Ez, berpirsiyar û hemû kedkarên birêvebir ên malpera "Kerkuk Kurdistane" pîroz dikim ku malperek weha amade kirin, vekirin û xistin xizmeta gelê kurd û doza kurd û Kurdistanê.
Pirsa bajarê Kerkukê her tim di rojeva kurdan de cihê xwe girtiye. Ji dema serokê tevgera kurd rehmetî Mustafa Barzanî ta îro pirsa Kerkukê wek pirseke sereke di rojevê de bûye. Ev pirs, îro hîn pirtir aktuel bûye ku, loma jî Kak Mesûd Barzanî pêwîst dît û di derbarê vê pirsgirêkê de beyan da, helwesta xwe ya rast î dirust, ya bi qerar û bi îstîqrar ji raya giştî a cîhanê re eşkere kir.
Helwesta Kak Mesûd Barzanî, beyan û gotinên wî, rastiyên dirokîne û divê hemû kurd -kurdên herçar parçên Kurdistanê- piştgiriya vê helwestê bikin. Divê hemû nivîskar, rewşenbîr û siyasetmedarên kurd di gel piştgiriyê, herkê li gor xwe, di nivîs, propanga û lêkolînên xwe de mesela Kerkukê têxin rojevê û ji malpera "Kerkuk Kurdistane" re jî bibin alîkar.
Masmedia tirkan û dewleta tirk, bi giranî jî di dema desthilatdariya hukmata Ecevît de, propagandayek berfireh hate kirin ku, xwedêgiravî "Kerkuk bajarekê tirkan e." Ev îdîa wan nerast e, ji hêla rastiya dîrokî ve jî îdîayekî bêbinî ye, pûç û valaye. Di gel rastiya realîteya îro, belgeyên-dokumentên- dîrokî jî didin îspatkirin ku Kerkuk doh jî û îrojî bajarekê kurdan bûye.
Beriya ku ez behsa belgekek -dokumentek- dîrokî bikim, ez ê bi çend gotinan behsa helwesta serokê tevgera kurd rehmetî Mustafa Barzanî bikim, dîtin û gotinên wî pêşkêş bikim û paşê li ser belga -dokumenta - dîrokî bisekinim.
Yek ji sedemê têkçûna tevgera kurd di Kurdistana başûr de -di sala 1975 an de - jî mesela Kerkukê bû. Serokê tevgera Kurd Mustafa Barzanî gelek girîngî dida Kerkukê. Wî hem di hevdîtinên ji bo amadekirina peymana Xudmuxtarî de û hem jî di biryargirtina pêkanîna şerê 75an de, girîngî dabû mesela Kerkukê û helwesta xwe li gor vê pirsgirêkê dabû nîşandan.
Heger serokê tevgera kurd Mustafa Barzanî bi hestekî kurdayetî li ser vê meselê nesekinyana, girîngî nedana Kerkukê û dev ji Kerkukê berdana û tawîz bidana dewleta Baas, anku Kerkukê nehaniyana rojevê û di vê meselê de, wî wek Baasiyan qebul bikirana, dê peymana 1971an bidomana û di 75an de şer jî derneketana. Lê, Mustafa Barzanî wek dewleta Baas qebûl nekir, mesela Kerkukê anî rojevê, desthilatdariya Baas sucdar kir ku xalên peymanê bi cih nanîne û loma jî, şer dest pê kir.
Herçiqas hinek kesên ku ji alî ruhîyeta kurdayetiyê de nekemilîbûn, xwestin ku kurd Kerkukê ji Ereban re bihêlin, pirsa Kerkukê neynin rojevê û herwekî daxwazên Baas vê meselê qebûl bikin, lê Serokê tevgera kurd, Mustafa Barzanî van tiştan qebûl nekir, wî tawîz neda û têkçûna xwe jî da berçavan û dest bi şer û têkoşînê kir.
