Serrûpel Hejmar 36, rêbendan 2003

Naverok
Diyarî
Nirxandin
Helbest
Pexşan
Weşan
Zarok
Nûçe
Gelêrî
Ziman
Name
Mizgînî
Pozname

Diyarî

Salihê Kevirbirî: Dengbêj Brahîmê Newrozî
Şahînê Bekirê Soreklî: Gotara Seamus Heaney û pêşgotinek
Meşal Temo: Zirperwerî ye yan têkçûn e?!
Sedat Yurtdaş: Mirov, çand û ziman
Lokman Polat: Barzanî û Kerkûk
Zeki Özmen: Rexnevizyon
Hesen Polat: Nûçevaniya bêuslûb
Platforma Rêxistinên Kurdistanê li Elmanya: Hemberî cînayetên KADEKê bêdeng nebînin!
Lokman Polat: Rexnekuj


Mirov, Ziman û Çand (*)

Sedat Yurtdaş: syurtdas@yahoo.com

“Di destpêkê de gotin hebû. Gotin bi Xwedê re bû û gotin Xwedê bû.” Weha destpêdike, di beşa yekemîn a Yuhanna yê, di Incîlê de.

Bi gumana min ev teql, di nava teqlên ji bo girîngîya gotinê de herî sereke ye. Ewqas tenê jî nîne!

Di nava sê olên yekyezdanî de, li gorî yê ewûlî Cihûî û li gorî Xirîstîyanî yê “Ibrankî” zimanê Xwedê bû/ye. Ji ber vê yekê jî Xwedê zimanê xwe hînî Adem û Hewa yê kiriye.

Bawerî ewe ku, pirtûka pîroz ya Yahûdîyan “Tewrat”, ne bi tenê bi bawerîya nava gel, bi bawerîya akademîk; him bi ya Cihûya û him jî bi ya Xirîstîyanan, bî zat ji destê Xwedê derketi tête pêjirandin. Ramangêrên navdar yê Firansiz Bossuet, Profesorê Xwedanasî yê Zanîngeha Cambridge Witacker, Profesorê Zanîngeha Heildberg Hottinger tê mînak dayîn.

Witacker, di berhema xwe ya bi navê Disputation on Holy Scripture (Li Ser Pirtûka Pîroz Niqaş) ku di sala 1588an da weşandîye, weha dibêje:

“Zimanê yekemîn Ibrankî bû. Berya ‘Tofan’ û avahîya Qûle ya Babîlê di hemu dinya yê de bi tenê ev ziman dihate axaftin. Adem û Hewa... û ‘Deh emir’ ên ku Xwedê bî zat bi destê xwe nivîsandi bû, piştî ku dabû Musa nivîs û xwendina Ibrankî jî hînî wî kir.”

Li gorî bawerîyên her du dînan, dema Qralê Babîl ê ji bo derketina ramaxa Xwedê dest bi avahîya Qûlê kiriyê, Xwedê inirî ye û ji bo asteng kirina xebata karkeran, zimanê wan ê ku hemuya Ibrankî bûye, cure cure kiriye. Li ser vî ya jî, karkeran êdî ji hev û du fahm nekirinin û kar rawestandinin. Bi vî awahî jî, zimanen li dinê cure cure û zêde bû ye.

Heta Sedasala XVIIan, ji ber sedemên ku me li jêr qala wan kir, hemu xebatên li ser ziman ji bo ku rêçika zimanan di Ibrankî de bibînin, pêşvebirine.

Encax, di dema Kilîseya Katolîk ya Roma yê da, îcomê “Latînî” derbasê cihê Ibrankî ya pîroz hatîye qebulkirin. Jê şunda, di ss. IVan de Pirtûka Pîroz, bi navê “Vulgata” hatîye tercume kirin û bi vî awayî Katolîk ên Xirîstîyan bi yekîtîya ziman ve bi Roma yê hatine girêdan. Ji bo cudayî ya metnan ji Yunankî an Ibrankî neyê fahmkirin jî, Yunankî û Ibrankî hînbûyîn “bêdînî” hatîye pêjirandin. Pîrozîya Latînî ku di hemu Serdema Navîn de domkirîyê, di Xirîstîyanan da îro jî derbasdar e.

