Serrûpel Hejmar 36, rêbendan 2003

Naverok
Diyarî
Nirxandin
Helbest
Pexşan
Weşan
Zarok
Nûçe
Gelêrî
Ziman
Name
Mizgînî
Pozname

Diyarî

Salihê Kevirbirî: Dengbêj Brahîmê Newrozî
Şahînê Bekirê Soreklî: Gotara Seamus Heaney û pêşgotinek
Meşal Temo: Zirperwerî ye yan têkçûn e?!
Sedat Yurtdaş: Mirov, çand û ziman
Lokman Polat: Barzanî û Kerkûk
Zeki Özmen: Rexnevizyon
Hesen Polat: Nûçevaniya bêuslûb
Platforma Rêxistinên Kurdistanê li Elmanya: Hemberî cînayetên KADEKê bêdeng nebînin!
Lokman Polat: Rexnekuj


Nûçevaniya bêuslûb (*)

Hesen Polat: redar@web.de

Silav ji xebatkarên malpera „Kerkuk Kurdistan e“ re

Li vir demekê pêş de ez vê malperê [malpera Kerkuk Kurdistan e - MN] hesiyam û pê pir kêfxweş bûm. Her roj bi çend zimanan heqê rewşa kurd û Kurdistanê de agahdarî ji bona me kurdên her aliyê dinê belawkirin îmkanek pir giring e. Ma bi îmkanek wusa kî kurd kêfxweş nabe?

Lê tenê hebûna malperê pir qîmet nine. Uslûba nûçeyan jî pir giring e. Gerek meriv xwe nakokîyê biparêzîne û hassasiyetên gelê kurd jî her demê bide ber şavan. Hinek xeletî hene ku gerek neyên kirinê. Wexta hat kirinê jî neyê dubare kirin.

14 yê vê meha Mijdarê de nûçeyek bi navê „Li Kurdistanê terora Ensar El-Islamê“ malpera we de hat weşandin. Ez naxwezim li vir heqê rastî û nerastîya naveroka nûçeyê tiştekê bibêjim. Çimkî îmkanên min tunên ku ez rastî û nerastîya neveroka vê nûçeyê bikolînim. Nîyetêk minê wusa jî tune. Xwe armanca vê nameya min jî ew nine. Armanca nameya min ewe ez bînim zimên ku usluba nivisandina vê nûçeya pir xelete û gelê kurdê yên dîndar pir diêşîne û êşandîye jî.

Hevoka (cumleya) yekem wusa dest pê dike: „Terora îslamî li başûrê Kurdistanê jîyanê tehdîd dike.“ Ma hûn çi heqî kirinê komeleyekê ya jî grupekê mîna „terora îslamî“ tînin zimên. Usluba nûçeyê ji serî heta binî bi vî awayê xelet hatîye nivisandinê. Dema kirînê hêzên YNKyê terorî bîn hûnê mîna „terora kurdî“ binîn zimên û binivisînin?

Ez li vir vê usluba we şermezar dikim û hêvî dikim kû hûn xelatîyekê wusa carek din nakin.

Karê we yê baş de serkeftinê dixwezim.

Hesen Polat
redar@web.de

__________________

* Ev nameya birêz Hesen Polat ji malpera "Kerkuk-kurdistan.com" re ye lê Polat ew bo weşandinê gihandiye Mehnameyê jî. Redaksiyona Mehnameyê li hin derên nameyê rastinivisiya wê sererast kiriye.

__________________

* "Kerkuk Kurdistan e" nûçe wiha ragihandiye:
Li Kurdistanê terora Ensar El-Îslamê

Berdest
Hejmara nû
Hemû hejmar
Hemû pirtûk
Hemû nivîskar
Nûdem
Arşîva Cegerxwîn?


[ Mehname | Ev hejmar | Diyarî | Gelêrî | Helbest | Mizgînî | Name | Nirxandin | Nûçeyên çandeyî | Pexşan | Weşan | Pozname | Ziman | Zarok | E-mail ]

Ev malper herî baş bi INTERNET EXPLORERê tê dîtin. This site is best viewable with the INTERNET EXPLORER.

Têkilî: mehname@yahoo.com
Contact us: mehname@yahoo.com

Copyright ©1999- MEHNAME. Hemû maf parastî ne. All rights reserved.