Serrûpel Hejmar 38, adar 2003

Naverok
Diyarî
Nirxandin
Helbest
Pexşan
Weşan
Zarok
Nûçe
Gelêrî
Ziman
Name
Mizgînî
Pozname

Nirxandin

Keya Îzolî: Mafên kurdan ji bîr nekin
Kemal Burkay: Em bazirganiya qirêj li ser Kurdistanê qebûl nakin
Nezîr Akat: Bi radestiyê nabe
Fuat Akpinar: Bila tirk medenî û biedeb bin!
Cankurd: Ma xebat tenê siyaset e?
Lokman Polat: Pirtûkxaneya Sara û savara kurdî
Dana Hesen: Bazirganiya bi navê rewşenbîran
Fuat Akpinar: Divê em bêdeng nemînin
Lokman Polat: Rekora Weşanên Avesta
Kemal Burkay: Hemberî êrişgeriya tirkan divê kurd yek bin


PIRTÛKXANEYA SARA
Û
SAVARA KURDÎ

Lokman Polat: lokmanpolat@hotmail.com

Di înternetê de gelek malperên hêja yên kurdan hene. Malperên partî û rêxistinên sîyasî yên kurdan, malperên komele, weşanxane û şexsîyetên kurd û gelek kovarên elektronîk yên kurdî û tirkî an jî xweru bi kurdî hene.

Ji van malperên heyî, yek jê jî malpera “SARA distribution” e. Di vê malperê de gelek tiştên ku mirov fêr bibe hene. SARA di sala 1987’an de wek weşanxane û pirtûkxane hate damezrandin. Weşanên SARA gelek pirtûkên hêja weşand. Pirtûkxana SARA bû wekî navendekî belavkirina pirtûkên kurdî. Di pirtûkxanê de cure cure pirtûkên kurdî yên bi herdu alfabeyan û hersê zaravan hene. Pirtûk û kovarên bi tîpên Latînî/Kurdî û tîpên Erebî/Kurdî yên bi kurmancî, soranî û zazakî li dikanê SARA têne berhevkirin û belavkirin.

Li pirtûkxana SARA ne tenê pirtûkên kurdî yên ku li Swêdê derketine, herweha pirtûkên kurdî yên ku li welatên din, li welatên Ewropa –Almanya, Fransa, Belçîka, Swîsre-, li Libnanê –Beyrut- , li Tirkiyê – Stenbol- , li Kurdistana rojhilat û Kurdistana başur, derketine, di kitêbxana SARA de hene.

Min li ser kedîkirina Beraz’an –wehş- nivîsek bi tirkî nivîsîbû û ew nivîsa min di kovara “Berfîn Bihar”ê de hatibû weşandin. Kedîkirina Beraz’an cara pêşîn li Kurdistanê pêk hatiye. Di gel ku ola Îslamî xwarina goştên Beraz’an qedexe kiriye jî, li çîyayên Kurdistanê hêj jî Berazên kovî hene. Niha ez bi saya agahdariyên malpera SARA fêr bûm ku gelek heywanên din jî ji alî kurdan ve, li Kurdistanê hatine kedîkirin.

Ji agahdariyên pirtûkxana SARA mirov fêr dibe ku “Mast” jî cara pêşîn ji alî kurdan ve hatiye çêkirin. Mast û çeqilmastê kurdan meşûr e. Lê, çi heyf ku; tirkan mastê kurdan jî ji xwe re kirine mal, jê re gotine “Yogurt” û bi vî navî ketine bazara dinê – cîhanê – û bazirganîya wê kirine.

Ji xeynê kurdan tu gelek, milletek nizane “Savar” çêbike. Mucîdê Savarê kurd in û ev xwarin xwarina millî –netewî – a kurdan e. Tirkan wê jî ji xwe re kirine mal. Wan navê Savarê kirine “Bulgur” û bi riya bazirganîyê li dinê –cîhanê – belav kirine.

SARA di gel civandin û belavkirina pirtûkên kurdî, niha bi projeyên xwarina kurdî û di derbarê xwarinan de – çawa amade dibin, çawa tên çêkirin û pijandin – agahdariyên ku dide raya giştî û Swêdîyan, ji bo nasîna xwarina kurdan karekî hêja ye. Xwarinên ku SARA di masmedîa Swêdê de daye nasîn û di derbarê wan de agahdarî daye, hemûjî xwarinên kurdan in.

Wekî ku di malpera kitêbxana SARA de hatiye gotin : “Armanca yekemîn a Kitêbxaneya Kurdî – SARA'yê, armanca belavkirin û bi nasîndayina wêje û ferhenga kûr a kurdî ye. Li ser vê riya berfireh û mazin, SARA'ya" biçûk" ta neha karên watedar û mazin bi rêxistine.

Kitêbxaneya Kurdî – SARA'yê di nav van panzdeh salên xwe yên çalakiyê de, ji bo belavkirin û parastina ferhenga vî milletê hêja û mazin, bi civandina ser hev ya ji deh hezaran bêhtir pirtûk, govar, rojname û materiyalên têvel ên kurdî li nav çar navendên girîng ên wêjeyî ya cîhanî, bêguman karekî bêhempa cî bi cî kiriye.

