Serrûpel Hejmar 36, rêbendan 2003

Naverok
Diyarî
Nirxandin
Helbest
Pexşan
Weşan
Zarok
Nûçe
Gelêrî
Ziman
Name
Mizgînî
Pozname

Diyarî

Salihê Kevirbirî: Dengbêj Brahîmê Newrozî
Şahînê Bekirê Soreklî: Gotara Seamus Heaney û pêşgotinek
Meşal Temo: Zirperwerî ye yan têkçûn e?!
Sedat Yurtdaş: Mirov, çand û ziman
Lokman Polat: Barzanî û Kerkûk
Zeki Özmen: Rexnevizyon
Hesen Polat: Nûçevaniya bêuslûb
Platforma Rêxistinên Kurdistanê li Elmanya: Hemberî cînayetên KADEKê bêdeng nebînin!
Lokman Polat: Rexnekuj


Rexnevizyon

Zekî Özmen: hemezeki@hotmail.com

Ev bû zêdeyî heft salan ku televizyona yekem ya Kurdî di qada navnetewî de bi rêya satelîtê li piraniya dewletên cîhanê tê weşandin. Pêvajoyê bi Med-tv destpêkir û bi C-tv, Kurdistan-tv, Medya-tv, Mezopotamya-tv û Kurdsatê berdewam kir. Herweha her roj çend saet di televizyona dewleta Îranê ya fermî Sahar 2 û ya Îraqê ya fermî ku bi „ Xwedê jê razî fermandar Sedam Hisên…“ dest pê dike, bi zimanê Kurdî weşanê dikin. Dewleta Tirkiyê jî biryar da ku bi rêya TRT ê rojê ji 45 deqîqan nezêdetir û di heftiyê de ji du saetan nezêditir weşana bi zimanê Kurdî bike. Helbet weke rehmetiyê Apê Mûsa gotî:“Heta niha TRT ê bi tirkî sêf dikirin me, wê ji vir pê de bi kurdî sêfan bikine me!“. Lê belê newêrin demek e dirêj ji bo sêfan jî bidin veqetandin.

Niha piraniya xebatkarên TVyên Kurdan Kurd in û hewl didin ku bi aboriyek di derdora sifrê de rêya profesyonalîzmê bi dest bixin. Helbet piştî pêvajoya bi salan Medya-tv ji aliyê teknîkî ve bernameyên herî bi kalîte pêşkêş dike. Tv yên ku dîrekt ji Kurdistanê weşanê dikin ji ber kêmasiyên teknîkî kalîteke bilind heta niha bi dest neêxistine.

TVyên cîhanê navberên vala yên bernameyan bi reklaman dadigirin lê mixabin yên me neçar in ku navberên bernameyên xwe bi mûzîkê dagirin.

TVyên Kurdan hingî diçe xwe bi kalîtetir dikin lê belê piraniya temashevan di cihên xwe dihijmêrin. Hêjî gelek temaşevan dixwazin bi rêya telefonê beşdarî bernameyan bibin lê belê piştî dîyaloga bi pêşkêşvanan re, diyar dibe ku temaşevan nizane ka ji bo çi telefon ji bo bernamê vekiriye. Em ê hewl bidin ku ji vir pê de her meh bûyerên komîk û rê li rexnê vebikin yên di tv yên Kurdan de têne weşandin binivîsin.

Di meha Remezanê de, di Medya-tv de pêşbirka mûzîkê bi mesrefeka giran û herçiqas cara yekem jî bû, bi awayekê baş hate li darxistin. Osmanê ku di beşa gelerî ya pêşbirka mûzîkê de bû yê dûwem, tevlî bernama Þaneşînê (Medya-tv; Amedekar:Barzan Þasiwar) bû û pirsa, ka gelo ew biryara jurîyê çawa dinirxînê, weha got: „Biryar ya gel e û pêwistiya nîqaşê nake, lê belê gelek telefon ji min re hatin û digotin ku neheqî li min hatiye kirin…“. Piştî wê gotinê pismamê Osmên jî telefon da bernameyê û dûv silavên germ re heman tişt dûbare kir. Helbet dengê Osmên xweş bû, lê belê biryara „gel“ jî dayî di dilê wî de rê ji bo pêwistiya nîqaşa di derbarê biryara jurî de vekiribû.

