Di cîhanê de guhartinên gelek girîng rûdane û didin.
Pêşveçûna teknolojî û ragihandinê, dunya biçûk kiriye. Têkçûna Sovyetê
û rista sosyalist, hilweşandina dîwarê Berlînê û belavkirina
Yugoslavyayê pirs û pirsgirêkên neteweyî ji nû ve anîne meydana munaqeşeyê, meseleyên kêmneteweyî, kulturî, demokrasî û mafê mirovan, ji nav neteweyan hatine derxistin, îro ew pirs û pirsgirêk, di nav sînorên dewletekê de ne hepiskirî ne, bûne pirsgirekên navneteweyî.
Piştî 11 Eylûlê mucadeleya di navbera demokrasî û terorîzmê de dom
dike. Mudaxeleya li Efxanistan û Yugoslavyayê bûn pîvanên berxwedena mafên
mirovatî û demokrasîyê li dijî kolonyalîzm, asimilasyon û terorizmê.
Pirs û pirsgirekên din yên di wê pîvanê de, di bin sîbera vê bûyerê de
têne minaqeşe û çareser kirin.
Lê mixabin, ne pêşketina teknolojîyê, ne pêşveçûna ragihandinê, ne
berxwedana li himber terorizm, diktatorî û asimilasyonê, ne peymanên
navneteweyî yên ji bo gelan yên tayinkirina mafê çarenûsî, di gel van
guhertin û pîvanên nuh, ji kurdan re tu guhertinên fermî û berbiçav ne anîne.
Kurd hê jî di bin nîrê dagirkeran de çar perçe ye, hebûna wî tê înkar
kirin, kultur û çanda wî tê asîmîle kirin, axa wî dagîrkirî ye, ser erd û
bin erda wî tê talan kirin, ji hemî mafên xwe yên neteweyî, sîyasî û
aborî bêpar e. Bê ala e, bê leşker e û bê pênas e. Yanî bi kurtî;
miletekî bi 35-40 milyon nufus, xwedî kultur û çandeke kevnare li ser nexşeya
cîhanê û di dezgehên fermî yên navnetewî de tune ye.
Kurd di Rojhilata navîn de, miletekî herî kevnar e. Bi hezarên salan e
ko li ser axa xwe dijî û bi mêrxasîyeke gelekî mezin, ji bo pêşveçûn û
sazkirina medeniyetê û civata Rojhilata Navîn û cîhanê, di ber xwe
dide. Weke hemî miletên cîhanê, heqê Gelê Kurd jî heye ko li ser axa xwe, qedera xwe bi destê xwe tayin bikê û li ser jîyana xwe bi azadî biryarê
bide.
Xwişk û Birayên hêja!
Min ji bo wan nerînên xwe nêzîkî 30 salan di berxwe da. Ev berxwedan di
gelek qonaxan û şiklan re derbas bû. Ji nuha pê de jî ezê vê berxwedana
wijdanî û însanî li welêt, bi awayekî vekirî û eşkere bidim. Mafê her
kurdekî/e welatperwer heye ko bi hemî rêyên berxwedanê mafê gelê xwe biparêze û ji bo azadiya wî bixebite.
Îro roj li Kurdistana Bakur hereketa kurdî ne liserhev e. Ya liserhev
jî ketiye himêza dewleta dagirker. Bi plan û program û bi dezgehên
fermî yên bi ideolojîya Kemalîzmê hatine saz kirin re, ko înkara neteweya
me dike, kar dikin. Bi projeya "cumhuriyeta demokratîk" dixwazin bi
destketiyên kurdan yên bi berxwedana bi sedên salan hatine bidestxistin,
têk bibin û kurdan teslîmî dewletê bikin. Ewan, muxalefeta neteweyî û
demokratîk ya kurdên bakur, bi wan plan û programan tesfiye kirin. Nuha jî
dixwazin wan bê ziman, bê mejî, bikin koleyên sondxwarî û deftera
mesela kurdî bigrin.
Divê em vê xeta teslîmîyet û îxanetê bi gelê xwe bidin nasîn û li
hember derkevin. Ji bo vî tiştî divê li welat, hebûna xebateke weha divê bê diyar kirin. Xebata Ewrupayê ne biçûk û ne bê mane ye, lê têrê nake.
Esasê xebatê divê li ser xaka gel be. Xebata Ewrupa jî, ji bo piştgirîya
xebata welêt girîng e.
Ez difikirim ko li welat, bi partîyeke bi nasnameya kurdî ku mafê
çarenûsî ji xwe re kirîye esas û bi hêzên civatê yên ku ev esas qebûl
kiriye, ko pirsa kurd bixe rojevê û bibe bingehê çareserkirina vê pirsê, re
legal bixebitim.
Xwişk û Birayên Hêja!
Sîyaset kirin tiştekî însanî û wijdanî ye. Mirov ne mecbûr e sîyasetê
bike. Lê dema ko mirov xwe weke sîyasetmedar da naskirin û xwe kir
hêvîya gelê xwe, bi sedan kurd dane kuştin û bi hezaran dan girtin û
mihacir kirin, wê demê divê mirov watînîyên (erkên –MN) xwe yên mirovatî û welatperwerî pêk bîne. Di vê demê de ko dar û ber, teyr û tilûr xudan nexweşxane, xudan bijîjk û nasname ne, kurd wenda ne û ji hemî mafên xwe bê par in, wijdana mirov bi vê razî nabe ko mirov deng nebe xwe. Divê em bi înada xwe, di navbera xwe û wijdana xwe de, xwe nekin dîwar. Dema me li wijdana xwe guhdarî kir, dê wijdana me li himber rewşek wilo ji cihê xwe bilive û watinîyên xwe pêk bîne.
Dibe ko herkes nekaribe vegere, dibe ko herkes nekaribe wekhev xebatê
bike. Ji xwe tiştek weha xwestin ne xwestekek realist e. Lê bi kêmasî,
kesên rewşenbîr yên xwe bi salan kirin hêviya gel û bûne sedemê
guhartinên gelek bûyerên erênî û neyênî, divê berpirsiyarîyên xwe ji bîr nekin. Kurdên din yên welatperwer li kû devera dunyayê dibin bila bibin, divê piştgîriya xebata ji bo azadî û rizgariya gelê kurd bikin. Ji xewa xapînok şiyar bin. Jiyana Ewrupa ya bi rezalet bi zewq, roj bi roj we û malbatên we dirizîne û we ji we didize. Bi piştgirî û xebatên xwe yên neteweyî, hê ko dereng neketî, pêşî lê bigrin..