Mustafa Barzanî menfeeta -berjewendiya - xwe ya şexsî nefikirî. Ew mesleheta gelemperî a netewa kurd û jiyandin û berdewambûna doza netewa kurd fikirî. Barzanî got : " Heger ez têk biçim, wenda bikim jî, dê têkoşîna gelê kurd bidome. Dê Kerkuk herdem di dilê gelê kurd de bijî. Heger Kerkuk wenda bike, Kurdistan wenda dike, gelê kurd wenda dike. Divê Kerkuk ji dil û daxwazên gelê kurd dernekeve, hertim di dilê wan de be, ta ku rizgar bibe."
Siyasetmedarê hêja Kak Mesûd Barzanî, li ser îdîayên vir ên masmedia û dewleta tirk bi hestekî kurdayetî a payebilind helwest girt û tu tawîzekî jî neda dewleta tirk û li hemberê daxwazên wan derket. Dewleta tirk rastiya dîrokî berevaj kir û îdîa kir ku "Kerkuk bajarekî tirkan e." Helbet ev îdîa wan ji bo ku li wî bajarî hinek turkmen hene nîn e, wan çav berdaye petrola Kerkukê. Ew bi sedsalane hemû dewlemendiya sererd û binerdê Kurdistana bakur dixwin, vêca jî çavberdane dewlemendiya Kerkukê.
Dokumentên dîrokî ên tirkan bi xwe wan direwçîn derdixin û didin îspatkirin ku Kerkuk ji berê ve bajarekê kurdan bûye. Di "Kamûs’ul-A’lam” de bi şêweyekê gelek eşkere tê xuyakirin ku Kerkuk bajareke Kurdistanê ye. Sedûcardeh -114 - sal berê, yanê di sala 1889an de di dokumentên tirkan de hatiye nivîsîn ku "Kerkuk li Kurdistanê ye û bajarekê kurd e." Heta di vê dokumentê de ne tenê Kerkuk, herweha Musul jî wek bajarekê Kurdistanê hatiye qebûlkirin.
Nivîskar û lêkolînvanê hêja M. Emîn Bozarslan bi xebateke dûr û dirêj "Kamûs’ul-A’lam”ê wergerand tirkiya îro. Di vê dokumentê de, di beşa xala Kerkukê de weha hatiye nivîsîn :
“Kerkuk 160 KM dûrê bajarê Kurdistanê Musulê ye. Kerkuk li rojhilatê başurê Musulê, li bin rêzegiran, li ber deşteke fireh e û navenda sancaxa fiehrezorê ye. Runiştvanên bajêr 30.000 in. Di bajêr de keleh, 36 Mizgeft, 7 Medrese, 15 tekye û zaviye, 12 xan, 1282 mixaze û dikan, 8 hemam hene. Li ser çem pirek, 18 dibistan, 3 dêr -kilîse- , 1 sînagog heye..... Ji runiştvanan çaran sê -4/3 kurd in. Yên din jî tirkmen û ereb in. Li bajêr 760 cihu -îsraîlî- û 460 Keldanî hene."
Ev dokument 114 sal berê hatiye amadekirin û aîdê tirkan e. Ji bo hesabê masmedia û dewleta tirk nayê, ew naxwazin van rastiyên dîrokî bibînin. Ew bi direw, bi fenûfutan dixwazin raya giştî a alemê bixapînin. Helwestgirtina Birêz Kak Mesûd Barzanî vê daxwazê di dilê wan de hêşt. Ev xwesteka masmedia û dewleta tirk wek dasîyê -qilçikê - di berçêlka wan de ma.
Bi qasê ku ez zanim, ji alî lêkolîneran ve hinek lêkolînên hêja li ser Kerkukê hatine kirin û ew lêkolîn wek pirtûk hatine weşandin. Divê ev berhemên lêkolînî bi kurdî, tirkî, erebî û îngilîzî bêne weşandin ku raya giştî bi rastiya rewşa Kerkukê agahdar bibin û di vê pirsgirêka Kerkukê de heq bidin kurdan. Di vê hêlê de wezîfe dikeve stuyê wergêr û weşanên kurdî ku giranî bidin vê meselê.