Serrûpel Hejmar 36, rêbendan 2003

Naverok
Diyarî
Nirxandin
Helbest
Pexşan
Weşan
Zarok
Nûçe
Gelêrî
Ziman
Name
Mizgînî
Pozname

Diyarî

Salihê Kevirbirî: Dengbêj Brahîmê Newrozî
Şahînê Bekirê Soreklî: Gotara Seamus Heaney û pêşgotinek
Meşal Temo: Zirperwerî ye yan têkçûn e?!
Sedat Yurtdaş: Mirov, çand û ziman
Lokman Polat: Barzanî û Kerkûk
Zeki Özmen: Rexnevizyon
Hesen Polat: Nûçevaniya bêuslûb
Platforma Rêxistinên Kurdistanê li Elmanya: Hemberî cînayetên KADEKê bêdeng nebînin!
Lokman Polat: Rexnekuj


Ji sernivîser

Bi xêr bên salek nû

Husein Muhammed: mehname@yahoo.com

Dîsan dem hatiye ku em germtirîn spasiyan ji dil pêşkêşî we xwendevan, nivîskar, mêvan, hevkar û dostên kovarê bikin. Her yek ji we dikare bi dilpakî dilşad û bextewer be ku bi alîkarî û piştgiriya we me salek din jî ji weşana vê kovarê bire serî.

Bi destûra we hêjayan, dixwazim ji nivîsara xwe ya bi bûneya sersala par kurtebirrekê dubare bikim:

"Bedewtirîn û şengtirîn spasî bo wan xwendevan û nivîskaran ên di demên qelsî û lawaziyê de tovê hêviyên xurt li kovarê reşand. Berztirîn û bilindtirîn giramî û giranî bo dest û dilên wan nivîskaran ên di dema pêdivî de xwe nedan alî lê alîkarî da çandina baxçeyek bi gulên rengîn dagirtî. Germtirîn û kûrtirîn qîmet û rûmet bo wan xwendevanan ên bi şîret û pêşniyazên xwe yên dostane û bihagiran rêyên qenc dan ber me...

Bi vê hejmarê em dikevin çarsaliya weşana Kovara MEHNAME. Em di vê hejmarê de bi hin berhemên taybet spasiya we dikin:

1) HELBESTNAME: Bi bûneya sedsaliya seydayê mezin Cegerxwîn, hûn xwendevanên delal hêjayî zêdeyî 70 helbestên bijare ne.

2) MAFNAME: Ferhengek peyvên dadwerî (hiqûqî) ya kurdî-îngilîzî. Bo berdestkirina bêjeyên kurdî ev jî xebatek biçûk û bikêmasî ye.

3) PEXŞANNAME: Nêzî 1 000 rûpel çîrok û berhemên din ên pexşanî diyarî her kesek dixwaze bi kurdî bixwîne.

4) PENDNAME: Pend û "gotinên navdaran" ji wêjeya cîhanê

5) ZAROKNAME: Helbest û kurteçîrok bo we û zarokên we.

6) BASKÊN ŞKESTÎ: Yek ji sê pirtûkên Ji Xelîl Cibran ku ta niha li kurdî hatine wergerand, piştî "Peyamber, diyarî we têt kirin.

Dîsan bi xêr bên salek nû.

MEHNAME ya we ye û bêyî we nabe û nikare hebe.

Berdest
Hejmara nû
Hemû hejmar
Hemû pirtûk
Hemû nivîskar
Nûdem
Arşîva Cegerxwîn?


[ Mehname | Ev hejmar | Diyarî | Gelêrî | Helbest | Mizgînî | Name | Nirxandin | Nûçeyên çandeyî | Pexşan | Weşan | Pozname | Ziman | Zarok | E-mail ]

Ev malper herî baş bi INTERNET EXPLORERê tê dîtin. This site is best viewable with the INTERNET EXPLORER.

Têkilî: mehname@yahoo.com
Contact us: mehname@yahoo.com

Copyright ©1999- MEHNAME. Hemû maf parastî ne. All rights reserved.