Di Kurdistan-tv de rêzefîlma „Memê Alan“ hate pêşkêşkirin. Ji bo fîlm gelek mesref hatibû kirin û mixabin giranî li ser dîmenan hatibû sekinandin. Hewl hatibû dayin ku li şûna dîyalogê dîmen wê eşqa bi nav û deng rabigihînin. Bi baweriya min bi dîmenan hest zêde kûr nebûn. Herweha tişta herî bala min kişand, zindana Memê Alan bû. Zindan servekirî bû, li ser wî çiyayî mêvanên Mem dihatin ji banî ve jê re mesaj û diyarî dianîn, lê haya nobedaran ji bayê felekê tune bûn. Ehemedê Xanî dibêjê: “Zindaneke tarî, lê hebû kulekeke xalî..“, ez qurban ev ne kulek bû, te dikarî malê qaçaxçiyên rêya îpekê hemûyan di wê kulekê re derbas bikî.

Berê di bin reklama bernama „Pîvan“ (Medya-tv; Amadekar: Burhan Erdem û Necatî Bozkurt) de weha dihate nivîsandin:“Rojeva Kurdî a Cîhanê“, û niha weha tê nivîsandin:“Rojeva Kurdan a Cîhanê“. Ez hewl didim ku wateya wan hevokan fêm bikim…

Di Sêla Sor de piştî dosyayek e di derbarê mûzeya şer de, Cahît Merwan weha got:“ Temşevanên hêja, temaşevan me li ser dosya rexne dikin, lê em bername çêker in. Em ê dosyanên lir ser şêr jî,li ser teknolojîyê jî û li ser Remezan jî çêbikin“. Helbet mebest ne Remezanê Nalbend e; mebest meha Remezanê ye.

Temaşevanek bi navê Hacî Celal telefon da bernama Dara Jiyanê ya ku li ser cil û bergên Kurdî hatibû çêkirin (Medya-tv ; Amedekar: Derya Dîrok) weha got: „Hevala Derya, ger niha cilên Kurdî li te bane û destmalek li ser serê te bane, Kurd wê hemû bûbane Kurd..“, mixabin D. Dîrok neçû cilên xwe negûhartin û pêvajo bi pêşve neçû.

Ev demeke dirêj ku meşeke mezin hatibû çêkirin û Medya-tv jî meş bi awayekê zindî didayê. Spîker Burhan Erdem di destpêkê de çend caran ev gotin dûbare dikir:“ belê temaşevanên hêja, we niha li hevpeyvîna me gûhdar kir, em ê bi hev re vegerin li ser hevalê H…. , belê hevalê H…axaftin ya te ye…“

Belê xwendevanên delal, di Kurdsatê de kabirayekê birêz bi saetan falan vedike. Xwezî wî falek di derbarê bernameya xwe de vekiriba û gotiba ka gelo sedemê wê çi ye ku ew tv yê hewqasî bê temaşevan dihêlê.

Berdest
Hejmara nû
Hemû hejmar
Hemû pirtûk
Hemû nivîskar
Nûdem
Arşîva Cegerxwîn?


[ Mehname | Ev hejmar | Diyarî | Gelêrî | Helbest | Mizgînî | Name | Nirxandin | Nûçeyên çandeyî | Pexşan | Weşan | Pozname | Ziman | Zarok | E-mail ]

Ev malper herî baş bi INTERNET EXPLORERê tê dîtin. This site is best viewable with the INTERNET EXPLORER.

Têkilî: mehname@yahoo.com
Contact us: mehname@yahoo.com

Copyright ©1999- MEHNAME. Hemû maf parastî ne. All rights reserved.