Zimanên Kujer û Zimanên Sekratê:

Heta şop vekirina Ramangerê Italî Dante, (1265-1321) ji bo zimanê neteweyî, hemu berhemên zanistî û hunerî bi Latînî hatine nivîsîn. Mînak; Ingilizan Bacon (1214-1294) bi wergerandine Ingilîzî, Fransizan Descartes (1596-1650) ji bi wergerandina Fransizî, xwendine.

Bawer dikim ku, tişten ku me heya nuha gotin, kerî girîngîya ziman, tesîra wî ya li ser fikir, siyaset, çand, huner û serdestîya wî ya li ser jîyanê hatîye zelalkirin. Di dîrakê de jî kifşe ku, kî xwedî ziman bûye, di eynî waxtê de êm rasta rast nebêjin bûye xwedîyê hizirînan, lê hizirîn bi tesîrek mezin girtîye bin bandora xwe.

Vê ga em ji dinya Xirîstîyanan û zimanên wa yên pîroz Latînî, dikarin derbasî dinya Mislimanan û zimanê wanê ku hîn îro jî pîroz tête pêjirandin, derbasî Erebîya ku di yê bibin ku bê şik dişibe zimanê Latînî yê mîna ku me qal kir.

Dema buhûrî de, ji alî oldar û serdestan -zimanê mîna Tirkî û Kurdî li alîyekê bisekine- zimanê Farisî jî, eynî mîna zimanên Yunankî û Ibrankî zimanekî “dojehî” hatîye hesibandin.

Ji ber vê yekê, hozanekî Faris, Neşatî, li ber lomeyên kesen ji bo mijulayîya Farisî, tê neqlkirin ku weha gotîye:

“Ne eşkereye emê biçine ku. Heye ku em biçine cahnimê jî. Encax zimanê xwe nezanîn jî, wê bibe ezabekî cuda”

Ji ber vê sedemê be jî, hewceye em zimanê xwe hîn bibin. Bizanibin.

Tam li vir derê, ez dixwazim sipasdarîyên xwe, ji bo kal û pîrên û dayîkên ku bi zanebûn an bêzanîn di Kurdî axaftinê de israr kirine û liberxwedane û ew kesên ku li ser ziman bêyî nefekê bi salan xebitîne, ku hejmara wan gelek hindike, ziman gîhandine van rojan, pêşkeş dikim.

Hewla wan a, bi dereceyek bilind jîyanî nebûya, xasimo ev heştê salên dawîne ku di bin bandora siyasetvanan de, bi rêçên heşnegirtî tahde lê tê kirin, nuha qet nebûya wê Tirkî bikirina xwedî qetla zimanê Kurdî an zarava yên Kurmancî û Dimilî.

Bila bête zanîn ku, li gorî hinek pisporan di dinyayê de deh zimanê xwedî qetl, kujêr hene ku heya nuha gelek ziman kuştina û ji rû dinê hilandine. Ji ber vê yekê zimanê ku îro hejmara li gor hinekan şeş li gor hinekan jî deh hezarin tevlî zimanên nîşankî ji wana her rojek yek dimire/ tête kuştin.

Lê em dikarin bi hêsanî bibêjin ku êdî zimanê Kurdî ji nava zmanên di sekratê de derketîye.

Encax ev bese? Na. Ji ber ku rewşa zimanê Kurdî îro tê da ye hîn negihîştîye dema Osmanîyan yê navbera sedsala XIXan jî. Pêy guhertina gelek zagon û zagonabingehîn jî îro rewş ji dema Osmanîyan jî şundatýr e.

Binêrin

Bila neyê wê maneyê ku ez pesnên Osmanîyan didim. Wan methdikim. Ji ber vê yekê ez dixwazim bi çarîneke gelerî, Osmanîyan jî terîf bikim.

