Serrûpel Hejmar 38, adar 2003

Naverok
Diyarî
Nirxandin
Helbest
Pexşan
Weşan
Zarok
Nûçe
Gelêrî
Ziman
Name
Mizgînî
Pozname

Nirxandin

Keya Îzolî: Mafên kurdan ji bîr nekin
Kemal Burkay: Em bazirganiya qirêj li ser Kurdistanê qebûl nakin
Nezîr Akat: Bi radestiyê nabe
Fuat Akpinar: Bila tirk medenî û biedeb bin!
Cankurd: Ma xebat tenê siyaset e?
Lokman Polat: Pirtûkxaneya Sara û savara kurdî
Dana Hesen: Bazirganiya bi navê rewşenbîran
Fuat Akpinar: Divê em bêdeng nemînin
Lokman Polat: Rekora Weşanên Avesta
Kemal Burkay: Hemberî êrişgeriya tirkan divê kurd yek bin


Mafên Kurdan ji bîr nekin!

Rêxistinên Kurdî

Operasyoneke li dijî diktatorê Rejima Iraqê Saddam Husên, bi rojan û bi saetan ve hatiye girêdan. Êdî baş diyar dibe, bandora vê oprasyona ku dê pêk were, bi Iraqê sînorkirî namîne û dê bibe sedemên gelek rûdanên din.

Tu milet û welatan ji kurdan bêtir ziyan û zerar ji destê terorê nedîtiye. Kurdan di gel sîyasetên qirkirinê heta îro xwe paraztine. Kurd şer naxwazin, weke her miletê dunyayê dixwazin bi azadî bijîn û bîryara pêşeroja xwe bi xwe bidin. Ta ku kurd negihên mafên xwe yên rewa, ne li Kurdistanê, ne li dewletên dagirkerên Kurdistanê û ne jî li Rojhilata Navîn, aştî, aramî û demokrasî pêk nayê.

Bi tevayî dewletên dagirkerên kurdistanê û bi taybetî dewleta Turkiyeyê, Ji bo ku bidestketinên kurdan yên li Başûr wêran bibe û ji bo ku kurd dîsa tiliya wan di devê wan de, bindest û stuxwar bimînin, biryar li ser biryaran digirin. Di şerekî li Iraqê de, Dewleta Turkiyeyê ji kurdan re tehlukeya herî mezin e. Dewleta Turkiyeyê, bi desthilatdarîya xwe ya siyasi, bi muxalefeta xwe ya li parlementoyê û bi biryarên eskeran senaryo û stratejîyên cûr be cûr diafirîne, rojevê germ dike. Siyaseta xwe ya li dijî kurdan ya berdewam bi kar tîne û haziriya destdirêjkirina nav karûbarên Herêma Kurdistanê dike.

Desthilatdariya kurdên başûrê Kurdistanê bi helwesta xwe ya li Londonê, bi lihevkirina navxweyî u bi diplomasiya xwe, heta nuha di kar u barê xwe de biser ketiye. Em hêvidar in ku ev biserketin her berdewam be.

Pevxistina dengên kurdan û aştiya nav Kurdistanê xizmeta berjewendiyên kurdan dike. Lîstikên bi gelek rengan ku ji gelek aliyan de hatine birêxistin, erdê li Kurdistanê germ dikin. “Erkê li ser şanê her kurdên” welatperwer û mirovhez e ku di demên weha de bi tevaya karîn û zanîna xwe alîkarî û piştgirîya deshilatdarîya kurdên Başûr bike. Çi li welat û çi li derveyî welêt be, di demên ku ewrên tarî li welatê mirov xwe pehn bike, di demên çavsorî li miletê meriv bê kirin, di demên ku man û nemana kurdan, ango berjewendiyên neteweyî di rojevê de be, berjewendiyên kesayetî, malbatî, êlî, olî, sîyasî civatî tev li aliyeki diminin û divê em bê dudilî pistgirî û alîkarîya berjewendîyên neteweyî bikin.

Li çaralîyên kurdistanê û li derveyî welêt, çavên kurdan li rûdanên li herêmê ne û guhdarîya berfirehbûnên li Kurdistanê dikin. Dilên her kurdên welatparêz û dilsoz bi Başûrê Kurdistanê re lê dixe. Pêwîst e ku meriv dubare bike û bi dengê bilind bibêje:

  • Divê kurd bi mejiyê xwe tevbigerin,
  • Divê têkilîyên bi dewletên dagirker re ne li ser hesabê kurdan bin,
  • Divê kurd ji bo berjewendiyên tu kesî neyên bikaranîn,
  • Divê kurd ji fersendên ku peyda dibin îstifade bikin û ji bo berjewendiyên xwe bi kar bînin.

    Komîteya Hevkarîya Hêzên Sîyasî yên Kurd û Kurdistanî, Platforma Kurdên Ewrûpayê, Înîsyatîfa Kurdên Swêdê, Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê, Yekîtîya Jinên Kurdistanê, Yekîtîya Ciwanên Kurdistanê

  • Berdest
    Hejmara nû
    Hemû hejmar
    Hemû pirtûk
    Hemû nivîskar
    Nûdem


    [ Mehname | Ev hejmar | Diyarî | Gelêrî | Helbest | Mizgînî | Name | Nirxandin | Nûçeyên çandeyî | Pexşan | Weşan | Pozname | Ziman | Zarok | E-mail ]

    Ev malper herî baş bi INTERNET EXPLORERê tê dîtin. This site is best viewable with the INTERNET EXPLORER.

    Têkilî: mehname@yahoo.com
    Contact us: mehname@yahoo.com

    Copyright ©1999- MEHNAME. Hemû maf parastî ne. All rights reserved.