK ê bêdeng nebin. Li hemberî evê bêdadîyê da dengê xwe bilind bikin.
Platforma Rêxistinên Kurdistanê li Elmanya - HEVKARÎ - vê kiryara dûr ji mirovatîyê û dijî demokrasiyê KADEK ê mehkûm dike. Eve kiryarek e ku li dijî mafên mirov û demokrasiyê ye. Dibê KADEK dest ji rijandina xwîna welatparêzan bikêşe.
HEVKARÎ bangî dem û dezgahên navneteweyîye parêzvanên mafê mirov dike ku li hemberê evan cînayetên KADEK ê da bêdeng nemînin.
HEVKARÎ bangî hemû kurdên dilsoz û hogirên demokrasî û mafê mirov dike ku li hemberê KADEK da bi deng werin, hita ewan girtîyên rikeber berdin, welatparêzên kurd nekujin.
HEVKARÎ-( Platforma Rêxistinên Kurdistanê li Elmanya )
20.12.02