Li Tirkiyê û Kurdistana bakur, ronesanga weşanvanîya kurdî di salên nodî de dest pê kir. Ji sala 1990’î ta îro gelek weşanxaneyên kurdan li Stenbolê û Amedê hatin damezrandin.
Weşanxaneyên kurdan bi sedan pirtûkên li ser dîrok, civak, çand, ziman û edebiyata kurdî weşandin. Herçiqas tektûk weşanxaneyên tirkan jî hinek pirtûkên li ser kurdan weşandin jî, ê wan wek xatir bû. Lê, weşanxaneyên kurdan bi tevahî pirtûkên di derbarê kurdan de weşandin û di vê hêlê de xizmetên hêja kirin.
Ji sala 1990’î heta îro bi dehan weşanxaneyên kurdan hatin vekirin û paşê hinek ji ber sedemên aborî û sîyasî, hinek jî ji alî dewleta dagirker ve hatin girtin. Weşanxaneyên ku ji ber sedemên aborî yan jî ji alî dewletê ve hatin girtin, hinek jê navên wan ev in: Weşanên Firat, Pelêsor, Beybûn, Zel, Med, Nûjen, Sor, Dijle-Firat, Çarçira, Zagros, Melsa, Mem, Dîlan û hinekên din ku niha navên wan nayê bîra min.
Hinek weşanxane ji salên nodî heta îro, herçiqas çend car nav guhartin jî, jîyana xwe ya weşanî domandin. Niha weşanxaneyên kurdan yên ku bi tevahî di derbarê kurdan de pirtûk diweşînin, anku weşanên ku mirov dikare bibêje weşanên kurdan in, ev in : Weşanên Avesta, Pêrî, Deng, Sî, Doz, War, Aram, Welat û weşanên Enstîtuya Kurdî Li Stenbolê ne. Van weşanxanan bi sedan pirtûk weşandine. Di nav van weşanxaneyan de, yên ku herî pir pirtûk weşandine, weşanên Avesta û weşanên Pêrî ne. Weşanên Avesta 140 pirtûk weşandiye û di nav weşanên kurdî de rekor şikandiye.
Xwedîyê weşanxana Avesta Evdila Keskîn kedkarekî ronesansa kurdî ye. Wî gelek xizmetên hêja kiriye. Di salên nodî de, rojnameya hefteyî a xwerû bi kurdî, rojnama “Welat” bi berpirsiyariya wî hate weşandin. Ew gerînendeyê vê weşana xwerû bi kurdî bû.
Evdila Keskîn, dûvre weşanên Avesta damezrand û dest bi weşandina pirtûkan kir. Ev 140 pirtûkên ku weşanên Avesta weşandiye û gihîştandîye destê xwendevanan, hemû jî pirtûkên hêjane û hêjayê xwendinê ne.
Weşanên Avesta weşanvanîyeke profesyonelî pêk anî. Weşanên Avesta bi şêweyeke berfireh, di şaxên curbecur de gelek pirtûkên cuha yên cihêreng weşandiye û rengahengekî xweş daye jîyana weşanvanîyê.
Weşanên Avesta, bi sernavên “Kurdolojî Dîzîsî” , “Duşunce Dîzîsî” , Araştirma – Înceleme” , “Mezopotamya Kulturu” , “Muzîk Dîzîsî” , “Anilar, Duşunceler, Bîyografî” , “Edebîyat” , “Karîkatur” , “Dogu Ruzgarî” , “Klasîkler” , “Genel” , “Medya” , “Musa Anter – Butun Eserlerî” , “Celadet Bedirxan – Butun Eserlerî” , “Acîl Kîtaplar” û herî dawî jî rêza bi navê “Keskesor” gelek pirtûkên curbecur weşandiye.
Weşanên Avesta, di gel pirtûkên bi tirkî, gelek pirtûkên kurdî jî weşandiye. Pirtûkên rêza beşa edebîyat û pirtûkên Musa anter û Celadet Bedirxan bi tevahî kurdî ne. Di beşa “Bîranîn, raman û jînenîgarî” de jî pirtûkên A. Qasimlo û Mehdî Zana bi kurdî ne. Weşanên Avesta ferhenga Îngilîzî – Kurdî jî weşandiye ku di vê ferhengê de 70 hezar peyvên kurdî hene.
Di rêza edebîyata kurdî û Keskesorê de pirtûkên 24 nivîskarên kurd hatine weşandin. Ev 24 nivîskarên kurd ên cuda ne. Di nav van nivîskaran de, hinek jê du, sê pirtûkên wan ji alî weşanxana Avesta ve hatine weşandin. Di hêla wergerê de jî, weşanên Avesta karekî hêja pêk anîye û pirtûkên Migirdic Margosyan, Aleksandr Soljenîstîn, Vîktor Hugo û Suzan Samancî bi wergera kurdî weşandiye. Di rêza klasîkan de jî, destana Memê Alan, Dimdim, Gilgameş, Mirovên Hejar a Vîktor Hugo û çarînên Omer Xeyam bi kurdî hatine weşandin.
Gelek pirtûkên ku Avesta weşandiye, hatine qedexekirin û ji alî polîs ve hatine civandin. Li Tirkiyê ji ber qanûnên –zagonên- heyî, dewlet nikare şirketa weşanê ji binî ve bigre. Lê, bi qedexekirina pirtûkan, bi cezayê hepis û peran weşanxanan dixe krîza aborî, zirarê dide wan û loma jî gelek weşanxane mecbûr dimînin ji ber xwe ve têne girtin. Xwedîyê weşanên Avesta ji ber ku vî karî bi profesyonelî dike, bi metodeke eqilane li hemberê kirinên dewletê tedbîr digre û weşana xwe didomîne.
Weşanên Avesta bi weşandina pirtûkan karekî hêja pêk anîye û ew vî karê xwe didomînin, pirtûkxaneya kurdî dewlemend dikin. Ez weşanên Avesta pîroz dikim ku ewqas pirtûk weşandine û di weşanvanîya kurdî de rekor şikandin.