Kitêbxaneya Kurdî – SARA'yê di hewildanên bi nasîndayina ferhenga kûr û watedar a milletê kurd di nav milletên cîhanê de, karên payeberz daye pêş xwe.

Hewildanên Kitêbxaneya Kurdî – SARA'yê, yên ji karên bi nasandina kevintirîn ferhenga aşpêjî ya cîhanê - metbexa kurdî li nav rûpelên mezintirîn û lukstirîn Govara Ferhenga Xwarinê ya swêdî, ya bi navê ALLT OM MAT û Govara Payeberz a Zaniyariyê ya swêdî ya bi navê C bixwîne û rêz û girîngiya kevinbûn û mezinbûna ferhenga xwe ya kurdî careke din di vir de bibîne!

Vê nivîsê bixwîne da ku bizanî, şaristanî bi destê jinên vî welatî hat zayin, nan li vî welatî cara yekem hat lêdan, ajel û sewal li ser vî xakî hatin kedîkirin, mast li vî welatî cara yekem hamin bû!

Bi kurtî: Kurdistan buhuşta serzemîn bû... (*)

* Kurdistan - The land where human being cultivated wheat and domesticated animal at first time in history:
1 - Darwin, Charles/ The Origin of Species, 1859.
2 - Wigram, Edgar T. A./ The Cradle of Mankind - Life in Eastern Kurdistan, London 1914.
3 - Child, Gordon/ What Happened in History, 1942.
4 - Braidwood, Robert J. / American Anthropological Association, University of Chicago, The Jarmo Projekt 1948.
5 - Nickles, Harry/ Middle Eastern Cooking, 1969.
6 - SCIENCE, Site of Einkorn Wheat Domestication Identified by DNA Fingerprinting, 1312-1314, 14-11-1997.

Ji xwendevanên kurd re kîjan pirtûka kurdî pêwîst be, dikare wê pirtûkê li cem pirtûkxana SARAyê peyda bike û bikire. Xwendevanên kurd ên ne li Swêdê, yên derên din dikarin bi riya înternetê û postê ji wir pirtûk bixwazin. Unîversîte û pirtûkxaneyên mezin yên navnetewî, pirtûkxanên Amerîka, Qibrîs, Misir û gelek welatên Ewropayê jî ji pirtûkxana SARA pirtûk dikirin. Unîversîta Qahîre, Newyork, Waşînghton û gelek Unîversîteyên jî ji pirtûkxana SARA pirtûk temîn dikin. SARA pirtûkên kurdî li cîhanê belav dike.

Di malpera SARA de gelek nivîsên hêja hene ku divê her kurd wan nivîsan bixwîne. Xwedî û birêvebirê pirtûkxana SARAyê Goran Candan karekî hêja kiriye ku xweparastina serokê şaredarê Amedê ê berê, birêz Mehdî Zana wergerandîye kurdî. Xweparastina Mehdî Zana ji bo parastina doza netewî a kurd belgeyeke dîrokî ye ku di nav rûpelên dîroka têkoşîna netewa kurd de cih girtiye. Divê hemû welatparêzên kurd vê xweparastina sîyasî a Mehdî Zana bixwînin.

Ji bo pêşveçûna ziman, çand û edebiyata kurdî, ji bo belavkirina pirtûkên kurdî li cîhanê, ji bo danasîna xwarinên kurdî, pirtûkxana SARA kar û xebatên hêja kiriye û ew pêkanîn van tiştên hêja didomîne.

Damezrenêr û rêvebirê Kitêbxaneya Kurdî - SARA'yê Goranê Cano, îro karê ku daye ber xwe ev e: "nasandin û popularkirina ferheng, wêje û zimanê milletê kurd, ku xwedî kevintirîn hunera ashpêjiya cîhanê ye - anku yek ji kevintirîn ferhenga cîhanî ferhenga milletê kurd e!"

Çend têbînî:

1- Kitêbxaneya Kurdî - SARA
www.saradistribution.com

Yan jî:

Kurdish Library House - SARA
www.saradistribution.com

2 - saradistribution.com

Goranê Cano
Kitêbxaneya Kurdî - SARA
www.saradistribution.com

FAKS: +46 8 33 12 29

Berdest
Hejmara nû
Hemû hejmar
Hemû pirtûk
Hemû nivîskar
Nûdem


[ Mehname | Ev hejmar | Diyarî | Gelêrî | Helbest | Mizgînî | Name | Nirxandin | Nûçeyên çandeyî | Pexşan | Weşan | Pozname | Ziman | Zarok | E-mail ]

Ev malper herî baş bi INTERNET EXPLORERê tê dîtin. This site is best viewable with the INTERNET EXPLORER.

Têkilî: mehname@yahoo.com
Contact us: mehname@yahoo.com

Copyright ©1999- MEHNAME. Hemû maf parastî ne. All rights reserved.