“Osmanîyên şelwer şalpâx
Osmanîyên zîn kaltax
Di çandin û dirûnê de tune
Osmanîyên di xwarinê ortax”

Bêyî hînkirina medreseyan, cara yekemîn -û mîna ku ya dawîn be- di sala 1848an de Ermenîyekî bi navê Mikitiç Tîgranyan li Amed û Bedlîsê du dibistana vedike û bixwe mamosteyîya zarokan dike. Ji rûyê şerê Osmanî û Rusan ew jî di nîvî de dimîne.

Li li Tirkîyê hîn em negihîştinin sed û pênce sal berê!..

Belê. Me heya nuha hewl da ku, girîngîya ziman bi motîfên “olî” rave bikin.

Nerîna zanistî

Lê eslê xwe da “Bere gotin tune bû”. Berê livîn hebû. Çalakî hebû. Zimanê danîşanê hebû. “Baneşan” hebû.

Ji “Homo sapiens”a vir ve, di nava pence hezar salên buhûrî de mirovên ku bi refên biçuk jîyana xwe domandine, sirf ji bona ku karibin bijîn, ji xwarinên amade, mêwe, pel, toxim, çêre û hwd. ji bo berhevkirine jî bive-neve hewce bû ku bi hev re bilivin. Di vê demê baneşanên ku ji qirrika wan derdiketin bi diburekirinan hêdî hêdî di nava demê de bûne gotin û ji ber ku civak girtî bûn, di nava xwe de gotin di afirandin û ev bû sedema afirîna zimanên cuda cuda. Ev nêzîkbûna zimên heye ku hîn bi zanistî be.

Helbet di rûdinê de di nava heyînên candar da bi tenê însan dikare alava çêbike, tecrubeyên xwe, yê bîst mîlyon salî derbasî zarokên xwe bike û yekî din karibe perwerde bike.

Nexwe, di pêvajoya dîrokê de û îro, hêza ku serwerîya ziman di deste be bi pahrek mezin li ser ramanê jî serwer dibe. Lewma di navbera pîroz hesibandina Ibrankî û “Teorîya Roj Ziman” an jî ji alî Kilîseya Roma yê “zimanê pîroz” îlankirina Latînî û bê zimanê Tirkî weşana di radyo û levîzyonan de domandina qedexebûyînê de rasta rast elaqayek heye.

Encax, li vira pirsek girîng ew e ku, zimanê ku bi sedan salan di bandora Erebî, Farisî, Osmanî de mabe û bi dehan sala jî ji binve bête qedexekirin, hîn çawa dibe ku bi wî zimanî; bi hemû zarava yên xwe Kurdî bi wejeyî dijî?

Ka sur ra vîya çîye? Rastî eve ku, weka gelek pispor jî destnîşan dikin, hîn surrên ku di nava zimên de veşartîye bi tevayî nehatîye veçirandin.

Kî dikare bibêje ku, ger bi dehan salan Kurdî ne qedexe bûya wê çend kesên xwedî pênûs û nivîskar derketibana hole û li dinya yê nav û deng vedana?

Kî dikane tesîra zimanê zikamakî li ser zarokekî bi her awayî rohnî bike?

Bawer dikim ku mirov dikare li vira bibîrbine ku, zimanê Kurdî ne bê rêç û zimanekî qelse. Ji ber vê yekê ez dixwazim elfabe yên ku Kurdan di dîrokê de bi kar anîne wana rêz bikim.

Alfabeyan

* Alfebeya Medan ya bi herfên “nivîsa mixî”
* Alfabeya Avesta, bi 44 herfan, -hinek çavkanî heya 48an derdixin.-
* Alfabeya Aramî, berhemên zimanê Kurdî yê herî kevn li herema Hewremanê bi vê alfabeyê B.Î. 88-87 (Berîya Isa) li ser çermê xezalê hatîye nivîsîn. * Alfabeya Pehlewî ya Kevn, Ev alfabeya ku ji dewra Sasanîyan maye, pê bi sernivîsek “Soranî Dînkard” pirtûkek ahtîye nivisandin.

* Alfabeya Masî Soratî, Li gorî, dîroknasên Ereban Ibn-ûl Vahşîye, di pirtûka xwe ya ku di sala P.Î (Pê Isa) 855an de kuta kirîye, dîtina xwe ya ku sê pirtûkên ku bi vê alfabeyê hatiyê nivisîn û 6 herfên ku li 36 herfan hatîye zêdekirin, nivîsandîye. * Alfabeya Kurdên Yezîdî, Elfabeya ku berîya sedsala tête bikaranîn, 31 herfên wî hene. Ji alî çepê ber vê rastê tête nivîsandin. Alfabe, di maneya “bi sur” da navê “Hûrûc-ûl sir” lê hatîye danîn. Her dû pirtûkên wan ê “Mushafa Reş” û Kitabul Cîlve” bi vê alfabeyê hatîye nivisîn.

* Alfabeya Bi Herfên Erebî,
* Alfabeya Bi herfên Latînî,
* Alfabeya Bi Herfên Kirîlî,

Dîroka wêjeya zimanê Kurdî

Zimanê ku reça xwe bigihîjîne hezaran sal berê jî ger kes neaxife dikare bimre. Lê Kurdî ne bi tenê bi axaftin bi wêjeyî jî xwe gîhandîye îro. Ji vana yê herî pêşîn helbestvan Baba Tahîr ê Uryanî (950-1030)dixuyê. Helbesta ku di ss XIan nivisandîye mîna ku ji îro re çavderîyê bike, di cih de ye.

“Ku destê min bighê,
Çerxa felekê,
Ez dê bêjimê:
Pir şerm e ev karê te.
Tu sed texlit nimet
Didî hinan…
Hin nanê ceh
Bi dest naxînin
Ji bo xwarinê”

Tarîxa ku Bab Tahirê Uryanî nivisandîye gelek girînge. Ji ber ku di despêka dîroka weje ya Tirkî de pirtûka ku ji ali Yusuf Hac Hacib ( hatîye nivisandin, “Kutadgu Bilig” heye, lema.

Min gotinên xwe yê beşa ewulî kesên ku bi pênûsa xwe derbasî dîroka wêjeyê bûne, bi wan û het yek bi berhemek wî yê piçuk an jî bi tenê bi nav hildan bi dawî kir. Di beşa dudoyan da jî pirtuka xwe ya ku di nava “Weşanên Sî” yê de, heye ku çap bibû, bi navê “Xelat” çend serbend xwend û bidawî anî.

Pirsek belavbûyî

Madem ku herçî diçe di dinyayê de wê ziman kêm bin û wê bi tenê bin çend zimana bête axafin û ez û gelek hevalên xwe ji bona ku Ingilîzî hîn bibin me salên xwe dan, de ka Kurdî de israr ji bona çî ye?

Ev pirsa, kurekî xort û dinya naskirî, Dara ji min pirsî bû û min jî xencî bi tişten ku me li jor cîh dayê, bersivand. Dixwazim bi kurtî pahrve bikim. Heye ku kesên bi kurmên înternetê dijîn pê bizanibin.

Ger dinya bi sed kesî ava bibûya, wê yek merivik xwedîyê kompiturê bibûya û wê yekî bi tenê zaningeh kuta kiriba. Ji ber vê yekê bersîva pirsê de armanc, hewceye ku ne ew kesên zanîngeh kuta kiribin ew bin, lê hewceya ku ew mîlyonên bi şunde mayî bin.

19 12 2002

_______________________

* Ev metn di 15 12 2002an de di nava çalakîyên “Bernama Hefteya Mafên Mirovan“ ya IHD yê beşa Amedê de ji alî min ve hate pêşkeşkirin

Berdest
Hejmara nû
Hemû hejmar
Hemû pirtûk
Hemû nivîskar
Nûdem
Arşîva Cegerxwîn?


[ Mehname | Ev hejmar | Diyarî | Gelêrî | Helbest | Mizgînî | Name | Nirxandin | Nûçeyên çandeyî | Pexşan | Weşan | Pozname | Ziman | Zarok | E-mail ]

Ev malper herî baş bi INTERNET EXPLORERê tê dîtin. This site is best viewable with the INTERNET EXPLORER.

Têkilî: mehname@yahoo.com
Contact us: mehname@yahoo.com

Copyright ©1999- MEHNAME. Hemû maf parastî ne. All rights reserved.